12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bajarê Îzmîrê ji bo 14’ê Gulanê amade ye

Mehmet YILDIRIM

Hilbijartina giştî ya 14’ê Gulanê hêdî hêdî nêz dibe. Bi her rojên ku derbas dibin kelecana hilbijartinê jî derdikeve asateke nû.Lewre ev hilbijartin di dîroka nêz ya siyasî de weke hilbajartina herî girîng tê pênasekirin. Bê guman sedema herî bingehîn a vê yekê ew e ku; dê 14’ê Gulanê bibe destpêka pêvajoyeke nû. Heke ku destilatdariya AKP’ê di vê hiljartinê de bi ser keve dê destilatdariya xwe mayînde bike. Lê heke ku têkçûyînê bijî, dê desthilatdariyeke 21 salan hilweşê. Di heman demê de bi 14’ê Gulanê ve wê pêşroja Pergala Serokatiyê jî zelal bibe. Ji ber vê yekê jî hilbijartina giştî ya 14’ê Gulanê weke hilbijartineke dîrokî tê pênasekirin.

Di vê çarçoveyê de partiyên siyasî yên ku nazmetên xwe diyar kirine, bi baldarî xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin.

Wekî her deveran li herêma Egeyê ya Tirkiyeyê jî kelecana hilbijartinê her ku diçe zêde dibe. Bê guman dema mijar dibe herêma Egeyê bajarê ku derdikeve pêş jî Îzmîr e.

Îzmîr bi serjimêra xwe ya mezin sêyemîn bajarê mezin ê Tirkiyê ye. Li gorî daneyên fermî yên dawîn, serjimara Îzmîrê ji 4 mîlyona 486 kesan derbastir bûye.

Bajar, hem di warê aborî û dîrokî de hem jî di warê çand û civakî de xwedî taybetiyên balkêş e. Bê guman herî zêde jî taybetiya wê ya kozmopolîtbûyînê derdikeve pêş. Li bajêr li gel tirk û kurdan çerkez, dom, romî û gelek nasnameyên cuda dijîn. Ev yek jî di warê çandî de bajarê Îzmîrê rengîntir dike.

Bi taybet welatiyên li Îzmîrê hejmara kurdan bal dikşîne. Hêjayî gotinê ye ku di bingeha vê yekê de polîtîkayên dewletê yên salên 1990’an heye.

Ji ber polîtîkayên ku di salên 90’an de li dijberî çand û nasnameya wan ketin meriyetê, bi hezaran kurd neçar man berê xwe bidin bajarê Îzmîrê û di li xeribiyê dest bi jiyaneke nû ava kiribûn.

Li gel vê xala taybet, di warê serjimarê de jî bajar xwedî rêjeyeke mezin e. Li gorî hilbijartina herêmî ya 31 adara 2019’an li Îzmîrê 3 mîlyon 253 hezar 745 hilbijêr cih digirtin. Ji van hilbijêran nêzî ji %84’ê wan çûbûn ser sindoqan.

Dema em li encamên hilbijartinên borî mêze dikin, li bajarê Îzmîrê serdestiya partiya CHP’ê xwe dide der. Em dikarin bêjin ku bajar weke keleha CHP’ê tê pênasekirin.  Lê belê li gel vê rastiyê di salên dawîn de bi gelemperî li bajêr pêşketina HDP’ê balê dikişîne. Bê guman ya ku vê yekê piştrast dike jî encamên hilbijartinên dawîn in.

Di hilbijartina giştî ya sala 2018’an de HDP’ê ya ku îradeya bi mîlyonan kurdan temsîl dike, bi rêjeya ji %11.5’an serkeftineke balkêş bi dest xistibû. Bi vê rêjaya dengan ve HDP’ê li her du herêmên Îzmîrê 2 parlementer şandibûn parlementoyê. Bi gotineke din, Serpîl Kemalbay û Mûrat Çepnî weke namzetên HDP’ê yên Îzmîrê bi ser ketibûn.

Li bajêr encamên giştî yên hilbijartina 24’ê hezîranê 2018’an jî bi vî rengî aşkare bibûn;

  • CHP’ê bi rêjeya ji %41.3’an 14 parlementer
  • AKP’ê bi rêjeya ji 28.7’an 8 parlementer
  • HDP’ê bi rêjeya ji %11.5’an 2 parlementer
  • Partiya İYİ bi rêjeya ji 10.9’an 2 parlementer
  • MHP’ê bi rêjeya ji 6.3’an 2 parlementer

Wekî ku ji van encaman jî tê fêm kirin, li Îzmîrê serdestiya CHP’ê bal dikşîne. Lê belê encamên ku HDP’ê bi dest xistin jî ji aliyê hilbijêrên wê ve weke serkeftineke girîng hatibû pêşwazîkirin.

Li gel hilbijartina giştî ya 24’ê hezîranê, di hilbijartinên herêmî ya 31’ê adara 2019’an de jî li Îzmîrê encamên balkêş derketibûn holê.

Li gorî daneyên fermî; di hilbijartina herêmî ya 31’ê adarê de li Îzmîrê 3 mîlyon 253 hezar 745 hilbijêr cih digirtin. Ji van hilbijêran 2 mîlyon 740 hezar 742 kesan dengên xwe bi kar anibûn. Ji hilbijartinê encamên ku derketin jî wiha bûn;

Lî Îzmîrê encamên hilbijartina herêmî ya 31’ê adara 2019’an;

  • CHP %52.65
  • AKP %35.93
  • HDP %2.51
  • MHP %2.28

Di encama van rêjeyên dengan de Mustafa Tunç Soyer bibû şaredarê bajarê mezin ê Îzmîrê.

Pirsgirêkên ku Îzmîr dijî

Li ser vê hilbijartinê 4 sal derbas bûn û li bajêr mîlyonan hilbijêr dê car din biçin li ser sindoqan. Mîlyonan welatiyên ku li vî bajarî dijîn hilbijartina 14’ê Gulanê wek hilbijartineke dîrokî pêşwazî dikin. Lewre şêniyên bajêr daxwaz dikin ku pirsgirêkên ku dijîn êdî çareser bibin. Pekî çi ne ev pirgirêk?

Li Îzmîrê em dikarin bêjin ku di her warî de pirsgirêkên ber bi çav tên jiyandin. Ji aborî heya rêjeya bêkarî, ji gefên dijberî xweza û ekolojiya bajêr heya pisrgirêkên tendurîstiyê di gelek beşên jiyanê de Îzmîr bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû hatiye hiştin.

Bi taybet di warê aborî de mîlyonan welatî bi neçariyeke kûr re rû bi rû mane. Asta ku hatî, xizantî bûye pirsgirêka herî mezin a bajarê Îzmîrê. Bi taybet di warê rêjeya kesên bêkar de bajarê Îzmîrê her ku diçe vediguhire qadeke qeyranan. Li gorî tespîtên ku hatine kirin, li bajêr rêjeya kesên bê kar ji %15’an derbastir bûye. Bi taybet piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê li dijî Îzmîrê koçên nû pêk hatin vê yekê jî rêjeya bêkariyê zêdetir kir.

Li gel xizantî û bêkariyê, xweza û ekolojiya bajarê Îzmîrê jî bi salan e bi pirsgirêkên mezin re têdikoşe. Bi taybet qirêjbûna ku her ku diçe li deryaya Egeyê zêde dibe, bi xwe re xetereyên nû diafirîne. Her wiha, ji ber nayên parastin daristanên herêmê jî her sal dibin armanca pêkanînên neyînî yên wekî talanê.

Li aliyê din hewldanên vegûhestina bajêr jî bû sedam ku mîlyonan welatî mexdûriyetên mezin bijîn. Weke mînak di çarçoveya vegûhestina bajêr de li şûnwara Kadîfekelayê bi hezaran welatiyên kurd neçar man cih û warên xwe biterikînin. Ev yek jî rê li ber mexdûriyetên mezin vekir.

Di heman demê de hem di warê sazûmanî hem jî di warê de polîtîkayên dijberî xwezayê de encamên ku derketin holê bandoreke neyînî li ekolojiya bajêr jî kir. Bi taybet hewaya ku her ku diçe qirêj dibe, li bajêr rê li ber xetereyên mezin vedike.

Ji ber tevî van pirsgirêkan welatiyên Îzmîrê daxwaza guherîneke mezin dikin da ku ji pirsgirêkên ku bajar dijî re çareserî bên dîtin.

Bi kurtasî em dikar bêjin ku “gelek hincetên girîng hene ku welatiyên Îzmîrê berê xwe bidin sindoqên 14’ê Gulanê”

Dê di 14’ê Gulanê de ji Îzmîrê encamên çawa derbikevên holê ne diyar e. Lê belê der barê pêvajoya hilbijartinê de ez dikarim hin çavdêriyên xwe bi we xwenînrên hêja re parve bikim.

Di serî de em dikarin bêjin ku li bajêr kelecana hilbijartinê asteke jor de tê jiyandin. Sedema vê ya herî bingehîn jî ew e ku; gelên ku li Îzmîrê dijîn, di warê desthilatdarî de pêdivî bi guherînê tînin. Ji ber vê yekê jî bi awayekî zelal daxwaza guherîna destilatdariyê dikin. Bê guman di vê daxwazê de xwedî hincetên girîng in. Di serî de di warê aborî û civakî de qeyranên ku li gelenperiya welêt tên jiyên li bandoreke neyînî li civaka Îzmîrê jî dike. Bi taybet ji ji ber qeyrana aborî hilbijirên Îzmîrî li benda guherîneke nû ne.

Partiya Çepên Kesk li Îzmîrê li pey serkeftineke dîrokî ye

Heman daxwaz û armanc di hilbijêrên Partiya Çepên Kesk de jî xwe dide der.

Partiya Çepên Kesk a ku dê cara yekem beşdarî hilbijartinan bibe, wekî li her deverên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, li bajarê Îzmîrê jî xwedî îdiayeke mezin e. Piştî ku namzetên xwe diyar kirin, Partiya Çepên Kesk li Îzmîrê dest bi xebateke berfireh kir. Li gorî bernameya ku hatiye amadekirin, di xebatên ku heya niha hatin meşandin de hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin, Heversokê giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî di xebatên li Îzmîrê de cih girtin.

Bê guman di nav van xebatan de yên ku herî zêde bal kişandin vekirina navendên hilbijartinê bûn. Bi taybet beşdarbûna gel a vekirina navendên hilbijartinê li hin navendan weke mîtîngan derbas bû. Ev yek jî car din îdiaya Partiya Çepên Kesk a li Îzmîrê raxist li ber çavan. Îdiaya Partiya Çepên Kesk ew e ku li Îzmîrê herî kêm 4 parlementaran bişîne parlementoyê. Ev îdia wê çawa bi encam bibe em ê bi hev re di roja 14’ê Gulanê de bîbînin. Lê belê, pêşwazîkirina gel a namzetan nîşan dide ku Partiya Çepên Kesk li bajêr xwedî hêzeke bi çi rengî ye.

Hêjayê bi bîr xistinê ye ku Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akın wê li herêma duyemîn di rêza yekem de beşdarî hilbijartinan bibe. Li herêma yekemîn di rêza yekemîn de jî Burcugul Çubuk cih digire. Heke ku suprîzeke mezin çênebe dê ev her du namzet weke parlementer berê xwe bibin Enqereyê. Li gel van her du navan, Partiya Çepên Kesk hewl dide ku namzetên xwe yên din jî bişîne parlementoyê. Di vê çarçoveyê de Partiya Çepên Kesk bawerî bi navçeyên ku li wir bi hêz e, tîne.

Wekî ku tê zanîn, di hilbijartina giştî ya 24’ê hezîrana 2018’an de li herêma yekemîn HDP’ê herî zêde li navçeyên wekî Buca, Konak û Karabaglarê dengên pir (li her navçeyê nêzî 40 hezar dengan) bidest xistibûn.

Bi heman rengî li herêma duyemîn jî li navçeyên wekî Menemen, Bayrakli û Bornovayê HDP’ê serkeftinên mezin bidestxistibûn.

Di hilbjartina 14’ê Gulanê de dê HDP cih negre. Lê belê Partiya Çepên Kesk a ku hêza xwe ji hilbijêrên HDP’ê digire, armanc dike ku hem li van navçeyan û hem jî li gelemperiya bajêr serkeftinên dîrokî bi dest bixe.

Bi serkeftina ku bê dest xistin Partiya Çepên Kesk armanc dike ku ji pirsgirêkên Îzmîr dijî yên ku me bi kurtasî qala wan kir re çareseriyên mayînde bibîne.

Belê xwînerên hêja bi kurtasî; bajarê Îzmîrê ji bo 14’ê Gulanê ji niha ve amade ye ku bi îradeya xwe dest bi pêvajoyeke nû bike.