2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di çavên alîgirên Barcelona de Luis Figo hê jî xayîn e!

Alî Guler

Di hemû cîhanê de fitbol bi gendelî, qirêjbûn û têkiliyên mafyawarî tê pênasekirin.

Lê ji bo hinek tîman jî rewş tam berevajî ye. Ji bo wan fitbol ne tenê fitbol e. Jê zêdetire, di nava xwe de nirxên mirovî dihewînin; Exlaq, edelet, nêrîna çep û tekoşîna li dijî faşizmê. Li welatê me Amedspor, li Almanya yê St Paulî, li Îngilistanê Liverpool, li  Îtalya Napolî, li Katalanya û Îspanya yê ji bêguman Barcelona ye.

Di hemû cihanê de mirov dikare vê xelekê zedetir bike. Di çerçevoya van mijaran de platforma dijîtal a filman Netflix, belgefîlmek bi navê ‘El Caso Fîgo’ (Bûyera Figo) weşand.

Mijara belgefilmê transfera lîstikvanê fitbolê yê navdar Luis Figo ji Barselona ya ber bi Real Madrîd e.

Ev bûyer 20 sal berê qewimî bû. Lê hê jî di nav cîhana futbolê de mijarek germ e. Ev belgefilm, tekiliya Barcelona û Real Madridê ya dîrokî jî tîne ser perdeya spî. Real Madrîd Îspanya ye, Barcelona Katalanya ye. Real Madrid, tîma dîktator Francisco Franco ye. Barcelona tîma berxedêra ye.

Ji ber ve jî di navbera herdu tîman de pişbirkek dirokî heye. Raqîbên hev yê dîrokî ne.

Fitbol û gendelî

Belgefilm ji aliyê du derhenêrên naskirî ve hatiye kişandin; David Tryhorn û Ben Nicholas.

Temaşevanên sînemayê van navan zêdetir ji belgefilmê, ‘Pele’ nasdikin. Ev berhem behsa jiyan, lîstikvanî û serkeftina Pele dike. Belgefilm gelek hetibû ecibandin.

Belgefilmê ‘El Caso Figo’ ne wek ya ‘Pele’ aram e. Zêdetir bi deng û qîre cirê. Şahîdên bûyerê, aktorên demê jî di belgefilmê de cîh digrin. Ji bilî Luis Figo, serokê Real Madrîdê Florentino Pérez, menejer José Veiga, Joan Gaspart, Paulo Futre, antranorê navdar Pep Guardiola listikvanê berê Roberto Carlos jî di nav de gelek kes behsa wan roja dikin. Lê her kes li gorî nêrinên xwe diaxivin û hevdu sûcdar dikin. Di rastiyê de di belgfilmê de sucdarî, îxanet û parastin heye.

Transfera Luis Figo û rastî

Belgefilm, bi cîwantiya lîstikvan Luis Figo destpê dike. Ew di cîwantiya xwe de lîstikvanek başe. Ji bo wê jî gelek tîm dixwazin wî transfer bikin. Di destpêkê de Tîma Palma wî dixaze. Lê ew di navbera Juventus û Palma yê de dimîne ji ber xitimandina brokrasiyê nikare hetanî 2 sala li Îtalyayê bilîze.

Ew jî di sala 1995’an de transferî Barcelonayê dibe. Luis Figo kelecena xwe bi van gotinan tîne ziman: “Bercelonayê dişopînim, heyranê vê tîmê me. Ez niha xwe wek zarokek bûye xwedî goga fitbolê dibînim…”

Bi hatina lîstikvan Figo Barcelona serkeftin li ser serketinan dest dixe. Alîgirên tîmê wî bi dilek germ pêşwazî dikin. Qîmetek mezin didin Figo. Ew jî ji bo bibe bersiv şev û roj dixebite.

Figo li stada Camp Nou de 2 gola davêje Real Madrid û Barcelona wê salê dibe şampiyon. Luis Figo kêfxweşiya xwe di qada bajar de bi milyonan kesan re bi sloganên ‘Bijî Barça, bijî Katalanya’ tîne ziman. Ew li vî bajarê û kulubê de gelek bextewar e. Jiyana xwe jî li gorî vê organîze dike.

Transfera herî biha

Wê salê Real Madrid de hilbijartin hene. Florentino Pérez dixwaze bibe serok, ji bo vê jî soza transefera Luis Figo dide, alîgiran. Hilbijartin bi serkeftina Perez, bi dawî dibe. Piştî hilbijartinan hewldanên îknakirina Figo tên destpêkirin. Destpêkê Figo yekser bi helwestek hişk û aşkera li dij dertê. Lê Real Madrid, bi biryar e. Menejar û hevalên wî dikevin dewrê. bi têkiliyên pera, dek, dolaban Luis Figo îkna dibe di sala 2002’yan de bi 62 milyon Euroya transferî Real Madrid dibe. Wê demê ev transfer di dîroka cîhana fitbolê de reqemek herî mezin e. Cara yekem lîstikvanek bi ewqas pere transfer bûye. Ev bûyer mora xwe li dîroka fitbolê dixe. Di heman demê de jî têkiliya qirêj, gendelî, pereyê reş û têkiliyên mafyawarî jî derdixe holê. Belgefîlm bi hevpeyvîn, dîmenên arşîv yên wan deman bi awayek aşkera tê honandin. Her kes di pencereya xwe de li bûyarê dinêre. Her kes hevdû sucdar dike. Ji ser bûyerê de 20 sal derbas bûne, hê jî li gor nêrîna alîgirên Barcelonayê Luis Figo îxanet kiriye. Di çavên wan de ew xayîn û xwefiroş e.

Amedspor û Barselona

Belgefilm her çiqas bûyera Luis Figo be jî behsa dîroka Barcelona jî dike. Rol û mîsyona tîmê, sekna wan li dijî faşîzme û tekoşîna li dijî dîktator Francisco Franco bi awayek zelal tîne ser perdaya spî û nîşanê temeşvanan dide.

Tîma Barcelona jî di dîrokê de gelek rastî zilm û zextên faşîzmê hatiye. Wek roja me îro Amedspor çawa di lîga fitbolê ya Tirkiyeyê de rastî zext û kirinên faşîzan tê.