3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ermen û girîngiya 24’ê nîsanê

Eyyup Guven

Di nîvê sedsala 19’an de bi pêşketina tevgera neteweyî ya ermeniyan nîqaşa gelê ermenî dest pê kir. Bi zordayînên Ewropayê di peymanên navneteweyî û konferansan de ji Babi-Alî ‘’Reforma Ermenî’’ hate spartin. Li 6 bajarên ku ermenî lê zêde bûn daxwaza pêkanînên reforman ên bingehîn, agahî hatin berhevkirin lê mixabin çiqas hewl jî hatin dan, daneyên(agahî) bi ewle û bawer nehatin bidestxistin.

Daxwaza tevgera neteweyî ya ermeniyan di nav axa Osmanî de Ermenistaneke xweser bû. Burokrasiya Osmanî ji bûrjûvaziya ermeniyan ditirsiya, ji ber têkiliyên wan ên navneteweyî û geşedanên di nav axa Osmanî de ji bo wan xetere bûn. Li ser vê ji xwestekên bûrjûvaziya tirk û kurdan jî ditirsiyan. Ebdulhamîd piştî ku ev tişt dîtin di dema xwe navbera gelan de dest bi komkujî, qirkirin û tovê nifaqê kir. Kesên xwedî mal ketibûn tengezariyê, sedema vê yekê jî fileh didîtin û çareseriya wê jî weke bi kuştin û qirkirina wan didît.

Feodalên kurd astengkirina desthilatiya wan ji aliyê tanzimatgiran ve weke sedemê ermeniyan didîtin û ji ber vê yekê desthilatiya ku ji aliyê Abdulhemîd ve hatibû dan xwe pê girê didan. Sedema aligirbûna wan a desthilatdariya Osmanî ya herî girîng jî weke tengkirina jîngeha kurdan ji aliyê ermeniyan ve bû. Gundî, karker û karsazên ku di bin xizaniyeke mezin de bûn, di wan salên paşvemayînê de misilman û fileh anîn pêşberî hev, weke sedemê hev du didîtin û bi nizaniyeke mezin ji aliyê desthilatdariya Osmanî ve dihatin avêtin qirika hev.

Îtîhat û Terakî li ser kar e

Li hember netewetiya ermenî û rûman nijadperestiya tirkan weke burokrasiya parêzvanî, bi ser wan ket, xwest ew ne bi aborî bi zordariyê ji xwe rizgar bike. Wezîrên îtîhatgir, dixwest ku Împaratoriyê bikin netew-dewlet û bi vê yekê bûn hevkarê dewleta alman û xwestin bi vî awayî li Asyaya Navîn û Hîndistanê belav bibin, li hemberî vê jî tevgera neteweyî ya ermeniyan ji bo xwe estengiyeke mezin didît. Li ser vê yekê rêveberiya Îtîhat û Terakî giraniya xwe da avakirina dewleteke neteweyî. Ji bo wê jî dest bi plansaziya tasfiyekirina gelên fileh kir. Lê gelên ereb, kurd, laz, çerkez di bin banê ‘’Biratiya Îslamî’’ de demeke din weke alîgirên demborî li benda rêza xwe hatin hiştin. Osmanî li ser dagirkirin û hilweşîna Bîzansiyan hatibû damezirandin. Bi serketina tevgera serbixwe ya yewnanî, di rêveberiya Osmanî de xetereya bingehîn weke Yewnanistanê hat sehkirin. Piştî ku Rûsyayê gelên slav di bin sîwana parastina xwe de girt û îngilîz û fransewiyan jî piştgirî da yewnanan, vê yekê xetere derxist asteke krîtîk. Ev tişt jî ne tenê yewnanî, ji aliyê aborî, serhejmar û çandî ve yên pêşketî gelê rûm ku di bin banê Osmanî de dijiyan dixist hedefa sereke. Îtîhat û Terakiyê dixwest li axa Osmanî tenê ji neteweya tirk ve erdnîgariyekê saz bike û dest bi paqijiya netewe û gelan kir, di destpêkê de jvê polîtîkayê ji herêma Egeyê kirin dewreyê.

Çeteyên Teşkîlati Mahsûsa

Bi çeteyên Teşkîlati Mahsûsayê êrîşî gundên rûman kirin, gel bi darê zorê dan koçberkirin, ciwanên ku dikaribûn çek hildin di bin navê “Tabûra Emeleyan” dihat komkirin û ji bo karên rê, avahî û daristanê dihatin xebitandin. Bi vî awayî zilam dihatin bêbandorkirin û jin, zarok, pîr û kalên ku li gundan dijiyan bi tirs û xofê dihatin mişextîkirin.

Ev amadekiriyên ku di demsala biharê ya sala 1914’an de  dest pê kirin, heta bi dawiya salê ve domandin. Armanca operasyona qirkirinê (paqijiya etnîk) ku li Egeyê dest pê kir, ji kuştinan zêdetir, mişextîkirin bû. Vê bûyerê jî weke pevçûneke di navbera gelê rûm û gelên Balkanan de pêk hatiye,  nîşan da. Piştî vê qirkirinê di sala 1914’an de di dema şer de 250.000 piştî şer 550.000 rûm ji Egeyê, Marmarayê û Behra Reş hatin mişextîkirin, qirkirin û cih û warên wan hatin talankirin.

Amadekarî

Piştî ku şerên Balkanan ên di sala 1912’an de ji bo reforma ermeniyan hevdîtin bi lez bûn. Di vê demê de tevgera neteweyi ya ermeniyan dîplomasiyeke xurt meşand. Heyeta ku bi piştgiriya dewletên ewropî ji bo reformê dixebitî, bi serokatiya Bagos Nûbar Paşayê ku dawiyê di hevdîtinên Sewrê de jî cih bigirta, ji bo vê armancê hevditîn li paytextên ewropiyan pêk dianîn. Lê belê berî ku ev reform têkevin merhelê, şerê cîhanê yê yekî dest pê kir û ev reform ji holê hatin rakirin. Di wê demê de nêzîkatiya hikumeta Talat Paşa ya ermeniyan wisa bû; “Xwestekên ermeniyan tiştekî mafdar derbixwe tune ne. Divê Osmanî bajarên li rojhilatê ji destên ermeniyan derbixwe. Gelê ermenî ji damezirandina Osmaniyan hetanî niha ji bo ewlehiya sînorên Osmaniyan tu tiştek nekirine. Qet hewl nedane. Ji bo welatê Osmanî neketine şerekî û dilopek xwîn jî nerijandine. Li ser van sayan(lütuf) niha jî dixwazin perçeyek Osmanî jê bibirin. Di dîrokê de nankoriyeke wisa nehatiye dîtin”.

Di rastiya xwe de Talat Paşa ev tişt aşkera dike ku dixwaze bingeha qirkirina ermeniyan amade bike. Di 12’ê gulana 1912’an de ji parlementerê Erziromê Warteks re wiha gotiye; dema ku em lawaz bûn hûn hilkişiyan stuyên me û reformên ermeniyan xwestin. Em jî derfetên dema niha bi kar bînin û em ê gelê we wisa belav bikin ku 50 sal fikr û ramanên reformê neyên bîra we.

Di 28’ê hezîrana 1914’an de şerê Cîhanê yê yekî dest pê kir. Di 2’yê tebaxa 1914’an de tifaqa alman-Osmanî ket merheleyê. Di 31’ê kanûnê de ji bo venêrînê ya reformên ermeniyan dagerên giştî (genel müfettiş) ku hatibûn, bi paş ve hatin şandin. Piştî ku tevlêbûna şer, li hember ermeniyan polîtîkaya “neyarên hundirîn” hat îlankirin. Ji bo çewisandina ermeniyan dest bi çalakiyê kirin. Bajarên ku ermenî lê zêde bûn, di 6’ê îlona 1914’an de hikumeta Osmanî giştînameyek şand û xwest ku serokên partiyên ermeniyan û yên ku bi wan re tevdigerin weke komele, sazî û hwd. her dem di bin venêrînê de bên girtin. Bi îlana seferberiyê biryara ermeniyan jî di artêşa Osmanî de cih bigirin hat standin.

Bajarên ermenî lê zêde ne hedef in

Berê fileh bi berdêl leşkeriyê nedikirin lê bi vê biryarê ew jî di bin navê “Tabûra Emeleyan’’ de bi darê zorê kete bin banê artêşa Osmanî û çiqas karên giran hebûna dihatin xebitandin û di dema pevçûnan de jî dişandin eniya şer. Kesên ku temenê wan di navbera 15-60 salî de bûn tevahî di vê pêkanînê re derbas dibûn. Bêçekhiştin û pêkanîna bi zordarî standina leşkerî yên ermeniyan û herêmên ku bûyer qewimîn ev in; Kayserî, Bedlîs, Amed, Xarpet, Trabzon, Sîvas, Şebînkarahîsar, Zara, Hafîk, Gurun, Tarsûs, Riha (Ş.Urfa), Zeytûn (Navçeya Gurkuştê (Maraş)  Suleymanli. Talat Paşa di wê demê de ji Sefîrê (Konsolos) amerîkî re ji bo biryara tehcîrê wiha gotiye; “Li dijîbûna me ya ermeniyan 3 tişt in. Yekemîn ermenî li hember tirkan xwe ji aliyê aborî ve anîn asteke bilind. Ya duyemîn hewl dan ku me darizînin û dewleteke serbixwe ava bikin. Ya sêyemîn jî neyarên me li hember me xurt kirin.  Ji ber van tiştan berî ku şer biqede, em bi biryar in ku wan bê hêz bihêlin. Di sibata 1915’an de civîna nepenî ya lîjneya navendî ya Îtîhat û Terakiyê de bi serokatiya Enver Paşa, Dr. Nazim xwest ku biryara tehcîrê ji holê rakirinê (imha) jî vehewîne.

Pileya polîtîkaya tehcîrê bilind kirin

“Bi peyvên vala keştî nameşe, divê em bi lez bikin. Ermenî weke birîneke bêderman in. Di dema destpêkê de weke ne tiştekî giran tê dîtin lê bi demê re heke bijîşk dest neavêje dibe mirinê. Divê bi lez û bez em tevbigerin. Heke weke sala 1090’an em bikin, em ê ji sûdê zêdetir xisarê bibînin. Heke em wan ji holê ranekin, ew ê ereb û kurd jî şiyar bibin û xetere ji yekê dê bibin sê. Heke ev tevgera jiholêrakirinê bi giştî çênebe, ji sûdê zêdetir xisarê bîne. Divê gelê ermenî ji axa xwe tevahî kokek jî nemîne em derbixin. Divê kesek jî nemine, navê ermenî bê jibîrkirin. Em di nav şerekî de ne, ji niha guncavtir dem çênabe. Agahiya rojnameyan û destavêtina (mudahale) dewletên mezin çênabin. Bala wan bikişîne jî dê her tişt qediyabe. Ev tiştê ku bê kirin tevahî jikokêqirkirin e, ji ermeniyan heta yek jî xilas nebe, divê komkujî pêk bê”. Piştî van axaftinên Talat Paşa amadekariyên komkujiyê dest pê kirin lê ermeniyên ku ji aliyê aborî û bazirganiyê ve Osmanî li ser piyan digirtin ji vê yekê ne haydar bûn û karên xwe dimeşandin.

Di dema Ebdulhamîd de jî hebû

Komkujiya ermeniyan mirov tenê di salên 1915-1918’an bûyera techîrê de nebîne. Di dema Ebdulhamîd de bi carekê re 350.000 ermenî hatin qetilkirin. Piştre jî li Sasonê, Zeytûnê, Karabağ, Wanê, Stenbolê, Sîvasê û cihên ku ermenî lê dijiyan komkujiyan dest pê kir, cih û war hatin talankirin. Kurdan di dema berxwedana Sasonê ya yekî de ji bo qirkirina ermeniyan risteke girîng lîst. Di rastiya xwe de berxwedana Sasonê ya yekî li hember desthilatdariya Osmanî û beg û mezinên kurdan, ji aliyê gundiyên ermenî ve raperîneke dijfeodalî û neteweyî ya gundewar e. Polîtîkayên dijî ermeniyan ên Ebdulhamîd, bi pêkanînên mîna çekdana kurdên feodal û began dixwest ermenî û kurd bînin li hember hev, bi vê girêdayî jî şitlên xwe di sala 1890’an de standin. Di wê serdemê de li Bedlîsê Sason û Talvorîkê herêmeke ku gundiyên ermenî yên herî xîzan, Beg û eşîrên kurd ên zextdar dijiyan, bû. Di wê demê de di bin navê ‘’Hevîr-Hefîr’’ de Beg û axayên kurd ji gundiyên ermenî bi zordariyê bac (vergi) distandin. Ermeniyek dema bizewiciya di bin navê ‘’Helal’’ de diravê (pere) ku bida malbata bûkê didan beg (axê). Di demeke dirêj şûn de bi tevliheviya Osmanî ji ber bacê û xûkitiyê (haraç) gelê ermenî û kurd hatin li hember hev, ji ber  ku gelê ermenî zêde tengezar bû,  gelê ermenî dest bi çalakiyên berxwedanê kir û hilkişiyan çiyê. Ermeniyên ku hilkişiyan çiyayê Andokê bi banga cîhadê yê Şêx Muhamed û Yekîneyên Hamîdiye yên kurd hatin çewisandin û 16.000 ermenî hatin qetilkirin. Ji ber ku ev raperîna ji aliyê Yekîneyên Hamîdiye hat çewisandin, ji raya giştî ya cîhanê re weke pevçûneke berjewendî ya di navbera gelê kurd û ermenî de pêk hatibe, hat nîşandan.

Polîtîkaya tehcîrê dest pê dike

Berî ku zagona tehcîrê derkeve, Wezareta Hundir a Osmanî (Osmanlı Dahiliye Nezareti) biryara girtina navendên partiyên siyasî yên ermenî û rêveberên wê da. Rojnameya Azadamard’ê ya li Stenbolê dihat weşandin, di 31’ê adara 1915’an de hate girtin, çapxaneya wê ji Tanîn’ê ya îtîhatgiran re hat dewrkirin. Hin çavkanî vedibêjin ku serokên Hinçakan di 20’ê nîsanê de li Stenbolê hatine girtin û di 2’yê hezîranê de hatine darvekirin. Ermeniyên li Rojava kesayetên navdar, rewşenbîr, parlementer û pêşengên civakan nêzî 500 kes di 24’ê nîsana 1915’an de li Stenbol ji malên xwe hatin komkirin û li îstgeha trenê ya Haydarpaşa ber bi Çankiri û Ayaşê ve hatin rêkirin. Weşanger û xebatkarên weşanxaneyan hatin girtin û şandin girtîgeha Amedê û hemû hin negihîştibûn Amedê hatin qetilkirin. Lewma 24’ê nîsanê di tevahî çalakiyên jenosîdê “Qirkirina Ermeniyan” de nîşana giştî tê qebûlkirin.