8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Brîtanyayê amadekariyên tûra duyemîn a hilbijartinan

Koordînasyona Hilbijartinê ya Brîtanyayê bi bîr xist ku di navbera 20-24'ê Gulanê de wê li London, Manchester, Leicester û Edinbourghê dengdan bê kirin û bang li gel kir ku bi dirûşma 'Dîktatoriyê rawestîne, dîrokê binivîsîne' tevlî dengdanê bibin.

Koordînasyona Hilbijartinê ya li Brîtanyayê ku ji komeleyên Kurd, Elewî, çep, şoreşger û herêmî pêk tê, ji bo hilbijartinên tûra duyemîn ên Serokkomariyê dest bi amadekariyan kir.

Rejîma AKP-MHP’ê li Brîtanyayê têk çû. Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ji bo dengdana tûra duyemîn a li Brîtanyayê tenê 20 û 21’ê Gulanê destnîşan kiribû, lê belê ji ber îtirazan û nerazîbûna zêde doh biryara xwe guhert û kir ku dengdana li vî welatî di navbera 20 û 24’ê Gulanê de bê kirin.

Koordînasyona Hilbijartinê wê di navbera 20-24’ê Gulanê de ji Navenda Civaka Kurd, Day-Mer, Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê, Cemxane û Kirkisrakiyan hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî bêpere bigihîne cihên dengdanê.

Li Brîtanyayê ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê 4 herêmên dengdanê hatibûn avakirin, lê ji bo hilbijartinên 28’ê Gulanê 4 herêm hate diyarkirin. Dengdan wê sibeha 20’ê Gulanê saet di 08:00 de destpê bike û heta 24’ê Gulanê her roj heta saet 22:00 dewam bike.

Cih û navnîşana dengdanê ya li Brîtanyayê bi vî rengî ne:

London:

Novotel London West

1 Shortlandıs Hammersmith W6 8DR

Manchester

14 Oxford Court M2 3WD

Leicester:

Tigers Rugby Club,

Mattioli Woods Welford Road LE2 7TR

Skoçya

Edinburgh:

39 Drumsheugh Gardens, EM3 7SW

Ji Koordînasyona Hilbijartinê ya Brîtanyayê Dogan Genç ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku di tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê de ji bo hilweşandina rejîma Erdogan ew bi hêvî û kelecaneke mezin dixebitin. Dogan diyar kir ku divê kes xemsar û bêhêvî nebe û bang li gelên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Brîtanyayê kir ku berpirsyariya xwe ya dîrokî û mirovî bi cih bînin û tevlî dengdanê bibin.

Hevseroka Navenda Civaka Kurd a li Londonê Turkan Bûdak jî anî ziman ku divê gel bêhêvî, bêmoral nebe, ji bo bidawîkirina vê rejîma dîkta û afirandina biharên nû bi kelecan û hêviyeke mezin tevbigerin, heta 20’ê Gulanê her kes di nava seferberiyê de bin.

Berdevkê Navenda Civaka Kurd û Tirk (Day-Mer) Feyzûllah Cînpolat jî got, “Li çar deverên bingehîn ên Brîtanyayê wê dengdan bê kirin. Em careke din bang li gelê xwe dikin ku bi hêvî dengê xwe bide. Ji bo rizgarkirina welatê xwe ji dîktatoriya yek şexsî em bi hev re dengê xwe bidin, dîrokê binivîsînin.”