spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mehmet Ocalan: divê her kes li dijî tecrîdê rabin ser piyan

Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan diyar kir ku eger hemû kes bertekeke mezin nîşan bide dê deriyê Îmraliyê vebe û wiha got: "Heke me karîbuya rêya Îmraliyê vebike ev qas kesan jiyana xwe ji dest nedida."

Hêzên navdewletî ji bo Projeya Rojhilata Navîn (BOP) têxin meriyetê, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmehê 1998’an de bi komloyekê navneteweyî ji Suriyeyê derxistin. Hêzên hegomon ji bo projeya xwe pêk bînin hikûmeta Tirkiyeyê ji bo xwe kirin maşik û bi komloyeke mezin di 15’ê Sibatê de Abdullah Ocalan li Kenyayê girtin û anîn Tirkiyeyê. Dema Ocalan ji Şamê derxistin û heta anîn Tirkiyeyê kurd û dostên kurdan di serî de li Ewropa û çar parçeyên Kurdistanê çalakiyên girseyî û cur be cur pêk anîn. Kurd li gelek qadan derketin kolanan û serî hildan. Di ser komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan re nêzî 25 sal derbas dibe. Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha di hucreya yek kesî de hatiye tecrîdkirin. Tecrîd îro bi awayekî pir hişk didome. Li aliyekî tecrîd didome, li aliyê din li dijî tecrîda Ocalan kurdan gelek caran çalakiyên cur be cur pêk anîn. Niha jî rêxistinên kurdan amadekariyên çalakiyên nû dikin. Yek ji armanca hezên hegemon a bi komployê tasfiyêkirina fikir û ramanên Abdullah Ocalan û tevgera kurd bû. Lê Abdullah Ocalan ev komploya hezên hegemon bi fikir û ramanên xwe û bi têkoşîna xwe ya fikrî ya li Girava Îmraliyê pûç kir û fikir û ramanên Abdullah Ocalan îro li hemû cihanê belav dibin.

Zêdetirî 30 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ku niha li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê tên ragirtin nayê girtin. Agahî negirtina ji Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girava Îmraliyê fikarên malbat û gel jî zêde dike. Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan tekildarî salvegera komploya navneteweyî ji Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mahmut Altintaş re axivî. Mehmet Ocalan bi lêv kir ku Abdullah Ocalan bi fikir û ramanên xwe komlo pûç kiriye lê îro ev komplo bi tecrîda girankirî didomê û ji bo ev tecrît bê rakirin divê bertekên mezin ên demokratîk bên nîşan dayîn.

Deriyê xwe li kurdan girtin

Mehmet Ocalan anî ziman ku wan jî pêvajoya destpêkirina komployê bi awayekî bifikar li ser televîzyonê şopandine û wiha got: “Derketina Serok a ji Şamê ne bi xwesteka wî bû. Dewleta Tirkiyeyê li ser dewleta Suriyeyê ferz kiribû ku Serok ji Şamê derxînin, heke dernexînin wê êriş bikin. Serok jî ji bo êriş li dijî gelên li Suriyeyê çenebê ji Şamê derket. Rola gelek dewletan di komployê de hebû. Amerîka, Rûsya, Misir, Îsraîl û dewletên Ewropayê di komployê de rol lîstin. Piştî ku Serok ji Şamê derket destpêke çû Yewnenistanê, dewleta Yewnenistanê jî serok vexwendibûn lê piştî ku serok çû Yewnenistanê wan qebûl nekir. Yanî ji hemû kesan re cih hebû lê ji Serok re cih tune bû yanî di şexsê Serok de ji kurdan re cih tune bû. Ev ji bo dewletên navneteweyî rûreşiyeke. Ji hemû kesan re derî vekiribûn lê di şexsê Serok de ji kurdan re derî girtibûn.”

Li dijî fikrên Serok kompo pêk anîn

Ocalan, anî ziman ku yek ji armanca komployê pêşî lê girtina fikir û ramanên Abdullah Ocalan bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Serok gelê kurd ji asta tunebûne anî asta hebûnê. Wan jî xwest pêşiyê li vê têkoşînê bigirin. Dewletên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe Kurdistan di nav Suriye, Îran, Irak û Tirkiyeyê de parvekirin lê li dijî vê yekê ji bo kurdan ronahiyek hilat. Li ser vê ronahiyê dewletên navneteweyî jî ketin dewrê û xwestin wê ronahiyê bigirin. Ji bo wê jî ev komplo ji aliyê dewletên navneteweyî ve pêk hat. Ev komplo nayê qebûl kirin ji bo dinyayê rûreşiyeke mezin e. Komplo li ser xeta Serok û paradîgmaya wî pêk hat. Hemû mirov, pêkhate û nasnamê dikarin xwe di wê paradîgmayê de bibînin. Ji ber wê jî dewletên navneteweyî xwestin paradîgmaya Serok ji holê rakin.”

Paradîgma ji bo hemû cîhanê rêya sêyemîn e

Di berdewama axaftina xwe de Ocalan destnîşan kir ku Abdullah Ocalan bi têkoşîna xwe ya fikrî ya li Girava Îmraliyê komplo pûç kiriyê û wiha pê dê çû: “Paradîgmaya Serok îro li Rojhilata Navîn û hemû cihanê belav bûye. Li ser paradîgmaya serok li Rojava şoreşek pêk hat. Niha li Rojava hemû gel, pêkhate û çand di nav vê paradîgmayê de dijîn. Ev paradîgma jî ji bo hemû cihanê rêya 3’yemîn e. Edî rêya 3’yêmîn li her derê pêş vê çû ye. Ev komplo negihişt armanca xwe û pûç bû. Lê ev komplo îro bi tecrîda girankirî re berdewam dike. Tu agahî ji serok nayên girtin. Divê li dijî vê yekê jî têkoşîn bê bilind kirin. Divê hemû kes bertekeke demokratîk û mezin nîşan bide ku deriyê Îmraliyê vebe. Yê ku deriyê Îmraliyê vebike gel bi xwe ye ji ber wê jî divê çi ji dest kê bê bike.”

Têkoşînek mezin pêwist e

Ocalan, diyar kir ku li dijî tecrîde têkoşîneke mezin pêwîstê û axaftina xwe wiha domand: “Tu bendewariya me ji dewleta Tirkiyeyê tune ye. Divê em li gor rastiya xwe tevbigerin. Dewletên din ji bo me tu tiştekî nakin. Yanî di Rojhilata Navîn de 50 milyon kurd bêstatû dijîn. Ji ber ku hemû kes li gor berjewendiyên xwe li kurdan dinêrin. Divê li dijî vê yekê em yekitiya xwe çebikin û bi fedakarî ji bo gelê xwe bixebitin. Ev 2 sal û nîvin tu agahî ji serok nayê girtin. Divê em hinek wijdanî bifikirin. Dibe ku îro zûye lê sibê dê dereng bibe. Heke me bikariya rêya Îmraliyê vebike ev qas kesan jiyana xwe ji dest nedidan. Divê em li gor vê yekê tevbigerin. Heke em têkoşîna xwe li ser vê rastiyê bidin em dê pêş ve biçin.”

Divê hemû kes li dijî tecrîdê rabin

Di dawiya axaftina xwe de Ocalan bal kişand ser tecrîda girankirî ya li Girava Îmraliyê û ev bang li gel kir: “Divê hemû kes rabin ser lingan. Heta em deriyên Îmraliyê venekin çareseriya me jî wê zehmet bibe. Heke me paradîgmaya Serok baş fehm bikira û bimeşanda wê çareseriya me pêk bihata. Divê em têkoşîna demokrasiyê ji Tirkiye û Kurdistanê hêj bilindtir bikin. Yên ku di qada siyasetê de dixebitin jî divê bi awayekî fedakarî ji bo vî gelî tevbigerin. Ji dewletê re jî em dibêjin; tu mineta me ji dewletê nîne lê divê li gor qanûnên xwe tevbigerin lê ew qanûnên xwe jî nasnakin. Tu agahî ji wan her 4 kesan nayên girtin. Ev nayê qebûl kirin. Edî em vê yekê nikarin bi tecrîdê vê jî penase bikin. Li ser tune kirina wan sepanek tê meşandin. Heke em li dijî vê yekê têkoşîna xwe mezin nekin yên ku winda bikin jî em in.”