spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Konferansa jinên Şengalê: ‘Bi ‘Jin Jiyan Azadî’ re ber bi şoreşa jinan’

TAJÊ bi beşdarbûna 350 delegeyan li Şengalê konferansa “Bi Jin, Jiyan Azadî re, ber bi şoreşa jinê ve” li dar xist.

Li Şengalê konferansa ‘Bi Jin Jiyan Azadî re ber bi şoreşa jinê ve’ ku ji aliyê Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) ve hatiye organîzekirin, bi beşdarbûna 350 delege û jinên êzidî û Ereb dest pê kir.

Di destpêka konferansê de parlamentera HDP’ê Feleknas Uca bi dîmen beşdarî konferansê bû. Ji Almanyayê endama Rêxistina Femînîst Ronahî Elman jî peyamek da û girîngiya hevgirtina jinan li tevahî cîhanê anî ser ziman.

Ji berdevka însiyatîfa Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Lubnanê Mihemiya Sosin Şaman jî, ji Lubnanê bi dîmen beşdarî konferansê bû û piştgiriya xwe bo têkoşîna azadiya jinên êzidî dubare kir.

Çalakvana civaka sivîl Bilur Elcerrah jî peyama xwe da û kêfxweşiya xwe ji bo derfetdayîna beşdarbûna konferansê anî ser ziman û baweriya xwe ya ji bo serkeftina jinên êzidî anî ser ziman.

Li ser navê Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê Çîçek Yildiz jî silavên hemû êzidiyên li Ewropayê gihandin beşdarên konferansê.

Li ser navê Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) peyameke nivîskî hate xwendin. Di peyamê de wiha hate gotin: “Fikrên Rêber Apo ji bo rastiya civakê, jin, ciwan, siyaset, çand, exlaq, aborî, perwerde û taybet jî ji bo parastina cewherî û her warî de bûye rênîşan û heqîqetek ku dev jê neyê berdan. Em weke hêza Şengalê tu demî vê fikrê nikarin ji nedîtî werin û xwe jê mehrûm bihêlin. Ji ber ku cihê ev fikrên Rêber Apo jê derketiye, em jî di vê erdnîgarî de dijîn. Bi taybetî ji ber ku ev fikrên Rêber Apo civaka me, ol û baweriya me parastiye, ev fikra hîn zêdetir me eleqedar dike. Fikrên Rêber Apo ji bo parastina cewherî; dibe rênîşan, felsefe û feraseta me ya parastinê. YBŞ-YJŞ li ser vê naverok û bingehî hatiye damezrandin. Heya ku dijminê vê erdnîgariyê hebe mafê me yê parastina cewherî jî mafekî herî heq û mafdar e.”

Di dawiya peyamê de YJŞ’ê de tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan weke sûcekî mirovahiyê hate pênasekirin û wiha hat gotin: “Heta ku ev fikrê Serok Apo hebe û parazvanên vî fikrê azad hebe wê hemû civak, ol û bawerî bi awayekî azad bijîn.”