3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ew rojnamevan, mamoste, bîr û heval bû

Yek ji heval û şagirtê Rojnamevan Seyîd Evran, Keser Buldan, qala hevaltî û jiyana Seyîd kir. Keser Buldan, diyar kir ku ew haviza, heval, mamoste û rojnamevanekî azad bû

Ji pêşengên kevneşopiya çapemeniya azad Seyîd Evran di 22’ê îlonê de ji ber krîza dil koça dawî kir. Evran 35 sal emrê xwe ji bo ronîkirina gelê kurd derbas kir. Ji bo gelê kurd rewşenbirî, ronakbirî û karê ragihandinê kir. Di nava şert û mercên dijwar de karê rojnamegeriyê kir. Tevî hemû şertên dijwar ji bo ronîkirina rastiyan têkoşîya. Bi nûçe, nivîs û analîzên xwe derdora xwe ronî kir. Koçkirina Evran ji bo ragihandina azad windahiyek e. Lê bi ked û mamostetiya xwe di qada ragihandinê de gelek şagirt perwerde kirin û gelek rojnamevan gîhandin. Cenazeyê Evran dê îro li Qamişloyê bi merasîmeke girseyî bê veşartin. Têkildarî jiyan û rojnamevaniya Seyîd Evran heval û şagirtê Evran Keser Buldan pirsên rojnameya me bersivandin.

Te cara yekê kengî û çawa hevalê Seyîd nas kir?

Min cara ewil di sala 2009’an de li çiyayên Kurdistanê li Xinêre hevalê Seyid nas kir. Wê demê em komek xwendekarên zaningehê ji bo perwerdeya ragihandinê çûbûn. Me li wê derê hevdû nas kir. Dema ku em derbasî Xinêrê bûn me cihê xwe yê perwerdehiyê amade dikir. Me carekê dit hevalê Seyid li gel çend hevalên din hatin cihê me. Naskirina me hê nû bû. Lê nêzikatiyên hevalê Seyid, germahiya wî li beramberî me hişt ku em zûtir pêve bên girêdan. Me hemû amadekariyên xwe yên ji bo perwerdehiyê xilas kiribûn. Perwerdê dest pê kir. Hevalê Seyid wê demê li nêzî me dima. Di demeke kurt de êdî em wisa lê hatin bêhna me bêyî hevalê Seyid ne dihat. Me digot wê kengî navbera perwerdê bê dayin ji bo ku hevalê Seyid were gel me. Kengê dibû navber me mêze dikir hevalê Seyid dihat cihê me. Dema hevalê Seyid dihat, em hemû bi hevre li kamelyayê kom dibûn her hevalekê jixwere çay dianî û me dest bi henekan dikir. Carna wisa me bi henekî digot başe ku tu serdana me dikî. Ev stresa me ya perwerdê kêm dibe. Digot ma hûn ji perwerdê acizin? Me di got na em ne acizin. Lê tu bixwazî, nexwazi mirov dikeve stresê. Heval Seyid digot ev perwerde ji bo we paşerojeke, ji bo we wek xezineyekê ye. Divê hûn ji xwe li gor wê amade bikin û pişti vê perwerdê bibin şagirtên çapemeniya azad.

Piştî ku me perwerdeya xwe ya 2009’an xilas kir û me dest bi karê ragihandinê kir, di sala 2012’an de carek din ez bûm şagirtê hevalê seyid. Min nêzî du mehan liber destê wî perwerdeya ragihandinê dît. Dema ku perwerde qediya vê carê li rojavayê Kurdistanê di germahiya şoreşê de, di 2012-13’an de me bi hevre di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de rojnamegerî kir.

Taybetmendiyên wî çibûn? Aliyê wî yê herî zêde bala te kişand çibû?

Bi rastî hevalê Seyid xwedî taybetmendiyên pir cuda bû. Mirov dema lê mêze dikir mirov ji hebûna wî, karê wî, hevaltiya wî hêz digirt. Aliyê wî yê ku herî zêde bala min kişand, ew rihê wî yê hevaltiyê bû. Dîsîplina wî ya ji bo karê wî bû. Heskirina wî ya ji bo karê wî bû. Hevalê Seyid aliyekê wî yê din ew bû ku di nava her civakekê de dikarî xwe bide heskirin. Li kuderê bûya dikarî herkesê li dora xwe kom bike. Ligel zarokan dibû zarok, dibû ciwan, dibû kal, dibû mamosta. Lê dikarim bêjim tiştê ku herî zêde bala min kişand û min timî lê mêze dikir, çawa dikarî di nava demek ewqas kurt de cihê ku lê be xwe bide heskirin û însanan bixweve bide girêdan. Bi rasti jî hevalê Seyid di her aliyê jiyanê de xwedi moral û xwedi kedek bê hempa bû.

Rojnamegerekî çawa bû?

Ew ne tenê rojnamevanek bû ew di heman demê de milîtan û peşengê tevgera azadiyê bû. Ew hafizeya çapemeniya azad ya Kurdistanê bû. Ew rojnamegerê heqîqetê bû. Dema ku mirov ji bo hevalê Seyid pênaseya gotina rojnamegerekî çawa bû bike dibe ku mirov di gelek aliyan da kêm bimine. Ji ber ku hevalê Seyid xwedî rêwitiyekî bêwestan a 35 salên çapemeniya azad bû. Ew bîr û hefizeya çapemeniya azad bû. Hevalê Seyid bi keda xwe ya 35 salan ne tenê wek rojnamegerekê çapemeniya azad bû ew mîlîtan û pêşengê tevgera azadiya Kurdistanê bû.

Bi taybetî girîngî dida çi?

Herî zêde giringî dida gel, digot her tişt ji bo gelê meye. Lê di heman demê de ew di alîyê erdnîgarî û dîroka Kurdistanê de jî xwedî zanîst bû. Hevalê Seyid yek ji tiştên ku herî giringî didayê hertim dixwest ciwanan di aliyê çapemeniyê de perwerde bike da ku bikarin xwedî li çapemeniya kurdî derkevin û bibin şopdarên heqîqetê

Ne tenê rojnameger bû. Di heman demê de nivîskar bû jî. Di analîzên xwe de herî zêde li ser çi radiwestiya?

Ji ber ku ew xwedî kedek 35 salan a tekoşîna azadiya kurdistanê bû hertim di nivîs û şiroveyên xwe de herî zêd behsa hevrêyên xwe yên tekoşînê dikir û hertim behsa bîranînên xwe yên  bi salan li çiyayên Kurdistanê dikir.

Bi rastî dema ku mirov li nivîs û şiroveyên hevalê Seyid mêze dikir, mirov hertim didît ku piranî behsa rastiya dewleta tirk a dagirker dikir û bivane ve girêdayî hertim behsa hevkariya PDK ê ya bi dewleta tirk re dikir. Gelek caran digot me fêm kir dewleta tirk çima êrişî Kurdistanê dike. Lê çima PDK dibe hevkar, çima PDK li hember van dagirkeriyan nabe xwedî helwest û bi van şiroveyên xwe gelek caran helwesta xwejî li hember van dagirkeriyan di anî ziman.

Seyîd di qada çapemeniyê de li gel xwe gelek rojnameger perwerde kirin. Ew di aliyê pîşeya rojnamegeriyê de mamostayekî çawa bû?

Ez bi xwe yek ji şagirtên hevalê Seyid bûm. Min li zanîngehê beşa ragihandinê xwend. Lê ez dikarim bêjim mamostayê min hevalê Seyid bû. Perwerda ku min li gel heval Seyid dîtî ji perwerda zaningehê baştir bû.

Di sala 2012’an de dema ku em di perwerdê de bûn mamostayê me hevalê Seyid bû. Hevalê Seyid dema ku perwerda dida heya ku em fêr nekirban jime ne digeriya hertim pirs jime dikir û lime guhdar dikir ka me fêmkiriye yan ne. Lê tucarî şagirtên xwe kêm ne didît. Her digot hunê xwedî li çapemeniya kurdî derkevin hûnê bibin şopdarên heqîqetê, bi rastî jî hevalê seyît bi sedan şagirt amade kirin û çapemeniya kurdî berbi pêşve bir û ez diwê baweriyê deme wê şagirtên hevalê Seyid jî ked û xebata hevalê seyit vala dernexin û xwedî lê derbikevin.

Rojnamevan Seyîd jiyanek çawa li dû xwe hişt?

Heval Seyid jiyanek têr û tejî li dû xwe hişt. Bi sekna xwe û bi pênûsa xwe karî di rûpelên çapemeniya azad de cihek giring bigre û ji bo çapemeniya azad bû dîrokek ku qet neyê jibîrkirin. Ez dikarim bêjîm ew ji bo çapemeniya kurdî bu nasnameyek dîrokî, ew bu stunek yê çapemeniya azad.Ew yek ji pêşeng, yek jî şoreşger û rojnamevan û hevrêyekê me yê pir hêja bu ku keda wi di xebatên çapemeniya azad de bê hempa gelek zêde bû. Lê ez dibêjim bi rastî jî bi şahadeta hevalê Seyid em her çendî xemgîn jî bûn lê em wê sozê didin ku emê ew cihê ku heval Seyid ji mere hêlaye emê heta serkeftinê berdewam bikin û nehêlîn qelem û kameraya wî li erdê bimîne.