4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çima Wezîrê Misirê civîna Komkara Erebî terk kir?

Misirê helwesta xwe ya li hember hikumeta Ebdulhemîd Debîbe diyar kir. Wekî bertek li hemberî erekdarkirina wezîra karên derve ya hikûmeta Debîbe ji bo rêvebirina civîna asayî ya Komkara Erebî li şûna Lubnanê, şandeya Misirê ji civînê vekişiya. Hinek şîrovekaran ev yek wekî girtekeke xwezayê heta bidawîbûna hikûmeta Debîbe nirxandin. Hinekên din jî wekî helwesta Misirê li hemberî Tirkiyê nirxandin.

Wezareta kar û barên derve ya Misirê da zanîn ku sedema vekişîna wê ji civîna Komkara Erebî ew bû ku wezîra kar û barên derve ya Lîbyayê ji bo rêvebirina civîna komkarê hatibû erkdarkirin. Her wiha diyar kir ku helwesta Misirê li hember hikûmeta Ebdulhemîd Debîbe ew e ku dema wê bi dawî bûye, lê Misir rêzê ji gelê Lîbyayî û biryarên wî re digire û piştgiriyê dide çareseriyên siyasî ji bo aloziya Lîbyayê.

Wezîra kar û barên derve ya hikûmeta “Wehde Weteniye” ya Lîbyayê, Necla Menqûş diyar kir ku vekişîna şandeya Misirê ji civîna Komkara Erebî ne li gor peymana Komkara Erebî û biryarên Meclisa Ewlehiyê ye.

Li hember wê kiryarê, Komkara Erebî bêdeng ma.

Biryara Misirê der barê pêşeroja têkiliyên di navbera Qahîre û Terablusê de û bandora wan li rola Misirê ya di kirîza Lîbyayê de, gelek pirsnîşan derxistin.

Pisporan da zanîn ku Qahîre xwest bi vê yekê gelek peyamên der barê helwesta xwe ya li hember hikûmeta Debîbe û piştgiriya xwe ji parlamentoya Lîbyayê re bide ku ew tenê aliyê rewa yê Lîbyayê ye.

Lê kesên din ev kiryar bi dan û standinên misirî-tirkî yên têkildarî kirîza Lîbyayê ve girê dan, ji ber ku Enqere piştgiriyê dide hikumeta Debîbe lê Qahîre li kêleka hikûmeta Fethî Başaxa ye.

Peyameke xurt e

Pisporê têkiliyên navneteweyî yê ji Misirê, Mihemed Yemenî destnîşan kir ku vekişîna şandeya Misirê peyameke zelal dide ku Qahîre Ebdulhemîd Debîbe yê ku dema erka wî bi dawî bûye naxwaze, lê piştgiriyê dide parlanemtoyê, bi taybetî Fethî Başaxa.

Yemenî wiha anî ziman: “Dibe hikûmeta Debîbe niha xurt be. Sedemên vê yekê jî gelek in. Ji wan jî bi saya Tirkiyê, piştgiriya tam ya Tirkiyê, Amerîka û Brîtanyayê heye, her wiha balafirên bêmirov ên biçek ku Tirkiyê dide Debîbe. Ev yek  di qada dawî ya şer a di navbera her du hikûmetan de xuya bû, ku di encamê de milîsên girêdayî Debîbe bi ser ketin û rêya ketina Terablusê li ber hikûmeta Başaxa girt.”

Vekişîneke dîplomatîk e