17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îran di bin navê ‘şîretê’de jinekê kuşt

Di 13’yê îlonê  roja sêşemê li paytexta Îran Tahranê  karmendên dewletê yên bi navê ‘geşt û erşad’ ku li kolanan cil û bergên jinan kontrol dikin,  ciwana kurd Jîna Emînî (Mehsa Emînî) ya 22 salî bi sedema xwepêçandana wê (hicab) neguncav e binçav kirin.

Karmendên dewlete bi birayê wê yê ku bi hev re bûne re dibêjin ‘Em ê wê ji bo saetek bibin û şîret û fêrkariyê bibinê’.  Li ser bûyerê polîsê ewlehiyê wê dibin qerekola li kolana Wuzera ya Tehranê. Piştî du seatan agahî ji birayê wê re tê dayîn ku Jîna Emînî bi ambulansê ji qereqolê derdixin.

Fermandariya Navendî ya Tehranê li ser bûyerê daxuyaniyekî da û wiha got: “Jîna Emînî ji nişkê ve qirîza dil derbas kir û me ew bi lez bir nexwaşxaneyê.”

Birayê Jîna Emînî Kiyareş Emînî ku dema bûyer qewimî bû li gel wê bû daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Tehranê derewand.

Li ser mijarê Kiyareş Emînî bi van gotinan behsa rewşa li ber deriyê avahiya polîsan kir: “Ez li pişt deriyê avahiya polîsên ewlehiyê rewiştibûm.  Ji nişkê ve qêrîn û hawar li wir bilind bûn. Me hemûyan li deriyê avahiyê xist. Em çûn jorê lê derî venekirin. Piştî pênc deqeyan ambulansek ji avahiyê derket. Kî ji avahiyê derdiket digot ku kesek kuştine. Min wêneyê Jîna nîşanî wan da. Yek ji wan got ku di hembêza wê da li Jîna xistine.”

Xalê Jîna Emînî jî li ser rewşa wê ya dawî ev agahî da: “Mirina mêjiyê wê pêk hatiye, rewşa dilê wê jî nebaş e. Gurçikên wê jî êdî kar nakin. Doxtoran gotin ku tenê dua bikin. Duh fermandarê polîs li gel çend hevkarên xwe hatin ba me. Me çiqasî ji wan pirsî ku çi bûye? Gotin em ê qeydên kamerayê nîşanî we bidin. Min ji wan re got ku hûn her çi bikin bêkêr e. Dixwazin bûyerê veşêrin û xwe paqij bikin. Gotin me ji bo we şîv û firavîn siparîş daye û ne diyar ku Jîna çawa wiha bûye! Min jî ji wan re got ev mijar çareser nîne, îro dora keça me bû; sibê dora keçeke din e.”

Li gor agahiyên ku herî dawî gihiştin destê me Jîna Emînî jiyana xwe ji dest daye. li ser mijarê di nav civaka Îranê de gelek bertek dertên pêş.