17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ev jî hîle û diziya dengan a li Mêrdînê ye

Li Mêrdînê tespîtên nû hatin kirin ku dengên Partiya Çepên Kesk kêm an jî li ser partiyên cuda hatine nivîsandin.Her wiha aşkere bû ku li hin sindoqan ji bo AKP'ê dengên zêde hatine nivîsandin

Di encama lêkolînê de hate dîtin ku li navçeya Artûklûyê li sindoqa bi hejmara 1012’an dengê Partiya Çepên Kesk 111 bû, lê li sîstemê weke 100 deng hatine qeydkirin. Dengên AKP’ê jî 85 bû, lê li sîstemê 135 deng hatin qeydkirin.

Li gel vê yekê li navçeya Artûklûyê li sindoqa bi hejmara 1217’an dengên Partiya Çepên Kesk 114 bû, lê li sîstemê 91 deng hate qeydkirin. Dengê AKP’ê ku 96 bû li sîstemê weke 107 deng hatin qeydkirin.

Li heman sindoqê dengê MHP’ê 17 bû, lê weke 30 hate qeydkirin. Dengên partiyên din jî kêm hatin qeydkirin.

Li Nisêbînê dengên sindoqekê hatine jêbirin

Li taxa Kertwene ya Nisêbînê li sindoqa bi hejmara 1106’an dengê Partiya Çepên Kesk 171 bû, lê tespît bû ku hemû bi navê MHP’ê hatine qeydkirin. Bi vî rengî dengê Partiya Çepên Kesk weke ‘sifir’ hate nîşandan. Her wiha 20 dengên CHP’ê jî li ser Partiya Yekîtiya Hêzê hate qeydkirin.

Li Qoserê 219 deng ji AKP’ê re hatine nivisandin  

Li taxa Firatê ya Qoserê li sindoqa 1203’an jî deng li ser cihê şaş hate nivîsandin. Li sindoqa navborî dengên Partiya Çepên Kesk 219 bû, lê hemû li ser navê Partiya Rizgariya Gel (HKP) hate nivîsandin.