10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Danezana xirabî û tarîtiyê

Rêvebera Rosayê Neslîhan Çoban têkildarî danezana HUDA-PAR’ê de diyar kir ku partiyên ku paşerojên wan ji hêla jinan ve tijî bûyerên xirab û tarî ne hatine gel hev û bloqeke tarî ava kirine.

Tirkiye û bakurê Kurdistanê dê di 14’ê gulanê de biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin. Di pêvajoya xebatên hilbijartinê de hemû partiyan lez dan xebatên xwe û danezanên xwe ji raya giştî re aşkera kirin. Danezana Partiya Çepên Kesk bang li hemû beşên civakê dike û bi taybetî jî jinan tev li biryarên jiyanî dike. Lê danezana Tifaqa Cûmhûr wekî her carê civakê ji hev qut dike û neyariyê dixe nav gelan û bi taybetî jî êrîşî jinan dike. HUDA-PAR’a ku mîrateya Hîzbullahê ye, xist destên xwe û destên wê di xwîna bi hezaran kurd de heye, yek ji vê tifaqê ye. HUDA-PAR’ê danezana xwe ji raya giştî re aşkera kir û rastî nerazîbûnên tund hat. Beşên ku nerazîbûnên tund nîşan dan yek jê Komeleya Jinan a Rosayê ye.

Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Neslîhan Çoban der barê tundiya ku li dijî jinan tê meşandin û danezana HUDA-PAR’ê de ji rojnameya me re nêrînên xwe anî ziman. Çoban, di serî de behsa zêdebûna tundiya li dijî jinan kir û wiha got: “Wek tê zanîn em komeleyeke ku li dijî tundiya li ser jinan tê kirin têdikoşin û ji bo mafê jinan li her derê bê parastin kar û xebatên xwe dimeşînin. Bi rastî jî tundiya li dijî jinan li tevahiya Tirkiyeyê  hatiye asta herî jor. Bi teybetî li herêma me kurdan rewş ji bo jinan pir zêde xirab e, her roj jin tên kuştin, bi tecawizê re rû bir û dimînin û êrîşên fizîkî li ser wan tên kirin.”

Tabloyeke xirab li holê ye

Çobanê ji bo pişgiriya HUDA-PAR’ê ya Tifaqa Cûmhûrê jî got ku hemû bloqên tarî yên li dijî mafên civakê û bi taybetî jî yên jinan gihîştine hev û wiha pê de çû: “Dema em dinêrin tabloyeke pir xirab li ber çavên me ye. Tevî vê tabloya xirab hinek partiyên ku paşerojên wan ji hêla jinan ve tijî bûyerên xirab û tarî ne, hatine gel hev û blokeke tarî ava kirine. Di demeke wiha kaotîk de ku gel bi giştî dixwaze ji vê rejîmê xilas bibe û bi hêviyeke mezin amadekariya çûyîna ser sindoqan dike ev bloka tarî jî li ser mafên jinan lihevkirinek çêkirine û dixwazin cardin rejîma xwe wisa dewam bikin.”

Mafên jinan tune dibînin

Çobanê di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku di demeke nêz de HUDA-PAR’ê danezana xwe ya hilbijartinê aşkera kiriye û wiha got: “Di danezanê de tê gotin ku qanûna 6284 wê biguherînin û her wiha tê gotin ku jinên 25 sal zewicî mane re wê heqdest bê dayîn. Ev danezanên bi vî rengî bi armanca malbatê biparêzin, jinan teşwîqî zewacê bikin û yên ku zewicandinê jî dema ku zilm û zordariyê jî bibînin jiyana xwe wisa derbas bikin e. Her wiha wê zewaca ku bi tundî be jî dewam bikin. Li gor zîhniyeta xwe bi bertîlên wiha qeşmerî dixwazin modeleke jinên maqûl û yên nemaqûl ava bikin. Jinan ji hev cuda dikin, dixwazin jinên zewicandî û nezewicandî dabeş bikin, jinan bi tiştên biçûk mecbûrî zewaca mêran bikin û bikin koleyên mêran. Ya rast ev bi giştî heqareteke mezin e ji bo jinan. Divê jin di sedsala 21’ê de li ser piyên xwe bisekine, kar û xebatên xwe bike, aboriya xwe bi xwe bi dest bixe û di biryara xwe de azad be.”

Dê Tirkiyeyê bikin weke Îranê

Her wiha Çobanê got ku ev tifaq dixwaze vî welatî veguherîne rejîma Îranê û wiha dewam kir: “HUDA-PAR’a ku di nav Tifaqa Cûmhûr de ye, bi danezaneke wiha xwe tev li hilbijartinê dike û weke pişgiriyeke daxwazên desthilata AKP-MHP’ê ye. Em dibînin ku ev tifaq ne ji bo berjewediyên gelan û jinan hatine cem hev, tenê ji bo berjewendiyên hinek kesan hatine cem hev û tifaqeke gemarî û tarî ye. Bi taybetî ji bo jinan metirsiyên mezin di nav xwe de dihewîne û talûkeyeke mezin heye ku dema bi ser kevin welatê me jî weke Îranê ji jinan re veguherîne dojehê.”

‘Parastina me rêxistina me ye’

Çobaê di dewama axaftina xwe de got ku ew wek komeleya Rosayê dibêjin ku li hemberî polîtikayên gemarî yên ku bi teybetî li dijî jinan pêk tên, divê parastina xwe ya cewherî pêk bînin û xwe bi rêxistin bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bawerî û hêz em bixwe ne, dema em birêxistînî bi hev re di têkiliyê de bin, bi sazî û dezgeh bin tu kes û parti nikarin li ser me tifaqan çêbikin û nikarin qanûnên ku jinan diparêzin ji holê rakin. Divê jin bixwe bikevin parlementoyê û ji bo jiyana xwe ew qanûnan çêbikin. Dîsa divê jin bi biryarî li ser partiya bisekinin ku parti ji sedî pêncî cih bidin jinan da ku di parlamentoyê û di saziyên partiyan de hîn zêdetir cih bigirin. Her wiha divê em dengê xwe nedin partiyên ku vê yekê bi cih naynin. Herî dawî em wekî komele dibêjin parastina me rêxistina me ye.”