4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Konferansa Jinan a Navendî ya HDP’ê dê sibê pêk bê

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê 5’emîn Kongreya Xwe ya Asayî di 3’yê tîrmehê de pêk bîne. HDP’a ku beriya kongreyê li 7 herêman konferasên giştî û yên jinan pêk anî, dê di 21 û 22’yê gulanê de li Enqerê Konferansa Jinan a Navendî pêk bîne.

Meclîsa Jinan a HDP’ê li Behrareş, Anatoliya Navin, Ege, Marmara, Çûkûrova, Amed û Serhedê Konferansên Jinan ên Herêmê pêk anîn. Di van konferansan de mijarên xespkirina destkeftiyên jinan, êrişên li dijî partiya wan, bandora qeyrana aborî ya li ser civakê û jinan, tecrîda li ser Îmraliyê û êrişên ku li Başûr tên domandin hatin nirxandin û ji bo çaraseriya van pirsgirêkan xeta tekoşîna polîtîk hat nîqaşkirin.

Konferansa Jinan dê dawiya vê heftê bi dirûşma “Em di azadiyê de bi israr in, di tekoşînê de bi biryar in” pêk were û nêzî 300 delege dê tev li konferansê bibin. Konferans dê li Eywana Konferansê ya Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) bê kirin û dê di konferansê de ewilî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan biaxive.

Di konferansê de taybetî nexşerêya siyaseta rêya 3’yemîn û rojevên wekî tundiyên li ser jinan, rewşa girtiyên nexweş û Aysel Tûglûk, binpêkirinên mafan ên girtîgehan, şerê taybet ê li ser bedena jinan tê meşandin, êrişên di demên dawî de li dijî HDP’ê zêde bûne dê bên nîqaşkirin û nexşerêya çareseriya van rojevan dê bên diyarkirin.