7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Miftiyê qaçax ê Lîbyayê fitweyek ecêb da

Li gelek welatên Rojhilata Navîn desthilatdarên zordest ên wan welatan her dem dîn ji bo xwe re wekî alavekê ji bo pêkanîna armancên xwe yên siyasî bikar tînin. Mînakla dawî jîş beriya çend rojan li Lîbayayê qewimî. Miftiyê Lîbyayê yê berê  El Sadiq El Xeryanî piştî ku demeke dirêj li Tirkiyeyê ma vegeriya bi hewara hikûmeta Abduhemîd Dubeybe û dîsa dest bi fitweyan kir.

El Xeryanî di fitûya xwe ya nû de bang li gelê Lîbyayê dike û wiha dibêje: “hevkariya bi hikûmeta Fethî Başaga re heram e.” El Xeryanî bi wê yekê piştgiriya xwe ji hikûmeta Dubeybe re aşkera dike û li dijî hikûmeta nû ya Fethî Başaga yê ku ji alî parlamentoya Lîbyayê ve hatibû peywirdakirin dest bi fitweyan kiriye.

Wekî tê zanîn miftiyê berê El Xeryanî wekî alîgirekî bi nav û deng ê rêxistina Ixwanan e. Ji sala 2012’an de roleke mezin di warê olî de dike. El Xeryanî propagandaya rêxistinên radîkal û bi taybetî wekî berdevkê rêxistina Birayên Misilman a Lîbyayê tê naskirin.  Di hemû fitweyên xwe yên berê de jî herdem tundî rewa dîtiye û roleke mezin di gurkirina şer û pevçûnan de lîstiye. Yek ji kesên ku herî zêde destê wî di tevlihevî û krîza mezin a Lîbyayê de heye.