spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeyek ji Iraq û Herêma Kurdistanê çû Îranê

Şandeyeke ewlekariyê ya Herêma Kurdistan û Iraqê, ji bo ku lihevkirina li ser partiyên Rojhilat a di navbera Îran û Iraqê de binirxîne çû Îranê.

Şandeyeke ewlekariyê ji Iraq û Herêma Kurdistaê bi armanca nirxandina lihevkirina li ser partiyên Rojhilat a di navbera Îran û Iraqê de çû Îranê. Ofîsa Şêwirmendiya Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê, der barê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî û Wezîrê Karê Hindir yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, bi şandek ewlekariyê re serdana Îranê dikin.

Li gorî daxuyaniyê armanca serdanê temamkirina lihevkirina ewlekariyê ya di navbera Îran û Iraqê de ye. Tê gotin wê şande bi rayedarên Îranê re li ser xalên lihevkirina Îran û Iraqê ya li ser ewlekariya sînorên Îranê guftugo bikin. Di çarçoveya lihevkirinê de divê Hikumeta Iraqê bi Hikumeta Herêma Kurdistanê re hemû partiyên Rojhilat ji ser sînorê Iraq û Îranê dûr bixe û hemû partiyan  bêçek bike û di wargehekê de kom bike.