spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Ev bajar bêxwedî nîn e’

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê der barê avahiyên qaçax de daxuyaniyek da û wiha got: “Destûrê didin kargehên bêrûxset, bêçavdêrî, neqanûnî yên weke kafeterya, xwaringeh, dikan, dibistan, nexweşxane, otêl û eywanên dawetê ku ji hêla hemû kesan ve têne bikaranîn.”

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî avahiyên qaçax daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Ev bajar bêxwedî nîn e” hat vekirin û dowîzên “Her der rant, her der talan”, “Efûyên îmarê dikuje”, “Desthilat wê hesap bide” hatin rakirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosûn, Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulistan Atasoy, endam û rêveberên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn.

Kirinên wan sûc in

Hevserokê Odeya Avahîsazan a Şaxa Amedê Ferît Kahraman daxuyanî xwend û destnîşan kir ku qeyûm şirîkatiya sûcan dike. Kahraman bi bîr xist ku di 6’ê sibatê de li Gurgumê 2 erdhej çêbûn û li 11 bajaran encamên ku nayên vegerandin pêk hat û wiha got: “Di binê van kavilan de bi deh hezaran mirovên me jiyana xwe ji dest da, bi sed hezaran birîndar bûn, serpêhatî veguherî trawmayên mayînde yên ku nayên jibîrkirin. Berpirsiyarên van êşan, heman biryarên şaş didin û bi heman hilbijartinan gelê me mehkûmî mirinên nû dikin. Her wiha bi efûyên îmarê re gelek avahiyên bêkontrol, birîsk û derqanûnî ji mirovan re bûne gor. Ên ku bêçalaktiyê weke çarenûs nîşan didin, ên ku berjewendiyên xwe dixin pêşiya berjewendiya civakê, bûne sedema van êşan. Hêzên siyasî, saziyên giştî yên dewletê û rêvebir di van êşan de xwedî para mezin in. Lê belê, hemû rêvebiriyên şaredariyên li welêt, çi hikumet û çi jî muxalefet bin, hevparên heman berpirsiyariyê ne. Cenazeyên me ji ber kesên ku erka xwe pêk neanîn, bi taybetî jî hêzên siyasî di bin kavilan de man.”

Name şandin wezaret û şaredariyê

Kahraman da zanîn ku saziyên xwedî erk û rayeya çavdêriyê erka xwe pêk naynin û wiha berdewam kir: “Destûrê didin kargehên bêrûxset, bêçavdêrî, neqanûnî yên weke kafeterya, xwaringeh, dikan, dibistan, nexweşxane, otêl û salonên dawetê ku ji hêla hemû kesan ve têne bikaranîn. Li bajêr ji hêla Koordînasyona Bajar a Amedê ya TMMOB’ê ve gelek xebatên înşaetên bêrûxset û avahîyên dereqanûnî hatin tesbîtkirin û di çarçoveya van tespîtan de ji Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ya bajar bi taybetî ji şaredariyan re gelek name hatin nivîsandin. Di tevahiya pêvajoyê de ji bo ji holê rakirina van nakokiyan çalakî hatin lidarxistin.”