17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xaniyê Ocalan xaniyê gel e

Şandeya bi pêşengiya KCD, DBP, TJA û HDP’ê li gundê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Amarayê daxuyanî dan û bal kişandin ser tecrîdê. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê li dijî tecrîdê li ber xwe dide. Ji gelek bajaran welatî û nûnerên van saziyan berê xwe dan Amarayê. Nûnerên saziyan xwest, meşek li dar bixe. Lê girse di ketina gund de ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin û destûrê nedan ku şandeya ku parlamenterên HDP’ê jî di nav de biçin gund.  Welatiyên ji Pirsûsê û Çewligê çûn xwe gihandin ber mala Ocalan. Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan, Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan û xizmê Ocalan Alî Ocalan mêvanên xwe pêşwazî kirin.

Omer Ocalan bertek nîşanî astengkirinê da û diyar kir ku serdana ji bo malbata me bi awayek neqanûnî hat astengkirin. Ocalan anî ziman ku ew mêvanên Ocalan her roj pêşwazî dikin û ev xanî û gundê wan mala gelê kurd e. Ocalan destnîşan kir ku Abdullah Ocalan muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd e û gundê wan Amara mîna 4’ê Nîsanê îro jî hatiye dorpêçkirin. Ocalan astengkirinê şermezar kir û wiha got: “Ev mafê herî demorkatîk e. Lê zilmê li me dikin. Ev dewlet ji her tiştî re pirsgirêkê derdixe, heqaretê li gel dike. Deriyê me ji her kesî re vekirî ye. Hûn kengê bixwazin ev derî ji bo we vekirî ye. Ev mala gelê me ye.”

 Em agahî ji Îmraliyê nagirin

Mehmet Ocalan jî destnîşan kir ku tecrîdkirina li Ocalan tê sepandin ji aliyê hemû dinyayê ve tê zanîn û got: “Ez gelek caran çûm Îmraliyê û min bi serok re hevdîtinê kir. Du sal in haya me ji Îmraliyê nîne. Em vê astengkirina mêvanên xwe qebûl nakin. Hem tecrîdê dikin hem jî mala Serok li gel digirin. 4 însan li Îmraliyê tên ragirtin û haya kesî ji wan nîne. Divê tavilê Deriyên Îmraliyê li me malbatan bê vekirin. Ev sepanên antîdemokratîk ne çare ne. Hemû pirsgirêk bi şiklek demokratîk dikare were çareserkirin. Ji xeynî vê tu çareya me nîne.”

Malbatê Ocalan û mêvanên çûbûn gel wan ji Amara hatin Xelfetî û tev li daxuyaniya li vir bûn.