27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şaredariya Rezanê alên AKP’ê tên didaliqîne

Maşîneyên kar ên Şaredariya Rezanê bi destê YSK’ê ji HDP’ê hat desteserkirin û hat dayîn AKP’ê ji bo daliqandina al û flamayên AKP’ê tên şixûlandin.

Di hilbijartina xwecihî ya sala 2019’an de Partiya Herêmên Demokratîk (HDP)  li navçeya Rezanê ya Amedê bi rêjeyek bilind şaredarî bi dest xistibû. Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bi hinceta ku namzetê HDP’ê karmendiya dewletê bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatiye îxrackirin, mazbata nedan û di şûna namzetê HDP’ê de mazbata da namzetê AKP’ê Huseyîn Beyoglû. Niha jî maşîneyên kar ên Şaredariya Rezanê ku bi darê zorê hatiye desteserkirin, ji bo kar û barên AKP’ê yên hilbijartinê tên şixûlandin.

Bi wesayîtên şaredariyê, flama û alên AKP’ê tên daliqandin. Li ser Cadeya 75’ê dema bi wesayîta şaredariyê flama û alên AKP’ê dihatin daliqandin ji aliyê hin welatiyan ve wêneyên wan hatin girtin.