27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mihrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê bi panelekê berdewam kir

Derhêner Bîngol Elmas, diyar kir ku ji bo êşên wan neyên jibîrkirin hewl didin ku hin tiştan raxin ber çavan û ev tişt got: “Ji bo ku rastî bê dîtin divê mirov her tim fîlmên heqîqetê derxe pêş. Dive ku mirov hin heqîqetan bide berçav û herkesî hişyar bike.”

Di roja dawîn a 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê de bi navê “Mafê temsîla birûmet, di belgefîlman de neafirandina tundî û travmayan” panelek hat lidarxistin. Panel, li Eywana Şanoya Bajêr a Amedê bi moderatoriya nivîskara sînemayê Ovgu Gokçe hat lidarxistin û derhênerên jinên ên belgefîlman Hêlîn Çelîk, Sîbel Tekîn û Bîngol Elmas weke panelîst tev li panelê bûn.

Di panelê de kar û xebatên kêşana fîlman hatin nirxandin û panelîstan qala xebatên xwe yên vê der barê de kirin. Derhêner Hêlîn Çelîk, diyar kir ku ew bi salan e karê belgefîlman dike û wiha got: “Ji ber ku di nava jiyanê de êrîş li gelek jinan tê kirin me xwest em vê mijarê derxin pêş. Fîlma min a ewil me li ser jinên êzidî çêkir. Ji ber ku li vê erdnîgariyê bêhtir jin bi tundiyê re rû bi rû dimînin divê ku li ber çavan bên girtin. 6 sal li welat xebitîm lê weke jinekê ji aliyê desthilatê ve gelek caran hatim astengkirin. Min demên xwe bi jinan û bi hevpeyvînên bi wan re derbas kir. Jixwe dema mirov fîlm çêbike divê ku mirov destûrê ji karaktera bixwaze. Dema ku min fîlmekî amede dikir pêşî ji karakteran re digot ku hûn du kijan mijarê diaxinin li gora wî fîlm tê amadekirin.”

Travmaya komkujiyan

Derhêner Sîbel Tekîn jî anî ziman ku belgesela wê çêkiriye li ser 3 komkujiyên Enqere, Pirsûs û Amedê ye û wiha axivî: “Hê jî kesên ku wê demê ev rewş jiyane di nava travmayê de ne. Wê demê mirovên ku qet nedîtine û nizanin me xwest em bi belgefîlman bidin ber çavan. Tişta herî girîng ew e divê em van fîlman li aliyê rojavayê Tirkiyeyê jî bidin nîşandan. Divê ku mirov bêhtir komkujiyên tên kirin derbixe pêş. Ji bo komkujiya 10’ê Cotmehê me bi gelek malbatên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane re hevdîtin kir. Gelek malbatên ku nedixwestin biaxivin jî hebûn. Lê dîsa jî hevpeyvînên me yên ji bo fîlm baş bûn, me gelek tiştan bi dest xist.”

Meseleyên namûsê

Di dawiya panelê de derhêher Bîngol Elmas jî da zanîn ku li Tirkiyeyê çêkirina fîlman gelek zehmet e û ev tişt got: “Ji bo ku mirov hafizeyeke li holê bihêle divê hin tiştan bike. Ji bo êşên me neyên jibîrkirin em hewl didin ku hin tiştan raxin ber çavan. Ji bo ku rastî bê dîtin divê mirov her tim fîlmên heqîqetê derxe pêş. Dive ku mirov hin heqîqetan bide berçav û herkesî hişyar bike. Dema ku mirov fîlmek amade dike gelek tişt tên hişê mirov. Tiştên wekî erdhej, avahiyên bilind, şer, zewaca zarokên keç û hwd. Di heman demê li gelek deveran hê jî meseleyên weke namûsê didomin. Ev tişt ji xwe me beriya çend sal an kiribû fîlm.”

Piştî axaftinên panelîstan sînemahezên beşdarî panelê bûn pirsan ji derhêneran kirin û panel bi van pirs û bersivan bi dawî bû.