5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êlên Ereb: Hevgirtina kurd û ereban komplo têk bir

Şêx û rûsipiyên eşîrên rojhilatê Dêrazorê û Tebqayê zext û polîtîkayên li dijî Dêrazor û Rêveberiya Xweser tên meşandin şermezar kirin û diyar kirin ku hevgirtina ereban komplo têk bir

Şêx û rûsipiyên eşîrên Dêrazorê bi daxuyaniyekê hewldanên derxistina fitneyê li herêmê şermezar kirin. Bi beşdariya nûnerên meclisên herêmê, endamên saziyên sivîl û meclisên malbatên şehîdan, komîteyên jinan û xelkê herêmê daxuyanî li pêş avahiya şaredariya gel a li Hecînê hate dayîn. Hevserokê Meclisa Meraşide ya bajarokê Sose Esed El Dexîl diyar kir ku şêx û rûspiyên eşîrên Dêrazorê destwerdanên rejîm û milîsên Îranê bi navê artêşa eşîran ên ji bo tevliheviya ewlehî û îstîqrara li herêmê û belavkirina şaneyên xwe li herêmê şermezar dikin.

Rûsipiyên Tebqa: Hevgirtina ereban kompo xera kir

Li aliyê din Rûsipîyên Tebqayê jî, ji ber siyaseta niha li dijî herêmên Rêveberiya Xweser tê meşandin, hişyarî dan û destnîşan kirin ku hevgirtina xurt a di navbera pêkhateyan de, tevahî hewldanên dijmin ên têkbirina ewlehî û îstîqrara herêmê bi bin xistin. Di demên dawî de li Dêrazorê tevlihevî derket. Hemwextî wê dewleta tirk û çeteyên wê êrişên xwe li dijî herêmê zêde kirin. Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li dijî şaneyên DAIŞ`ê û bazirganên narkotîkê û ji bo sepandina ewlehiyê li Dêrazorê 27`ê tebaxê operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” dest pê kir. Komên çekdar ên girêdayî saziyên ewlehiyên ên hikumeta Şamê rasterast û bi awayekî aşkera mudaxele kirin û li aliyê rojavayê beravê çemê Firatê derbasî herêmên rojhilatê Dêrazorê yên Rêveberiya Xweser bûn, êriş navendên HSD û saziyên xizmetguzariyê yên herêmê kirin.

Rûsipiyên herêmê bi van bûyeran ne razî ne. Di vê çarçoveyê de rûspiyê êla El Şefrat a Tebqayê Ehmed El Cedo got: “Êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û hemwextî Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê, nîşan didin ku hewldanên hikumeta Şamê û Tirkiyeyê ji bo têkbirina ewlehiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Ji bûyerên li Dêrazorê hewl didin bi destên derve fitneyê li herêmê derxin, îstiqrara li herêmê têk bibin û şerekî di navbera pêkhateyên herêmê de çêkin.”

Ehmed El Cedo destnîşan kir ku saziyên rejîma Sûriyeyê bi koordîneya îraniyan û komên alîgirên Tirkiyeyê, lihevkirinekê pêk tînin û dixwazin bûyerên li Dêrazorê wisa nîşan bidin ku fitneyeke erebî-kurdî ye û got: “Ji bo ku tevna civakî ya hevgirtî ku bi saya projeya neteweya demokratîk pêk hatiye, parçe bikin. Divê em ji van siyasetan hişyar bin.”

El Cedo anî ziman ku dê hevgirtina xurt a di navbera pêkateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, tevahî hewldanên dijmin têk bibin ku dixwazin ewlehiya herêmê bi bin bixin û dê tevahî komployên bê jî bi bin bixin.

El Cedo teqezî bi rola HSD û êlên herêmê di têkbirina fitneyê û parastina ewleheiya herêmê de, kir.

Rûspiyê êla El Ming Ehmed El Şîban jî bang kir ku divê şerê her kesê hewl dide fitneyê li herêmê derxe û ewlehiya wê têk bibe, bê kirin û herêmê ji terorê bê parastin.

El Şîban bang li êlan kir ku li hember şerê taybet ên li dijî herêmê û armancên komên êriş herêmê dikin, baldar û hişyar bin, aqilane tev bigerin.