8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serçeteyek DAIŞ’ê radestî HSD’ê hat kirin

HSD’ê ragihand ku Hêzên Koalîsyona Navneteweyîa ya Têkoşîna li dijî DAIŞ′ê, serçeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Ebû Helîl El Fedanî radestî hêzên wan kiriye.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand serçeteyên DAIŞ’ê Ebû Helîl El Fedanî hat girtin.

Di daxuyaniya HSD′ê de wiha hate gotin:

“Di encama hevkariya xurt, pevguhartina agahî û datayan a di navbera HSD′ê û hêzên Koalîsyona Navneteweyîa ya Têkoşîna li dijî DAIŞ′ê ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, hêzên Koalîsyona Navneteweyî êvara şemiya borî serçeteyê rêxistina DAIŞ′ê ya terorî bi navê Ebû Helîl El Fedanî li bakurê Sûriyeyê girt.

Hêzên Koalîsyona Navneteweyî terorîst El Fedanî radestî hêzên me HSD′ê kir. Bi terorîst re lêpirsînên têkildarî sûcên li dijî gelê me hatine kirin û planên êrişên terorane li gelek dewletan hatin kirin.

Der barê operasyonê û bidawîkirina şaneyên rêxistina terorîst de hevkariya hêzên me bi Koalîsyona Navneteweyî re xurte.”