28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êrişên li Dayikên Şemiyê li gelek bajaran hatin protestokirin

Tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) astengkirina çalakiyên Dayikên Şemiyê wekî binpêkirina mafan diyar kir jî, çalakiyên wan tên astengkirin. Ji bo piştgiriyê vê hefteyê jî li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê ji bo piştgirî bide Dayik/Mirovên Şemiyê li ber avahiyê DÎSK’ê daxuyanî da çapemeniyê. Parlementerê Partiya Çepên Kesk Mehmet Zekî Îrmez, Baroya Şirnexê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Şirnexê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û TJA tev li  daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em bi vîna xwe ya 28 salan hatiye ceribandin dibêjin; Em ê dev ji heskiriyên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bernedin” hate vekirin.

Daxuyaniya hevpar ji aliyê Hevserokê ÎHD’a Şirnexê Haşîm Togûrlû ve hate xwendin. Togûrlû diyar kir ku heta winda werin dîtin û kiryar bên darizandin ew ê  têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Em dixwazin bizanin bê ka çi hatiye serê zarokên me yê ji mal, cihê kar û li ber deriyên zanîngehan hatine binçavkirin. Ev kes di bin berpirsyariya dewletê de hatine windakirin. Em dixwazin bizanibin bê ka çi hatiye serê kesên hatine windakirin.”

Mêrsîn

Li Mêrsînê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) li Parka Zarokên Azad a Mêrsînê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo Dayikên Şemiyê ragihandin. Di daxuyaniyê de pankarta “Xizmên windayan ne bi tenê ne” hat vekirin. Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan, rêveberên HDP’a Mêrsînê û gelek nûnerên saziyan tevlî daxuyaniyê bûn.

Serokê ÎHD a Şaxa Mêrsînê Gazî Încî axivî. Încî mirina du Dayikên Aştiyê yên li Colemêrgê di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest dan bibîr xist û bal kişand ser têkoşîna Dayikên Şemiyê. Încî got: “Çalakiyên Dayikên Şemiyê çi qasî hiqûqî û mirovî bin, êrişên li ser wan jî ew qasî dijmirovî û dijhiqûqî ne. Bila mudaxileya li çalakiyên Dayikên Şemiyê bi dawî bibe, bila kiryar bên dîtin û darizandin.”

Îzmîr

Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî ji bo piştgiriyê bide Dayikên Şemiyê li ber  Sumerbanka kevn a li Konakê daxuyanî da çapemeniyê. Rêxistinên sivîl, nûnera partiyên siyasî, keça Musa Anter Rahşan Anter beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên “Faîlên windayan li ku ne” û “Windan wijdan e, xwedî lê derkeve” hatin vekirin. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş daxuyanî xwend û piştgirî da çalakiya Dayikên Şemiyê.

Şaxên ÎHD’ê yên Wan, Semsûr, Riha jî bi heman wesîleyê daxuyanî dan û piştgirî dan Dayikên Şemiyê û êriş û zextên li dijî dayikan şermezar kirin.

Riha

ÎHD a Şaxa Rihayê jî li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan daxuyanî da. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê, rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çepên Kesk û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tevlî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê dest ji lêgerîna li windayên xwe, Qada Galatasarayê û edaletê bernedin” hat vekirin. Hevserokê ÎHD a Şaxa Rihayê Îsmaîl Tûtal di daxuyaniyê de axivî. Tûtal destnîşan kir ku dê dest ji windayên xwe yên di binçavan de hatine windakirin bernedin û got: “Astengiyên we berhewa ne, qethiyen em ê dest ji mirovên xwe yên di binçavan de hatine windakirin bernedin.”

Semsûr

ÎHD a Şaxa Semsûrê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Dayikên Şemiyê ne bi tenê ne” hat daliqandin. Seroka ÎHD a Şaxa Semsûrê Dîlan Guler di daxuyaniyê de axivî û got: “Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin ku nîvsedsal e bi kedeke mezin û bedêlên giran bûye mekanê me yê bîrê.”

Wan

ÎHD a Şaxa Wanê jî xwest li ber avahiya xwe daxuyaniyê bide, lê bi hinceta qedexeya walîtiyê ya ji bo du rojan daxuyanî hat astengkirin. Ji ber ku polîsan loi ber avahiya ÎHD’ê barîkat danîn, daxuyanî li nav şêmûga deriyê avahiyê hat dayîn. Serokê ÎHD a Şaxa Wanê Firat Dûrmaz diyar kir ku biryara walîtiyê li dijî Destûra Bingehîn e. Dûrmaz destnîşan kir ku dê Ahmet Bozkir, Suleyman Tekîn, Selahattîn Aşkan, Lokman Kaya û Halît Ertûşê 27 sal berê li Colemêrgê di operasyoneke leşkerî de hatine binçavkirin û hatine windakirin û hemû windayên din jibîr nekin û xwest winda bên dîtin û kiryar bên darizandin.