2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Zexta li ser rojnamegeran gefê li ewlekariya hilbijartinê dixwe’

Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) bi wesîleya 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê daxuyaniyek dan û xwestin rojnamevanên girtî bêne berdan.

Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) di 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de li pêşiya Edliyeya Amedê girtina Hevseroka DFG’ê û edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû, edîtorên MA’yê Sedat Yilmaz û Abdurrahman Gok, nûçegihanê MA’yê Mehmet Şah Orûç, nûçegihana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer û rojnameger Remzî Akkaya û Mîkaîl Barût bi daxuyaniyekê protesto kirin. Gelek rojnameger û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Amedê Sorgul Aytek tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Tirkiye di mijara azadiya çapemeniyê de roj bi roj bêhtir paş dikeve û hat gotin ku dê li dijî êrîşên îktîdarê têkoşîna xwe bidomînin.

Daxuyaniya bi kurdî ji hêla Berdevka MKGP’ê Roza Metîna, ya bi tirkî jî ji hêla Sekreterê DFG’ê Cûma Daş ve hate xwendin.

Metîna, dsi destpêkê de 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê bi bîr xist û wiha got: “Me saleke din a ku azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê tune bû li pey xwe hişt. Di Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de 2 rojnameger hatin girtin. Li Tirkiyeyê her çiqas azadiya çapemeniyê di bin ewlehiya makezagonê de be jî; li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya Rojnamegerên Sînornenas bi taybet ji roja AKP di sala 2002’yan de bûye îktîdar heta niha Tirkiye her sal paş dikeve. Anku roj bi roj di mijara azadiya çapemeniyê de paş dikeve. Li gorî endeksa sala borî, Tirkiye di nava 180 welatan de di dora 149’an de bû. Lê li gorî daneyên sala 2023’yan; Tirkiye ji nava 180 welatan kete rêza 165’an. Ev yek bi tena serê xwe rewş û mercên çapemeniyê yên li Tirkiyeyê vedibêje.”

Bi domdarî Metîna anî ziman ku li Tirkiyeyê bi taybet di 10 salên dawî de li dijî çapemeniya kurd êriş dijwartir dibin û ev tişt anî ziman: “Gelek xebatkarên Çapemeniya Azad hatin girtin û binçavkirin. Bi ser ajans û şîrketên produksiyonan de hate girtin. Polîsan dest danîn ser ekîpmanên teknîkê û kirin ku rojnameger nekarin bixebitin. Di sala dawî de 35 hevalên me hatin girtin, niha jî 34 jê girtî ne. Di dema şopandina nûçeyan de bi caran hevalên me hatin astengkirin, hatin binçavkirin û êrişên di asta îşkenceyê de hatin kirin.”

Di berdewamê de Metîna binpêkirinên di sala dawî de wiha rêz kir:

“Di 16’ê hezîrana 2022’yan de li Amedê 16 rojnameger hatin girtin û îdianameya wan 10 meh şûnde hate amadekirin. Piştre di îddianameyan de rojnameger ji ber nûçe û bernameyên çêkirine hatin sûcdarkirin. 10 hevalên me yên rojnameger di 29’ê cotmeha 2022’yan de hatin girtin û îdianameya wan jî 4 meh şûnde hate amadekirin. Li vir jî hewl dan ji naverokên nûçeyan biafirînin.

* Dîsa di 25’ê nîsanê de navenda wê Amed li dijî rojnameger, siyasetmedar, hiqûqnas û hunermendan operasyon hate kirin. Di vê pêla binçavkirinê de 4 hevalên me bi hinceta nûçeyên çêkirine hatin girtin. Herî dawî di 28’ê nîsanê di çarçoveya operasyona navenda wê Enqereyê de li Amedê Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz hatin binçavkirin. Heta Dîcle birin Enqereyê îşkence lê hat kiririn. Dîcle 15 saetan ji piştve destkelemçekirî hate hiştin. Dîsa Sedat ji ber îşkenceya lê hatiye kirin baş nabihîse. Dîcle û Sedat di Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de hatin girtin.”

Metîna, anî ziman ku heke rewşeke wiha li welatekî hebe, kesek nikare li welatî qala azadiya çapemeniyê bike û wiha pê de çû: “Li qadan nêzîkatiyeke zayendperest li dijî jinên rojnameger pêk tê, êrişên digihêjin asta destdirêjiyê tên kirin, gef li wan tê xwarin. Ev jî nîşan dide ku jinên rojnameger li qadan di ewlehiyê de nînin. Weke Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê dîsa dibêjin ku em êrişên li dijî Çapemeniya Azad qebûl nakin. Heta li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê pêk were, heta ji bo jinên rojnameger qadên biewle tên avakirin, em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Li her qada em lê ne em ê li gel rojnamegeran bin.”

Herî dawî jî Metîna wiha got: “Ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê demeke kurt maye. Em van binçavkirin û girtinan ji bo welat û hilbijartinê wekî talûkeyekê dibînin. Bêdengkirina çapemeniyê tê wateya veşartina rastiyan a ji civakê. Tevî hemû zext, girtin û îşkenceyan jî rojnamegerên ji bo heqîqetê têdikoşin wê tim dengê civakê bin û dev ji vê yekê bernedin. Em ê xwedîderketina li mîrateya Apê Mûsa, Denîz Firat, Gurbetellî Ersoz dewam bikin.  Wekî hevalên me yên hatine girtin dibêjin, wê faşîzm têk biçe û Çapemeniya Azad bi ser keve. Ev pergal wê piştî 10 rojên din têk biçe. Li ber hilweşandinê ye.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin” bi dawî bû.