3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlementera YNK’ê: Girtiyên PDK’ê li ser şîroveyên xwe tên windakirin

Parlamentera YNK’ê Şirîn Yûnis ragihand ku demek e PDK ji bo têkbirina aramiya Silêmaniyê li hecetekê digere, ji bo vê armanca xwe jî medyaya xwe ya xapînok bikar tîne. Şirîn got; “Di girtîgehên PDK’ê de xelk li ser yek şiroveyên di medyaya civakî de tên kirin, tên girtin û windakirin.”

Parlementera Fraksiyona YNK’ê ya Parlementoya Herêma Kurdistanê Şîrîn Yûnis ji çapemeniya partiya xwe re axivî. Şîrînê ragihand ku demeke ew hîs dikin ku PDK ji bo ku aramiya Silêmaniyê têk bide li hincetekê digere û wiha dewam kir: “Ji bo vê armanca xwe jî PDK’ê medyaya xwe ya xapînok xistiye dewrê lê ew kesên ku bi kiryarên xwe yasayan binpê dikin jî ev medyaya xapînok wan weke qehremanên nîştimanî dide nîşakirin.”

Her wiha Şîrîn Yûnis dibêje, niha di girtîgehên PKD’ê de gelek kes hene ku li ser yek şîroveya di medyaya civakî de kirine, hatine binçavkirin, girtin û windakirin. Şîrîn da zanîn ku ispata vê jî îftîraya PDK’ê ye ya ji bo girtiyên Behdînanê ye ku li ber çavê hemû cîhanê dike.

Parlementera Fraksiyona YNK’ê ya Parlementoya Herêma Kurdistanê Şirîn Yûnis aşkera kir ku konsolxane û şandeyên welatan di hemû civînên xwe de giliyê girtiyên Behdînanê ji wan nakin û got: “Ji ber van sedeman jî ez dibêjim PDK’ê mala we ji şûşeyê ye û kevir nehavêjin YNK’ê.”