7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ev ne kîsek e

Du hefte berê dîmenek û çend wêne li ber deriyê Edliyeya Amedê di ajans û platformên medya dijîtal de hat parvekirin. Di van dîmenên ku Ajansa Mezopotamyayê belav kirin de mirovekî derdora 65 salî û di destan de jî kîsekî spî ji deriyê edliyeyê derdiket. Hov û barbaran hestiyên kurê wî mirovî di kîsekî de dabûn wî bavî.

Bavê ku ne li benda tiştekî wiha bû, bi gavên şermîn û tijî êş li pêşiya deriyê edliyeyê li seyareyê siwar bû û kurê xwe jî danî kêleka xwe. Ev dîmen li ber çavan ne nû ye.

Gelek caran me hovîtî û barbariya van sazî û dezgehên dewletê yên li hemberî kurdan dîtine. Ez bawer im, heta dijminê me ev hov û barbar bin, ev ê ne dîmena dawî be jî. Hovîtî û barbarî ketiye nav xwîn, ruh, damarên wan. Sazî û dezgehên wan jî bûne qadên hovîtî, nijadperestî, bêexlaqî û bêwijdaniya wan. Ji ber vê yekê hewce nake meriv qala qanûn, edalet û mafê mirovan bike. Ji ber ku dewleta tirk ev demeke dirêj e ku li hemberî kurdan qanûn, edalet, mafê mirovan avêtiye ser sergo. Dema mijar dibe kurd rayên hovîtî û barbariya wan şîn dibin. Çi ji destên wan tê texsîr nakin û ya ji destên wan nayê jî dibêjin. Di hovîtî û barbariya xwe de sînorên mirovahiyê ji zû de derbas kirine lewma mirovahî xistibûn wî kîsî û dabûn destên bavî.

Di salên 1925’an de wênesazê fransî Rene Magritte çend wêne çêkiribûn û di yek ji wan de jî qelûnek xêz kiribû.

Di bin qelûnê de hevokeke ji peyvan pêk dihat “Ceci n’est pas une pipe.” nivîsandibû, ev hevok dihat vê wateyê: “ev ne qelûnek e.” Di vî wêneyî de du tişt derdikevin pêşiya mirovan. Ya yekem qelûn ya duyem jî nivîs. Tişta xuya dikir qelûn bû lê nivîsê digot ev ne qelûn e. Tişta di destên bavî de jî kîsek bû. Lê di rastiya xwe de ew ne kîsek bû. Ew ruhek, canek, kurek, birayek, kurdek û Kurdistanek bû. Barê bavî giran bû ji ber ku bextê romê tune bû, dinya xistibûn wî kîsî û dabûn destên bavî. Ev ne kîsek bû êdî, ev dinyayek, welatek, bajarek, gundek, çiyayek bû di nav lepên bavî de. Tişta xuya dikir û ya di dilê bavî de ne heman tişt bûn. Rastî û xewn/xeyal, qencî û hovîtî, delalî û barbarî di van dîmenan de derketin hemberî me.

Piştî derketina dîmenan jî gelek kesan ev dîmen parve kirin û êşa dilê xwe li ser platformên xwe yên medya dijîtal bi çend gotinan be jî li hemberî dijmin nivîsandin. Bêguman kesên ev wêne parve kirin, dilên wan êşiya û aciz bûn, lewma ev wêne parvekirin û barbariya saziyên dewleta tirk danîn ber çavan.

Lewma di statuyên xwe yên whatsappê, facebookê û hemû platformên medya dijîtal de parve kirin. Lê ev hemû çalakiyên takekesî, şexsî û wijdanî bûn, lewma bandoreke erênî/guherbar li raya giştî nekir û nake.

Heke çalakiyên şexsî û wijdanî veneguherin bertek an jî çalakiyên ku bikaribin pêşiya barbarî û hovîtiyên wiha bigirin, bêguman ew bertek an jî çalakî ji ber rihetkirina wijdana şexsî ne. Heke ku bertêkên meriv pêşiya hovîtî û barbariyên dewlet an jî saziyên wê negirin bêguman divê meriv rêbazên çalakiyên xwe biguherîne.

Gelek sedem hene ku ev çalakî yan jî parvekirinên li ser medya dijîtal bêbandor dimînin. Sedema yekem, kesên vê hovîtiyê dikin, dewlet û saziyên wê ne, di civaka tirk de dewlet çi bi kurdan bike jî rewa tê dîtin. Jixwe em kurd jî di gelek aliyan de parçe bûne lewma di bertekdayînan de jî ev parçebûn xwe nîşan dide.

Sedema duyem jî bertekdayîn takekesî ne ango nerêxistînî ne. Lewma bandoreke guherbar nakin û dîmenên bi vî awayî her car derdikevin pêşiya me. Heke me di dîmenên Ekîn Wan, Dayika Taybet, Cemîle Çagirga, Kemal Kûrkût, Egîd Îpek û bi sedan nav û bûyerên din de kuç li ser kuç nehiştiba, dinya di serê tirko de xira bikira, wan îro wiha li Hakan Arslan jî nedikir. Heke me li hemberî van dîmenan ku hemû li ber çavên me qewimîn, refleksa rêxistinî yan jî civakî nîşan bidaya bêguman hov û barbaran wê nikarîban, hovîtî û barbariya xwe di ser me de bibarînin. Nexwe em jî ne bêguneh in!

Bertekdayînên me ji refleksa şexsî derbas nabin, ev refleks jî ji ber rihetkirina wijdanê ne ku wijdan li hemberî dîmen û wêneyên bi vî awayî mirovî aciz dike. Ji bo ku em jî wijdanê rihet bikin wan wêneyan di statuya xwe ya whatsappê de parve dikin. Lê ev ne ew bûyer an jî dîmen/wêne ne ku tenê li ser medya dijîtal bên parvekirin. Heke wijdan nebe parçeyekê pêşîlêgirtina dîmenên bi van awayan di wijdanê de kêmahiyek heye. Rihetkirina wijdanê ne bi parvekirinê ve, bi guhertin û pêşîlêgirtinê ve girêdayî ye. Heke komeke rêxistinî bû xwedî heman wijdanê û guh da ser wijdanê, wê demê, wê wijdan bibe xwedî wateyeke polîtîk, di encamê de wê pêşîlêgirtina van dîmenan pêk bê.

Ji bo çalakî yan jî bertekên me li hemberî hovîtî û barbariya dewleta faşîst bi ser bikevin, hewcedarî bi kolekîfbûna çalakiyan heye. Hatina cem hev a komek mirovên xwedî heman baweriyê yan jî heman wijdanê dibe xwedî wate.

Em tenê li benda parvekirinên li ser medya civakî bin, em ê gelek carên din rastî hovîtî û barbariya wan bên. Ji bo ku em careke din rastî wêne yan jî dîmenên wiha neyên, divê refleksa me ya civakî xurt be û bertekên me rêxistinî bin. Encax bi vî awayî em ê bikaribin di dîmen û bûyerên wiha de bi deh hezaran mirov di carekê de û bi yek dengî û li heman qadê hov û barbaran teşîr bikin.