14 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Welatiyan di Çalakiya Dayikên Şemiyê de bertek nîşanî polîsan dan

Welatî bertek nîşanî polîsên mudaxileyê çalakiya Dayik Şemiyê dikin dan û gotin: “Hûn sûc dikin.”

Çalakiya 961’emîn a Dayikên/Mirovên Şemiyê yên ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bên dîtin û faîlên wan werin darizandin hate lidarxistin. Tevî ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryara “binpêkirinê” da Dayik/Mirovên Şemiyê ev 21 hefte ye nikarin ji ber astengkirna polîsan bikevin Qada Galatasarayê. Tevî Seroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, gelek rêveberên komeleyê û parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiya vê hefteyê bûn.

Bi kelemçeyan hatin binçavkirin

Polîs fermana qedexeyê ya Qeymeqamtiya Beyoglû ya “qedexeyê” hincet nîşan da û destûr neda çalakiyê. Qada meydanê û cadeyên derdikevin qadê berî saetan ji hêla polîsan bi bariyeran hatin girtin. Dayik/Mirovên Şemiyê û parastvanên mafên mirovan dema meşiyan ji hêla polîsan hatin dorpêçkirin. Polîsan piştî demeke dorpêçê Dayikên Şemiyê bi kelemçeyan binçav kirin. Hat destnîşankirin ku ji 20’an zêdetir kes hatin binçavkirin.

Welatiyan bertek nîşanî polîsan dan

Gelek welatiyên li dor çalakiyê kom bûne bi telefonên xwe li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal weşanê kirin. Polîs bi gotina “Hûn sûc dikin” xwest kişandinên welatiyan asteng bike. Welatiyan jî li hember vê yekê bi gotina “Esil hûn sûc dikin. Ji ber li vir sûc tê kirin hûn naxwazin em dîmen bigirin.”