7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo îtîrazên li YSK’ê îro roja dawî ye

Ji bo îtîrazên piştî hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê yên 14’ê Gulanê li dijî daneyên YSK’ê, biryarên lijneyên sindoqan û girtekên yekkirinê îro roja dawî ye.

Îtîrazên piştî hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê yên 14’ê Gulanê ji bo Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) tên kirin didomin. Derket holê ku daneyên YSK’ê parve kirin û girtekên bi îmzeya şil hev nagirin. Bi taybet jî dengên Partiya Çepên Kesk û Partiya Gel a Komarê (CHP) ji bo partiyên din hatine nivîsandin û ev yek rastî bertekên tund hat. Ji bo îtîrazên li YSK’ê îro roja dawî ye.

Li gorî YSK’ê, li dijî biryarên lijneyên sindoqan û girtekan, mafê partiyan heye ku li gorî rêzê li hillbijartina navçeyê, hilbijartina bajar û herî dawî jî li YSK’ê îtîraz bikin. Rojek piştî hilbijartinê li dijî girtekan îtîraz hatin kirin û lijneyên hilbijartinê yên navçeyan di vê mijarê de biryara xwe dan.

Îro roja dawî ye

Li dijî biryarên lijneya hilbijartinê yên navçeyan û girtekên yekkirinê, îro heta saet 17.00’an dikare li lijneya hilbijartinê ya bajar îtîraz were kirin. Li dijî van îtîrazan, lijneyên hilbijartinê yên bajar herî dereng divê heta saet 23.59’an biryarê bidin. Li dijî biryarên lijneyên hilbijartinê yên bajar û girtekên yekkirinê, heta 17’ê gulanê saet 17.00’an dikare li YSK’ê îtîraz were kirin.

YSK, dê derheqê îtîrazên li dijî biryarên lijneya hilbijartinê û girtekên yekkirinê biryara xwe bide. Piştî tevahiya pêvajoyên îtîrazê, YSK dê encamên teqez parve bike.