3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Eşîra daîlam û dewleta Ziyar a kurd

Di dîroka Kurdistanê de kurdan her tim li dijî hegemonyaya olê û serdestiya desthilatan li ber xwe dane. Çi bi takakesî, çi jî bi malbatî, eşîrî û neteweyî. Ligel komkujiyên li ser kurdan di her serdemê de em rastî gelek serhildan û destkeftiyên kurdan jî tên. Bi taybetî bi hatina îslamiyetê re gelê kurd neçarî qebûlkirina ola îslamî hatiye hiştin. Li herêma Îran, Xorosan û bi taybetî li rojhilatê Kurdistanê gel li dijî serweriya olan li ber xwe dane.

Eşîrên li vê herêmê dijiyan hema bêje yek ji wan jî bi rastî û dilekî rihet bi îslamiyetê ve nehatine girêdan. Li dijî zextên îslamiyetê her tim serî hildan e.

Eşîra daîlam

Yek ji eşîra ku piştî hatina îslamiyetê serweriya Ebasiyan qebûl nekiriye eşîra daîlam e. Eşîra daîlam destpêka sedsala 9’emîn de dibin misilman lê belê bi tu awayî polîtîkayên rêveberiya Ebasiyan napejirînin. Ji ber vê yekê jî her tim rastî zext û tundiyê hatiye. Bi taybetî jî piştî tepisandina Serhildana Babek tundiya Ebasiyan li ser daîlaman zêde dibe. Eşîra daîlam hem li ber xwe daye hem jî piştgirî daye derdorên li dijî Ebasiyan serî rakirine. Her tim li gorî hêz û qeweta xwe piştgirî dane serhildan û raperînên ku li dijî îslamiyetê pêş ketine. Wekî mînak, destek dane raperîna Sammaniyan a li sînorê Rayê û serhildana Reşikan a li Basrayê.

Ebasiyan wekî eşîra daîma, eşîrên din ên li vê herêmê dijîn bi darê zorê îslamiyet bi wan daye qebûlkirin Lê belê ola îslamî ya ji bo wan gelekî xerîb dihat û mêtingeriya rêveberiya ereban nedihebandin. Ji ber vê yekê di her şert û mercî de nerazîbûnên xwe didan der.

Piştî fetha bixwîn a bi komkujiyên li Kurdistanê pêk hat, di navbera salên 890 û 928’an de herêmeke Kurdistanê dikeve bin serweriya Misafirê ji eşîra daîlam. Eşîra rewandiyê jî di bin serweriya Misafir de bû.

Nîv otonom bûn

Eşîra daîlam demeke dirêj li dijî rêveberiya Ebasiyan rewşa xwe ya nîv otonom parastiye. Lê belê nexwedî ew hêz û serwextiyê ye ku artêşeke mezin derxe holê. Ev eşîra ku li başûrrojavayê Behra Xezarê niştecih e, xwedî leşkerên bi hêz û bêhempa yên peya ne.

Merdavîçê kurê Ziyar ê ku ji eşîra daîlam e, di sala 928’an de li başûrê gola Xezarê xwe bi rêxistin dike û piştgiriyeke xurt ji gelê herêmê digire. Merdavîç herêmê dixe bin serweriya xwe û di sala 930’î de sexwebûna xwe radigihîne.

Sînorên xwe fireh dike

Merdavîç heta sala 931’an bi destxistina herêmên Taberistan û Curcan re dewleta Ziyar a Kurdan ava dike. Piştî demeke kurt artêşên Ebasiyan têk dibe û sînorên xwe fireh dike. Ji aliyê başûr ve heta Îsfahan, ji aliyê rojava jî heta El Cezîre û digihîne Iraqê. Her wiha ji aliyê bakur jî sînorê wê digihîne heta Kafkasyayê.

Wê demê Ebû Şûca yê kurê Buveyh ê ji eşîra gor dixwaze têkeve xizmeta hikûmdar û avakarê dewleta kurd a Ziyar Merdavîç. Merdavîç jî qebûl dike û di sala 930’î de Eliyê kurê Ebû Şûca dike waliyê wîlayeta Kerçê. Piştre dewleta kurd a Buveyhiyan ava dikin.

Di sala 998’an de yek ji hikûmdarê dewleta Ziyarê, Kabûsê kurê Weşamger herêma Curcan û Teberistan ji dewleta kurd a Buveyhiyan şûnde digire.

Ev dewleta kurd heta sala 1077’an li ser piya maye. Di nav vê demê de ji aliyê 8 an jî 6 hikûmdaran ve hatiye rêvebirin. Li gorî hin çavkaniyan di wê serdemê de hikûmdarên bi qasî sed salî hikûmdarî kirin e wiha ne; Mardaviçê Ziyar (928-934), Weşamgerê Zîyar (934- 967), Zehîrodelê Bêstûn (967-976), Şemsul Mualî Ebulhassan Kawûs (976- 1012), Felekul Mualî Menûşehrê Kawûs (1012-1031), Enûşirwanê Menûşehr (1031-1043), hikûmdarê dawî jî Keylan Şaxê kurê Kawûs e (ku di navbera salên 1069-1077’an de hûkimdariyê dike). Li gorî çavkaniyan di sala 1077’an de ji aliyê avakarê dewleta kurd a Alamûtê Hasan Al Sabah ve tê hilweşandin û li şûna wê dewleta kurd a Alamûtê ava dike. Hin çavkanî jî dibêjin; ji aliyê Hasan Sabah ve hatiye lewazkirin lê ji aliya Selçûkiyan ve hatiye hilweşandin.

Zanyarên hêja tên gihandin

Di serdema dewleta Ziyar de em rastî pêşketên girîng tên. Di warê mîmariya kurdî de pêşketinên mezin çêdibe. Her wiha bi taybetî di warê astronomî (zanista ezmanî), fîzîk, tib û matematîkê de zanyarên mezin têdigihîne.

Her wiha li erdnîgariya Kurdistanê çanda Kab (Konik qube) cara yekemîn bi mîmariya kurdî hatine avakirin. Di heman demê de Qaba Kawûs (Gonbad-e Qabus) ku yek ji sembola neteweyî ya kurd e û di şiklê 10 koşeyî yê rojê de ye hatine avakirin. Ev avahî di heman wextî de wekî malên çavdêriyê jî bûne. Dîsa di vê serdemê de kesayetên kurd zanyarên mîna El-Burunî, El-Cezîrî gihîştiye. Her wiha di vê serdemê de Kawûsname (Kabûsname) ya ku di warê felsefe û sosyolojiye de berhemeke hêja û bi nirxe ku heta roja me ya îro jî hêjahiya xwe parastiye û ji aliyê apê hikûmdarê demê Keykawus ve hatiye nivîsîn.

Ji bo heqîqeta dîroka Kurdistanê di tarîtiyê de nemîne me şewqa çiraya xwe da ser eşîra daîlam û dewleta Ziyar.