8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Êrîş tabloya giran radixe ber çavan’

RSF’ê ji ber 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê civîna çapemeniyê li dar xist. Cîgirê Serokê IPI’yê Kizilkaya diyar kir ku li Tirkiyeyê rojnamevan bi bahoza gefên fizîkî, darazî û mewzûatê re rû bi rû ne.

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) ji ber 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê li Galeriya Hunerê ya Aynali Geçît a navçeya Beyoglûyê civîna çapemeniyê li dar xist. Ji bilî Enstituya Çapemeniyê ya Navnetewî (IPI), Navenda Azadiya Çapemenî û Medyayê ya Ewropayê (ECPMF), Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), Rojnamevanên Sînornenas (RSF) gelek rojnamevan tev li bûn.

Cîgirê Serokê IPI’yê Emre Kizilkaya yê ewilî di civînê de axivî, diyar kir ku li Tirkiyeyê rojnamevan bi bahoza gefên fizîkî, darazî û mewzûatê re rû bi rû ne. Kizilkaya her wiha destnîşan kir ku di bin zirxê bêcezahiştinê de hêzeke polîsan a tundiya fîzîkî li hemberî rojnamevanan bi kar tîne heye

 Ev tabloya giran asta dîktatoriyê ye

Kizilkaya bal kişand ku Tirkiye ji salên borî zêdetir di warê azadiya çapemeniyê de bi paş ve çûye û destnîşan kir ku sedema sereke ya vê rewşê jî zextên hikumetê yên li ser rojnamevanên kurd e. Kizilkaya îşaret bi zextên li ser Ajansa Mezopotamyayê (MA) kirin û wiha got: “Ev tabloya giran li cîhanê di asta dîktatoriya dewletên weke Çîn, Rûsya û Îranê de tên dîtin e. Niha girtina me ya hevalên me yên rojnamevanên kurd dê di xebatên hilbijartinê de di herikîna agahiyan de bibe sedema qutbûnê.

Rola rojnamevanan

Koordînatorê Mudaxileya Lezgîn ê Azadiya Medyayê Gurkan Oztûran ê pişt re axivî, da zanîn ku ji 3’yê gulana 2022’yan ve di nava salekê de herî kêm li dijî 72 rojnamevanan êrîşa fizîkî çêbû. Oztûran, anî ziman ku li welat pêkanînên li ser rojnamevanên kurd asta zextan radixe li ber çavan û bal kişand ser rola rojnamevanan a di hilbijartinê de û wiha got: “Di vê hilbijartinê de û di pêşerojê de ji bo avakirina civakeke bihêz û demokratîk a Tirkiyeyê roleke girîng dikeve ser milê rojnamevanan.”

‘Tişta 10 sal in nayê guhertin sûcdarkirina rojnamevanan e’

Dîrektorê Tirkiyeyê yê CPJ yê Tirkiyeyê Ozgur Ogret jî destnîşan kir ku li welat serê rojnamevanan bi darazê re ketiye belayê. Ogret, têkildarî êrîşên li ser çapemeniya kurd ên piştî pêvajoya “diyalogê” ya di navbera salên 2013’an û 2015’an û wiha got: “Em dibînin ku ji bilî pêvajoya ku weke pêvajoya aştiyê tê zanîn rojnamevan nikarin serê xwe rakin. Piştî operasyonên saleke li pey hev tên kirin, operasyonên hefteya borî û îro jî bi girtina du rojnamevanan encam girtin hene. Dema em ji vir lê dinerin yekane tişta ku 10 sal in nayê guhertin sûcdarkirina rojnamevanan a bi terorîstbûnê ye. Ji ber vê yekê divê bertek nîşanî vê helwesta dewletê bê dayîn û herkes dengê xwe derxîne.”

‘Li dijî 72 rojnamevanan 34 êrîşên fizîkî pêk hatin’

Ogret axaftina xwe wiha domand: “Di daxuyaniya roja şemiyê têkildarî rojnamevanên hatin binçavkirin û girtin hatin kirin de dîsa 6 rojnamevan bi lêdanê hatin binçavkirin. Duh têkildarî derbkirina rojnamevan Sedat Yilmaz a di bin çavan de gilî hate kirin. Derbkirina rojnamevanan a ji aliyê hêzên ewlehiya yek pirsgirêka herî hêsan a were çareserkirine. Dikare bi danezanekê were çareserkirin. Lê nayê çareserkirin, berovajiyê wê danezan tên weşandin. Di nava salekê de li dijî 72 rojnamevanan 34 êrîşên fizîkî pêk hatin.”

‘Girtina keyfî ya rojnamevanan bi temamî bêhiqûqî ye’

Nûnerê RSF’ê yê Tirkiyeyê Erol Onderoglû jî binpêkirinên bi keyfî yên girtina rojnamegeran, qedexeyên înternetê, dozan, biryarên RTUK’ê yên ji bo bêbandorkirina wan, qertên çapemeniyê yên cudakar, bêcezahiştina sûcên li hemberî rojnamegeran tên kirin rêz kirin. Onderoglû yê bal kişand ser girtinên dawî wiha got: “Em nikarin girtina rojnamevanan bidin aliyekî. Ev girtin geşedaneke ku nîşanî me dide ku hikumet dikare hem darazê û hem jî hêzên ewlehiyê di pêvajoya hilbijartinê de weke amûr bi kar bîne. Girtina keyfî ya rojnamevanan bi temamî bêhiqûqî ye.”