17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîşa bombeyî li Miduriyeta Polisan a Giştî hat kirin

Li Enqerê, êrîşa bombeyî li Miduriyeta Polisan a Giştî hat kirin.

Li Enqerê, nêzî Kizilayê teqîn çêbû û piştre li herêma teqînê dengê çekan bilind bû. Piştî teqînê gelek ambûlans ber cihê teqînê ve çûn. Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya, li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal der barê teqînê de daxuyaniyek da û diyar kir ku êrîşeke bombeyî li Miduriyeta Polisan a Giştî hatiye kirin.

Yerlîkaya, da zanîn ku ji aliyê du kesan ve êrîşa bombeyî li deriyê têketina miduriyetê hatiye kirin. Yerlîkaya, destnîşan kir ku kesekî xwe teqandiye û kesek jî jiyana xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku di êrîşê de 2 polîs jî birîndar bûne.