5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

48 roj piştî taloqkirina înfazê jiyana xwe ji dest da

Girtî Yilmaz Ozalp ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Şakranê krîza dil derbas kir û rakiribûn nexweşxaneyê, 48 roj piştî taloqkirina înfaza wî jiyana xwe ji dest da

Girtî Yilmaz Ozalp ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Şakrana Îzmîrê dihat ragirtin, di 5’ê tebaxê de krîza dil derbas kir û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Çîgliyê. Di 14’ê tebaxê de înfaza Ozalp ji bo 3 mehan hate taloqkirin û Ozalp îro di danê sibehê de jiyana xwe ji dest da. Malbata Ozalp, ji bo wergirtina cenaze li benda destûra dozger in. Malbatê da zanîn ku piştî karûbarên fermî dê cenazeyê Ozalp li navçeya Salîhlî ya Manîsayê defin bikin.

ÇI BÛBÛ?

Derheqê Yilmaz Ozalp de bi îdiayên “Propagandaya rêxistinê” û “heqaret li serokkomar kiriye” doz hatibû vekirin û salek û 7 meh ceza lê hatibû birîn û di 1’ê çileya 2022’yan de hatibû girtin. Ozalp, di nîsana îsal de krîza dil derbas kiribû. Anjiyo bû û 2 roj piştre dîsa şandin girtîgehê. Ozalp, dixwest ku li nexweşxaneyê tedawî bibe lê ev daxwaza wî hate redkirin. Rayedarên girtîgehê jê re gotin; “ji xwe dema te kêm ma ye, dema derketî dê tedawî bibî.” Rewşa Ozalp di 5’ê tebaxê de nebaş bû û rakirin nexweşxaneyê. Hat dîtin ku krîza dil derbas kiriye. Dema dihat tedawîkirin, înfaza wî di 14’ê tebaxê de hate taloqkirin. Ozalp, 58 rojan di beşa venihêrîna awarte de ma û îro di danê sibehê de jiyana xwe ji dest da.