3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Taştekîn di baxçeyê malê de kuştin

Xizmên windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê di çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” de li aqûbeta Mûhyettîn Taştekîn pirsîn

Xizmên windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 759’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Malbatan di çalakiyê de pankarta wêneyên windayan li ser in vekir û wêneyên windayan hilgirtin. Pankarta mezin ku ji wêneyên gelek windayan pêk dihat raxistin. Xizmên windayan û rêveberên ÎHD’a Amedê vê heftê li aqûbeta Mûhyettîn Taştekîn ê ku di 5’ê Tebaxa 1993’an de li navenda bajarê Mûşê li baxçeyê mala xwe hat kuştin, pirsîn. Endam û rêveberên ÎHD’ê û malbatên windayan beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di destpêka daxuyaniyê de Serokê Şaxê ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz bang li rayedarên dewletê kir û wiha got: “Soza xwe bînin cîh. Bi rapirdûya xwe re rû bi rû bibin. Tirkiye ji sala 2015’an ve bûye cihekî ne ewle. Her roj jî ber bi cihekî nebawer ve diçe. Welatiyên niha li Tirkiyeyê dijîn xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Tiştê ku bê kirin, zêdetir demokrasî, zêdetir mafên mirovan û rûbirûbûn e.”

Piştre endama Lijneya Rêveber a Şaxê ÎHD’ê ya Berfîn Elçî daxuyanî da. Berfîn Elçî destnişan kir ku kurê winda Mûhyettîn Taştekîn, Nîhat Taştekîn serî li ÎHD’ê daye û rastiya bûyerê wiha vegotiye: “Di 5’ê tebexa 1993’an saet 21.30’de ji nav komeke 5-6 kesî ku hatin gund, yek bi çekên lûledirêj ket mala me. Yê din jî li ber deriyê me sekînîn. Bavê min melayê teqawîtbûyî yê 60 salî Mûhyettîn Taştekîn ji malê derxist û birin baxçeyê malê. Ji bilî bavê min nehişt kes ji malê derkeve. Piştî ku bavê min ji malê derxistin, demek kin dengê çekan hat. Piştî ku çek rawestiyan em derketin derve. Bavê min li baxçe di nav xwînê de bû. Koma çekdar a li ber deriyê malê ber bi Fermandariya Alaya Cendirmeyan ve direviyan. Navbera mala me û Fermandariya Alayê nêzî 800 metre bû.

‘Ji aliyê polîsên sîvil de di hat şopandin’

Beriya bûyerê polîsên sivîl bavê min dişopandin. Bavê min li derdorê yek ji kesayetiyên kurd ên navdar bû. Di sala 1990’î de çû Ewropayê û li wir di nava siyaseta demokratîk a kurd de cih girt. Berî ku were kuştin çûbû Almanya û Fransayê jî. Di serhatina bavê min ya ji Almanya û Fransayê de mehek derbas bû. Piştî hatinê ew înfaz kirin. Dema polîsan bavê min dişopand em bi hev re bûn. Du roj piştî kuştina bavê min, televîzyona TRT’ê ragihand ku bavê min ji aliyê PKK’ê ve hatiye înfazkirin. Piştre PKK di daxuyaniyekê de ragihand ku ti pêwendiya wê bi bûyerê re nîne. Piştî kuştina bavê min pêvajoya darizandinê ya bi rêk û pêk çênebû.”

Daxuyanî bi çalakiya runiştinê bi dawî bû.