19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyûmê Wanê bi derfetên şaredariyê 70 hezar AKP-MHP’î gerand

Derket holê ku qeyûmê Wanê di nav 9 mehên sala 2023’yan de 70 hezar AKP-MHP’î bi derfetên şaredariyê biriye ger û geştê.

Di vê pêvajoya ku li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, ji ber polîtîkayên desthilatê, krîzeke kûr a aborî heye de derket holê ku qeyûmê Wanê derfetên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo AKP-MHP’iyan bi kar tîne. Daneyên “xizmeta” Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi awayekî şênber vê rewşê radixin ber çavan. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) daye, di nav 9 mehên sala 2023’yan de qeyûmê Wanê 70 hezar AKP-MHP’î bi derfetên şaredariyê biriye ger û geştê.

Herî dawî Serokatiya Daîreya Karên Nivîsê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê roja memiya borî nêzî 50 jin ji bo ger û geştê bir Sêrtê. 50 jinên tev li ger û geştê bûn ji budçeya şaredariyê xwarin. Ji bo 50 jinên AKP’yî yên çûn ger û geştê ji şaredariyê mesrefa wan a bicihbûn û xwarinê hate dayîn.

Qeyûm vê heftê jî baskê jinan ên Wanê yên AKP û MHP’ê ji bo ger û geştê bir Derya Reş. Ev tûr jî wê ji budçeya şaredariyê bê dayîn. Rêxistinên Bajarê Wanê yên AKP û MHP’ê b alîkariya qeyûmê Wanê dixwazin bi rêya van ger û geştan beriya hilbijartinên xwecihî moralê bidin xebatkarên xwe.

Qeyûm, ji bo her otobusekê ya ji bo çûn û hatina AKP-MHP’iyan nêzî 250 hezar TL mesref kiriye. Li gorî nûçeyê belgeyên vê rewşê jî beriya çend rojan bi qamyonan hatin îmhakirin.