spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Agiriyê zexta guhertina cihê dengan li karmendan tê kirin

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Agiriyê Nejla Demîr, diyar kir AKP li Agiriyê zextê li karmendan dike cihê bikaranîna dengên xwe ji Bazîdê bibin navenda Agiriyê.

AKP’a ku di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de bi guhertina cihê dengan mudaxaleyî hilbijartinê kir û hin deverên Kurdistanê bi vê rêbazê bi dest xist, amadekarî dike ku heman rêbazê di hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an de jî bi kar bîne. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Agiriyê Nejla Demîr, der barê mijarê de li ser hesabê xwe yê medya dijîtal daxuyanî da û destnîşan kir ku AKP li gelek bajaran amadehiyên mudaxilekirina hilbijartinên herêmî dike.

Demîr, diyar kir ku zext li karmendên li Deriyê Sînor ê Gurbûlak û Gerînendetiya Gumrukê ya Bazîdê de dixebitin tê kirin ku navnîşanên xwe ji navçeya Bazîdê bibin navenda Agiriyê û ev tişt anî ziman: “Ev rewş ji bo hilbijartinên demokratîk tê wateya mudaxileya rasterast. Hilbijartin ji bo nîşandana vîna gel, astekî gelek girîng e. Divê hilbijêr bi vîna xwe biçin ser sindoqan û vîna xwe diyar bikin. Ev yek, rêgeza bingehîn a demokrasiyê ye. Îdiayên ser AKP’ê yên têkildarî mudaxileya rasterast a hilbijartinên herêmî, zirarê dide pêvajoya demokratîk. Ji bo ku karmend navnîşana xwe biguherînin zext tê kirin û ev yek li ser pêvajoya demokrasî û ewlehiya hilbijartinê gumanan ava dike.”

Ewlehiya hilbijartinê  

Di berdewamê de Demîr da zanîn ku zexta tê kirin xetereyê li ser ewlehiya hilbijartinê çêdike û ev nirxandin kir: “Mafê her hilbijêrekî heye ku cihê dixwaze li wir dengê xwe bide. Xespkirina vî mafî nayê qebûlkirin. Ev îdia baş didin zanîn ku ji bo hilbijartineke adilane û demokratîk divê tevdîrên pêwîst werin girtin. Ewlehiya hilbijartinê û parastina rêgezên demokrasiyê girîng in. Divê rayedar van îdiayan lêkolîn bikin, kesên van tiştan dikin derbixin pêşberî dadê. Li dijî mudaxileyên hilbijartinê divê tevdîrên pêwîst werin girtin. Xwedîderketina li nirxên demokratîk û ewlehiya hilbijartinê, peywira me hemûyan e. Em hêvî dikin ku demildest ev mijar were ronîkirin û tevdîrên pêwîst werin girtin. Hewldanên parastin û xurtkirina nirxên demokrasiyê baweriya me ya ser nirxên demokratîk dide nîşandan. Em ê li hemberî mudaxileya AKP’ê ya li dijî hilbijartina herêmî bêdeng nemînin. Em ê teşhîrkirin feraseta qeyûm berdewam bikin.”