spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Forûma Ciwanan: Destûreke bingehîn a demokratîk pêwîst e

Di forûma ciwanan a li Moda Sahne ya Kadikoya Stenbolê de eleqeyek mezin ji Partiya Çepên Kesk re hat nîşandan.

Forûm ji aliyê Platforma Ciwan wê Hilweşînin ve hat organîzekirin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Musa Piroglû û namzetê Parlamenterê Herêma 3’yemîn ê Stenbolê yê Partiya Çepên Kesk Kerem Firtina beşdarî forûma ciwanan bûn.

Li salona Moda Sahne ya ku forûm lê hat lidarxistin û xwendekarên zanîngehê eleqeyek mezin nîşan da pankarta “Ciwan wê vê Gulanê bi ser bixîne, werin 1’ê Gulanê” hat daliqandin.

Mûsa Pîroglu di forûmê de axivî û got, “Desthilatdariyê hawirdoreke wêrankirî ji ciwanan re hişt. Sîstemek heye ku di navbera du lêvên rêveberiyê de ye. 300 hezar mamosteyên bê tayînkirin di şert û mercên xirab de li dibistanên taybet dixebitin. Ev ji bo hemû sektoran wisa ye.”

‘Divê em ji vê dojeha xilas bibin’

Pîroglû destnîşan kir ku ji bo ciwanan qada jiyanê nehatiye hiştin û wiha got: “Ev hilbijartin wê bibe hilbijartineke biryara ciwanan. Li hemberî desthilatdariyê bertek heye. Divê ev bertek were rêxistinkirin. Divê em ji vê dojeha ku hatiye ferzkirin derkevin.”

Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Kerem Firtina jî diyar kir ku, Tirkiye welatê kûrkirina pirsgirêkan e û got, “Bi hevgirtinê guhertin çêdibe. Tiştek bi serê xwe nayê guhertin. Karê me yê herî girîng 14’ê gulanê ye. Piştî ku Tayyîp Erdogan ji desthilatdariyê bê girtin wê kar neqede. Sibeha 15’ê gulanê ev welat nabe bexçeyê gulan. Yên ku rast dibêjin em in, li hemberî tiştên ku hatine serê welat em dikarin çareseriyê bînin. Em ê bi hev re jiyana xwe bidomînin. Dema Tayyîp Erdogan têk biçe, gelê ku jê hez dike ji vî welatî dernakeve. Fikrên wan jî roja din naguherin. Li pêşiya me riyeke dirêj heye.”

Hewceyî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Firtina bal kişand ser pêwîstiya makezagoneke demokratîk û wiha got: “Ev di bingeha hemû pirsgirêkan de ye. Esas pirsgirêka me ya destûrî heye. Rûxandina rejîma Tayyîp Erdogan me pêş naxe. Wê me vegerîne pergala sedsalê ya ku em jê gilî dikin. Divê em pêşde biçin. Heta ku em destûra bingehîn a vî welatî bi awayekî demokratîk sererast nekin, wê riya faşîzmê bidome. Ji ber vê yekê em hejmara wekîlên Partiya Çepên Kesk girîng dibînin.”

Peywir dikeve ser milê cıwanan

Firtina wiha dawî li axaftina xwe anî, “Şertê amadekirin û ewlekirina qanûnên Komara Demokratîk ew e ku di 14’ê gulanê de herî zêde Partiya Çepên Kesk wekîl bişînin meclisê. Ji holê rakirina cudakariya ku Tayyîp Erdogan kiriye peywira ciwanan e. Weke ciwan beriya her tiştî berpirsyariya me heye. Em mecbûr in ku em helwesta xwe biguherînin. Em mecbûr in ku vê atmosfera nefretê ji holê rakin.”