8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ez dizanim-II

Ez wê baş jî nasnakim, çawa rê li ber mala min gerand û hat qet nizanim. Ka aqilekî bidin min, ez ê çawa jê xelas bim wê bêjin, We nava malê nediye, hemû mala min li gorî xwe guhertî ye, naxwazim dilê wê jî ji xwe bihêlim.

De cînara me di havîna çüyîn de çi zexîra ku ji bona zivistanê çêkiribû mêvana wê yekcar hemû anî li ber me danî. Çavê cînarê wısa fireh dibin, hej dikeve laşê wê, lêvên wê dicirifin, ew jî nizane ka wê çawa mêvana xwe bide seknandin.

Min got; ‘Lê lê dayê, ev kî ye?’ Xwediya malê tu yî yan ew e? Xwarina te ya zivistanê nema. Ka devê xwe veke û jêre bêje were rûnê ez ê xizmeta cînarê xwe bikim. Got; ‘Weyla min mahrûmê, ez nizanim ev ji ku derê derket’.

Ez wê baş jî nasnakim, çawa rê li ber mala min gerand û hat qet nizanim. Ka aqilekî bidin min, ez ê çawa jê xelas bim wê bêjin, We nava malê nediye, hemû mala min li gorî xwe guhertî ye, naxwazim dilê wê jî ji xwe bihêlim lê ez nikarim hişê xwe jî berhev kim.

Dibêje; ‘Min qet nizanîbû ev der ewqas xweşik e, hûn hemû jî nava buhiştê de dijîn, tenê kêmasiyek hebû, ew jî ez bûm, wa ye ez jî hatim’. Hingî lingê xwe avêtiye mala min, hemû xwarinan gorî xwe çêdike, ez ê çawa rabim û rûnêm ew dibêje.

Min got; “Ew ê kengî vegere?” Got; “Qet behsa vegerê nake, heta ji xwe re mêrekî û xanî nebîne çûyîna wê dimîne piştî sed salî.” Bû pirqiniya me em keniyan, keniyan, nizam bi hêrsa bû yan tiştekî din bû, hema em keniyan. Rastî jî cînara me guneh bû, reng li ser rûyê wê nemaye, wisa poşman û posîde li derûdora xwe dinere.

Me xatir ji wan xwest û em derketin. lê fikra min di serê min de diçe û tê. Em cînar li hev civiyan ka em ê çawa cînara xwe ji vê xatûnê xelas kin. Me hemûyan gotinên xwe kirin yek, bi şev em ê defa hewarê lêdin. Ka em ê bibînin ew mêvana ku dibêje;’Her tiştî ez dizanim li vir rojekê disekine yan na?’

Bi şev min dengekî kir qajeqaj, wa ye hirçê mezin hatiye li ber derî, hemû cînar li dora mala min civiyan, hinek wê de, hinek vir de, me deng da hev; Hirçê mezin dîsa hatiye, me wisa kir ku gund hemû li ser serê me civiyan.

Mêvana cînara min li quncikekî de rûniştiye, hej pê ketiye, got; ‘Ez naxwazim saetekî li vir bisekinim, xêra dê û bavê we be, sibe zû min rê kin ez ê herim’. Min got; ‘Ger tu dixwazî çend mehên din jî li vir bibe mêvana me, me pirji te hez kir, cînara min jî naxwaze tu wê tenê bihêlî û herî’.

Cînarê dehfek da min, li ber guhê min got; ‘Ez qurbana te me, bihêle bila here. Heke gunehê te min nayê, qet nebe li ser xatirê cînartî û hevaltiya me’. Min got; ‘Tu telîsek zêr jî bidî wê ew li van deran nasekine. Sibe dema ku ew çû, were em ê bi hev re taştê bixwin wek demên berê’.

Hirç û pirç tunebû, me cînara xwe ji belayekê xelas kir….