17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kujer û tiryakfiroşê Nisêbînê li Bolûyê hat girtin

Kemal Ûrûnê li Nêsbînê di organîzasyona AK Ocaklar de li dijî karsazan suîqest kirine û trafîka tirayakê organîze kiriye, piştî salan hat girtin.

Kemal Ûrûn li navçeya Nisêbîna Mêrdînê yê ku destê wî di kuştina mirovan û karê tiryakê de heye bi salan şûn ve hat girtin. Kemal Ûrûn di bin banê Ak Ocaklar ku saziyeke AKP’ê li dijî karsazan sûîqest kirine. Her wiha tê gotin ku ew li navçeyê bi rola organîzekirina tiryakê jî rabûye. Li Nisêbînê Oktay Mûnganê karsaz ji aliyê Ûrûn û ekîba wî ve hatiye kuştin.

Li Stenbolê bi sûcdariya “rêxistina sûcê organîze ya Bariş Boyûn” operasyon hatibû lidarxistin û Ûrûn di çarçoveya operasyonê de li Bolûyê hatiye girtin û şandine girtîgehê.

Hat zanîn ku Ûrûn di çarçoveya lêpirsînên der barê kuştina wezîfedarekî ewlehiya klûba şevê û êrîşkirina klûbên şevê yên li Stenbolê de hatiye zeftkirin û her wiha der barê Ûrûn de biryara girtinê ya têkildarî berpirsê kuştina Oktay Mûngan de jî hebû.