2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

El Beydanî: Pêkhateyên Iraqê alîgirên PKK’ê ne

Lêkolîner û dîroknasê Iraqî Cewad El Beydanî diyar kir ku fikrên PKK'ê li gorî nêrîn û pêdiviyên şêniyên herêmê ne û li ser Iraq û şêniyên wê tu xetereyê çênakin û wiha got: “Berovajî wê gelek kes ji tevahî herêm û pêkhateyan alîgirên fikrên PKK'ê ne.”

Rayedarên dewleta tirk di dema dawîn de tevgera dîplomasiyê li Iraq û Başûrê Kurdistanê zêde kir. Berpirsên parastin, karên derve û îstixbaratê yên dewleta tirk di mehên dawî de gelek caran serdana Hewlêr û Bexdayê kir. Dewleta tirk hewl da aliyên Iraqê ber bi şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve bibe.

Lêkolîner û dîroknasê Iraqê Dr. Cewad El Beydanî têkildarî hewldanên Tirkiyeyê ji Nûçegîhanê Ajansa Hawarê (ANHA) Yehya El Hebîb re axivî. Dr. Cewad El Beydanî diyar kir ku PKK yek ji wan partiyan e ku ne tenê li herêma Başûrê Kurdistanê, lê li her 4 parçeyên Kurdistanê belav bûye û wiha got: “Fikrên vê partiyê li gorî civaka vê herêmê ne. Ew li gorî îdeolojiya damezirînerê wê Abdullah Ocalan dimeşe ku dibîne herêm êdî bi pergalên neteweyî yan olî nayê birêvebirin. Ew jî ji ber hebûna gelek pêkhate û olan e. Bo nimûne li deşta Neynewayê êzîdî, şebek, Tirkmen, Kurd û Ereb hene. Devereke wiha bi pergaleke neteweyî nayê birêvebirin. Ji ber wê jî pêwîstî bi pergaleke pirreng heye.”

El Beydanî  da zanîn ku PKK bi îdeolojiya xwe li van herêman belav bû û bingehên xwe yên îdeolojîk danîn ku bi tevgerên leşkerî nayên rakirin û wiha berdewam kir: “Ji ber ku îdeolojî di hiş de ye û di nifşan de tê çandin û zehmet e ku ji hişmendiya gelan bê rakirin. Der barê metirsiyê de ez bawer nakim ku ev partî metirsîdar e. Kengî partî dibe metirsîdar? Dema ku îdeolojî û nêrîna xwe li ser pêkhate, netewe û gelan bi darê zorê ferz dike.”

PKK metirsiyê nade Iraqê

El Beydanî anî ziman ku PKK niha di qonaxa têkoşînê de ye û tecrubeyên wê li Sûriyeyê hene û wiha pêde çû: “Ji ber ku di tecrubeya li Sûriyeyê de heta asteke mezin nêrînên damezirînerê partiyê hatin pêkanîn. Ew tecrube jî li gorî rewşên dijwar ên herêmê dîsa jî serkeftî ye.”

Têkildarî îdiayên dewleta tirk û hevkarên wê El Beydanî wiha lê zêde kir: “PKK li ser Iraqê tu metirsiyê çênake. Wekî hûn dizanin herêmên ku PKK tê de heye, ne di bin kontrola dewleta Iraqê de ne, ji ber wê jî têkiliya PKK’ê bi saziyên dewleta Iraqê re tune ye. Berê jî saziyên dewleta Iraqê ji bo rizgarkirina Şengalê alîkarî ji PKK’ê xwest. Min bihîst ku Ebû Mehdî El Muhendis got ji ber mijûlbûna artêşa Iraqê bi operasyonên leşkerî û vekişîna pêşmergeyan ji Şengalê, alîkarî ji PKK’ê hat xwestin û hevkarî hebû.”

El Beydanî diyar kir ku li herêmê gelek alîgirên PKK’ê çêbûne, ji ber ku ew ji neteweperestiyê derketiye û bûye partiyeke enternasyonal û wiha dirêj kir: “Dewleta Tirk li ser planeke wiha dixebite ku herêmekê dagir bike, piştre xwe tê de mayînde bike û ji bo dagirkirina devereke din plan bike.  Ew herêman dagir dike û parçe dike. Ji bo wê jî ew di xeyalê xwe de dijminan ji xwe re çêdike. Wê protokola hevkariyê ya di navbera hikumetên Iraq û Tirkiyeyê de di salên 1980’yî de bi kar anî û derbasî kûrahiya xaka Iraqê bû.”

Der barê stratejiya dewleta tirk de El Beydanî got: “Ew plan dike bigihêje Şengalê û herêmên di bin kontrola PKK’ê de, ev jî ne tiştekî veşartî ye. Serdanên ku rayedarên Tirkiyeyê ji bo Iraqê dike û perwerdeyên li hin baregehên Iraqê bi armanca ku artêşa Iraqê bixe şerekî li dijî PKK’ê. Berê jî pêşmergeyan ragihand ku ji bo şerekî li dijî PKK’ê tu pirsgirêk li gel wan û li gel artêşa Iraqê tune ye. Lê belê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) naxwaze bikeve vî şerî. Ji artêşa Iraqê jî tu daxuyanî der barê vê yekê de tune ne. Ji ber ku Iraq li dijî DAIŞˊê tê dikoşe û şer dike û ji bo şerekî li dijî PKKˊê ne amade ye.”