4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwîna zer im li berbanga îlonê

Enes Yildiz

Min defterek qedand, tiştên ji bîrbuyî re tiştên ku me pêşîn caran li gazîya rêyekî datanî.

Nexêr, xwe danaynim, nefesekî zer im û werzekî zer im û di çirke çirka baranê de hatibûm.

Li axirîyê hay ho ye.

Qêrînan didim, ser zemîna rûyê vê heyatê.

Qêrînan didim, berbanga tenha

Va hil bûm hil dibim, li vê dawîya Îlonê.

ji perde û têlên sazekî re stranekî çêdikim û dû çeman re li terka xwe ketim.

Notên defteran, notên terîxê nin, dê ji nû ve bijîn, dê ji nû ve kişkişînin, rakêşînin ku her di çi de nîv û nîvçe dimînin.

Niha! di demarên min de xwînekî zer û xembar diherike.

Şibake, pencereya sedsaleyan de

Û

Bê pêjn in di demarên min de xwînekî zer û hema wekî sedî salan

û dîsa dawîya Îlonekî de hil dibim û bi rengekî zer diherikim.

Kedera xwedê ye û xewnên ku ber bi payîzê ve dikşînim. Min goristanek im, li nav berfînan, min goristanek im, vegeriyam û dê cardin vegerim. Li nav pelên ku bi axê û bi darên rût û di xwîna zer de ‘serboriyan’ diweşînim. Saxmayînekî bedew bûm, saxmayînekî rind bûm ku li darê dinê û xwe li ber destê payîzê berceste dikim.