18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîşkarê girtîgeha Sînaayê: Me ferman ji MÎT’ê girt

Ji serçeteyên herî xeternak ên DAIŞ`ê û berpirsê hemû operasyonên li Hesekê û êrişa li ser girtîgeha Sînaayê ya Hesekê Ebdullah Îsmaîl Ehmed li xwe mikur hat. Îsmaîl Ehmed anî ziman ku wan ferman ji MÎT`ê girtiye.

Serçeteyê DAIŞ’ê Ebdullah Îsmaîl Ehmed, di sala 2014`an de li navçeya Holê tev li DAIŞ`ê bû. Gelek erîşên hovane pêk anîn. Di destpêkê de rêveberiya xebatê lojîstîk kir. Piştre berpirsê tabûrên ku erka wan pêşkêşkirina cebilxane, xwarin û sotemeniyê di demên şeran de girt ser xwe. Ji bo xebatên rêveberî li gelek herêman hat erkdarkirin. Herî dawî jî bû berpirsê ketîbeya “El-Betar” a li bajarokê El-Şefa yê Dêrazorê.

Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê di aliyê erdnîgarî de di şerên li Baxozê de têk çûn, serçete Ebdullah Îsmaîl Emed li xwe mikur hat. Biştî Ehmed di gelek qadan de cih girt, “Waliyê” rêveberiya operasyonên li dijî herêma Hesekê erka wî bilind kir. Ebdullah Ahmed eşkere kir ku Walî kesek bi navê Ebdulezîzî bû. Niha li herêmên dagirkirî yên mîna Serêkaniyê û Girê Spî ye û bi koordîneya odaya îstîxbarata MÎT`ê kar dike.

Ebdullah Îsmîl Ehmed li xwe mikur hat ku êrişa DAIŞ`ê li ser girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a Hesekê di Sibata borî de pir veşartî bû û wiha got: “Armanca sereke ya vê êrişê hin kesên taybet ji girtîgehê derxin. ew kesên lîderên di asta yekemîn de bûn. Armanc kirin ku girtîgehê bixin bin serweriya xwe û herêmên din dagir bikin. Bi vê êrîşê me xwest hêza DAIŞ`ê zindî bikin. Lê tevgera bilez a HSD`ê hemû planên me pûç kir.

DAIŞ`ê yên li kampa Holê, ji kesê bi navê Ebdulezîz û îstixbarata tirk demançe, çekên bêdeng wergirtin û ji çeteyên kampa Holê re şandin da ku kuştin û tevliheviyê di hundirê kampê de pêk bînin. Me ferman ji kesê bi navê Ebdulezîz girt. Armanca wan têkbirina HSD’ê bû. Ferman ji çeteyê bi navê Ebdulezîz hat. Xwest hin kesayetên navdar werin hedefgirtin û li ser vê esasê ew û koma xwe ketin nava tevgerê da ku êrişê pêk bînin.”

Di 14`ê nîsana borî de çete Ebdullah Ehmed di çalakiyeke HSD’ê de hate girtin. Piştre gelek çek, cebilxane û mayînên ji bo teqandinê hebûn. Li gorî lêpirsîn û belgeyan hate diyarkirin ku wan ferman ji odeya operasyonan a li hundirê Tirkiyê de ya MÎT`ê girtiye. Bi girtina Ebdullah Ehmed re gelek planên wan têk çûn.