3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûnerê serokê Rûsyayê bi şandeyeke MSD û hêzên siyasî yên Sûriyê re civiya

Şandeyeke hêz û partiyên sûrî bi nûnerê serokê Rûsya Federal ê Rojhilata Navîn û Bakurê Afîrkayê ku di heman demê de cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê ye Mikhail Bogdanov re civiya.

Li gorî malpera fermî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Sîhanok Dîbo û Elî El Esî wek nûnerên MSD, Qedrî Cemîl û Elaûdîn Erefat wek nûnerên Dika Moskovayê, cîgirê berê yê serokê Desteya Danûstandina a Sûriyê Xalid Mihemîd û serokê Tevgera Nûjekirin a Demokratîk Ubeyde Nehas, Adil Seîd wek nûnerê Heyet Tensîq El Wataniye, Hesen Etraş wek nûnerê Însiyatîfa Çiyayê El Ereb ê Siweydayê beşdarî civînê bûn.

Der barê civînê û encamên wê de, endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê Sîhanok Dîbo ji Rojava TV re axivî û got: “Civîn erênî bû. Me nêrînên xwe tê de parve kirin. Me wek meclisa MSD`ê dozên bingehîn û çareserkirina doza Rêveberiya Xweser û doza kurd li Sûriyê li ser bingeha ku dozeke nîştimanî ye, her wiha me encamên neyînî yên kiryarên Tirkiyê di civînê de anîn ziman.”

Dîbo wiha domand: “Civîn li gel aloziya li welêt, rewşa li seranserî cîhanê û şert û mercên dijwar ku herêm tê re derbas dibe û li gel xitimîna çareseriya siyasî ya hemû civînan di nav de ya Cinevê, gelek girîng bû.”

Dîbo ev agahî jî parve kirin: “Em bi nûnerê taybet ê serokê Rûsya Federal ê Rojhilata Navîn û Afrîkayê re civiyan. Civîn cidî bû. Me tê de fikrên ku pêkan in pêk werin pêşniyar kirin ku dikarin li gorî rêgezên sabît ên çareseriyê û li gorî biryara 2254 jê destpê bibe. Me mijarên xêrxwaziyê, mirovî, şerê terorê û rêxistinên terorîst mîna DAIŞ, Cebhet El Nûsra nîqaş kirin ku divê yek ji rêgezên bingehîn ên çareseriya aloziya Sûriyê bin.”

Dîbo daxuyand ku di vê dema kirîtîk de pêwîstî bi avêtina mîna vê gavê dîtine ne tenê bi Rûsyayê re lê belê bi hemû aliyên ku dikarin wan guhdar bikin re.

Dîbo wiha pê de çû: “Rûsya piştgiriya diyalga sûrî-sûrî û hebûna çareseriyeke siyasî li gorî biryara 2254 dike.”

Têkildarî komîteya destûrî Dîbo got: “Em difikirin ku komîteya destûrê, roleke diyar lîst. Em nikarin bêjin ku ew rol li gorî gavên çareseriyê bûn û tişta jê dihat payîn, pêk neanî. Divê li gelek mijaran dîsa lêvegerek çêbibe. Jê ya herî girîng, firehkirina şandeya opozîsyona Sûriyê, ji nû ve sazkirina binesaziya wê ku MSD û Rêveberiya Xweser tê de cih bigirin. Ji derveyî vê, em nikarin bêjin ku cidîbûnek ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê heye.”

Çavkanî: ANHA