30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Balefirên şer ên tirk Metîna, Bradost, Amediye û Qandîl bombe kirin

Balefirên şer ên tirk di saetên êvarî de li ser çiyayê herêmên Metîna, Biradost, Balekayetî, Amediyê û Qandil bombe barandin

Balefirên şer ên tirk di saetên êvarî de li ser çiyayê herêmên Metîna, Biradost, Balekayetî, Amediyê û Qandil bombe barandin. Hevşaredarê Binarê Qendîlê Dilşad Îbrahîm ji Ajansa ROJNEWSê re ragihand ku heta niha jî dengê bilind ê bombebaranê hate bihîstin lê ziyanên bombebaranê nayê zanîn. Îbrahîm anî ziman ku saet di 21:15’an de balefirên şer ên Tirkiyeyê li ser Binarê Qendîlê digeriyan û herêm bombe kirine. Çavkaniyan destnîşan kirin ku balafirên şer çiyayên herêma Metina, Biradost, Balekayetî, Amediyê û Qendîlê bombe kirine.

Çavkaniyan da zanîn ku dengên bilind ên bombebaranê li Kunzîne ya nêzîkî Pirdeşal, gundê Bolê, nêzîkî gundê Mawnan, nêzîkî gundê Zengelîn hatiye bihîstin, lê heta niha zerer û ziyanên bombebaranê nehatiye zanîn.

Çavkaniyan bibîr xist ku heta amadekirina vê nûçeyê jî balefirên şer bi nizmî li asîmanê Binarê Qendîlê digeriyan.