4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KNK: Divê komkujiya 1915’an weke qirkirin bê qebûl kirin

KNK’ê bi wesîleya 108’emîn salvegera Komkujiya ermeniyan daxuyaniyek da û diyar kir “Em qirkirina sala 1915’an careke din bi tundî şermezar dikin û daxwaz dikin ku ji aliyê tevahiya dem û dezgehên eleqedar ve weke qirkirin bê qebûlkirin.”

Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya 108’emîn salvegera qirkirina gelên xiristiyan ên li Mezopotamya û Anatolyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

“Împaratoriya Osmanî û hevkarên wan di sala 1915’an de, li dijî gelên xwecih ên xiristiyan (mesîhî) ku li ser erdnîgariya Mezopotamya û Anatolyayê dijîn, qirkirineke mezin pêk anî. Hejmareke mezin a kurdên êzidî jî ji ber vê êrişê hatin qetilkirin. Di vê qirkirine de rêvebirên Cemîyeta Itihat Terakî, çeteyên Teşkîlata Mexsûsa, Alayên Hemîdiyê û Artêşa Osmanî, efserên di Artêşa Osmanî de kar dikirin, li hemberê mirovahiyê sûc kirin. Armanc ew bû ku çand û dîroka gelê ermenî û asûrî-suryanî-keldanî ji holê rakirin û qirkirin bû. Ev qirkirin li dijî mirovahiyê sûcek e ku ne pêkan e bê înkarkirin. Di belgeyan de bi awayekî aşkera tê diyarkirin ku milyonek û nîv bêhtir mirov hatine qetilkirin. Qeydên nifûsa Împaratoriya Osmaniyan jî vê rastiyê piştrast dikin.

Ji gelê asûrî-suryani-keldanî zêdetirî ji nîv milyonî, ji gelê ermenî jî ser milyonekê mirov zêdetir bi barbarî û bi rengên cuda û li cihên cuda hatin qetilkirin. Bi sed hezaran kes jî, ji cih û warên wan, bi Qanûna Tehcîrê hatin sirgunkirin. Bi deh hezaran, piranî zarokên keç û jinên ciwan, hatin misilmankirin û bi awayekî dermirovî bi zorê hatin zewicandin. Bi hezaran warên bicihbûnê, dêr û manastir, dibistan û pirtûkxane, kargeh hatin wêran kirin. Hejmareke ne diyar mal û milk û dewlemendî hatin desteser kirin û xesp kirin. Qetilkirina gelên asûrî-suryani-keldanî û ermenî û wêrankirina wargeh û şopên çandî û dîrokî yên wan rewa hate dîtin; bi bangên cîhadê û bi fermanan komkujiya etnîk û dînî hate kirin.

Împaratoriya Osmanî, axa Mezopotamya û Anatoliyayê dagir kir û bi sedsalan talan kir û di sala 1915’an de jî ev gel qir kirin. Birîna vê qirkirinê hêj jî derman nebûye. Her çendî sed û heşt sal in li ser dîroka vê qirkirinê derbas bûye jî, travmayên hatine jiyandin bîrînên kûr vekirine. Piştî qirkirina ku sed û heşt sal di ser derbas re bû, Komara Tirkiyeyê ku mîratxwera Imparatoriya Osmaniyan e, vê qirkirinê qebûl nake, hingê dibe hevkarê vî sûcê ku tê wateya bi awayekî din domandina qirkirinê. Bi munasebeta 108’emîn salvegera qirkirinê, em bang li Komara Tirkîyeyê dikin ku qirkirinê qebûl bike û pêdivîyên wê jî bîne cih.

Em weke KNK qirkirina sala 1915’an careke din bi tundî şermezar dikin û daxwaz dikin ku ji aliyê tevahiya dem û dezgehên peywendîdar ve wek komkujî bê qebûlkirin.”