2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TJA: Di her şert û mercan de têkoşîna me dê bidome

TJA rapora encamê ya kampanyaya “Bi Jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” eşkere kir û diyar kir ku dê di her şert û mercan de têkoşîna wan a ji bo azadiyê bidome.  

Tevgera Jinên Azad (TJA) di 15’ê îlona 2023’yan de li Rihayê kampanyaya “Bi Jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” dabû destpêkirin. TJA’yê rapora encamê ya kampanyayê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Daxuyanî bi girseyî pêk hat. Dayikên Aştiyê, Hevseroka  Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, wekilên DEM Partiyê, endamên Meclîsa Partiyê Jinan ên DBP û DEM Partiyê, hevserokên Şaredariyan ên jin û gelek kesên din amade bûn. Aktîvîstên TJA’yê û rêveberên Pratiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) tên Mêrdîn, bajarên derdorê û navçeyan jî bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li daxuyaniyê bûn. Aktîvîsta TJA’yê Eylem Saruca daxuyanî da.

Eylem Saruca anî ziman ku têkoşîna jina kurd a sed salî di 40 salên dawî de bi cerebeyên li Kurdistanê di dîroka jinên kurd  û cîhanê de cihekî pir girîng girtiye. Eylem Saruca, da zanîn ku rola jina kurd a din ava têkoşînê û kampanyayan de gelek mezin e û wiha got: “Me di 15’ê Îlonê de bi dirûşma  “Bi Jin jiyan azadîyê ber bi azadiyê ve”dest bi kampanyayê kir: “Li aliyekî em di sedsaliya peymana  Lozanê ya ku Kurdistan parçe kiriye de ne. Li aliyê din tercîda li dijî Rêberê Gelê Kurd vegeriyaye îşkenceyê 25 sal derbas kir. Em di vê pêvajoyê de rengê têkoşîna jinan bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ mohra xwe li demê xist.

Berxwedana Jîna Emînî bû hevî û hêz

Eylem Saruca, da zanîn ku wan li ser esasê berxwedana Jîna Emînî ku li Îranê hat qetilkirin dest bi kampanyayê kirin û wiha berdewam kir: “Li ser bingeha felsefeya “Jin jiyan azadî” berxwedanek pêş ket û ev felsefe li hemû cîhanê belav bû. Ji ber vê yekê şîara me tespîta “Sedsala 21’an dê bibe sedsala jinê. Ev tespîtek dîrokî ye.”

Eylem Saruca piştre xebatên 6 mehan bi raya giştî re parve kir. Rapora 6 mehan wiha ye:

Rapora TJA’yê wiha ye:

Ezmûna Kurdistanê ya 40 salên dawîn a Dîroka Têkoşîna Jina Kurd a ji sed salan zêdetir, ji herêmîbûnê ber bi gerdûnîbûnê ve, di Dîroka Têkoşîna Jinan a Cîhanê de xwedî cihekî girîng e. Bi qasî armanca me ya azadkirina civakê ya ku azadiya jinê ji xwe re dike navend; diyarkirina rêbazên li gor armanca me, civakîkirina wê û dîtbarkirina wê jî girîng in. Di vê çarçoveyê de, kampanyayên ku çalakiyên serdemî yên ku di demeke diyarkirî de û li qadeke diyarkirî tên kirin ji bo Tevgera Jinên Kurd yek ji navgînên têkoşînê yên herî mezin in.

Kampanyayên ku em ji destpêka ezmûnên têkoşînê yên jinên Kurd ta niha wek amûreke têkoşîna polîtîk pênase dikin; di dîroka têkoşîna me ya jinê de pêşketinên bingehîn derxistin holê û me destkeftiyên mezin bi dest xistin. Kampanya, wek jinên Kurd, ligel dîtbarkirina tevahiya nasnameyên me, di heman demê de ji bo pênasekirina êrîşên li dijî nasnameyên me, bipêşxistina rêyên çareseriyê yên li dijî van êrîşan jî bûne navgînên girîng ên civakîbûnê. Rêgezên civakî û nirxên etîk, estetîk, ehlaqî û polîtîk ên ku di tevahiya xebatên me yên di çarçoveya kampanyayên ku me wek Tevgera Jinên Kurd dane destpêkirin de derketine holê, bi tenê bi dema kampanyayan sînorkirî neman. Berovajiyê wê, ev nirx û rêgez, ji rabirdûyê ta niha ji bo me bûne motîvasyonên berxwedanê û sedemên têkoşînê. Di heman demê de di tevahiya demên ku em bi boneya kampanyayan hatine gel hev de, bi jinên Tirkiyeyî yên ku me bi wan re hevkarî kirine û bi jinên xwedî bawerî û nasnameyên cuda re me zemîna têkoşîna hevpar jî xurtir kiriye.

Wek TJA, bi hêza ku me ji kevneşopiya têkoşîna xwe wergirtiye, şiyara kampanyaya me ya dawîn a ku me di 15’ê Rezbera 2023’yan de da destpêkirin jî “Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber Bi Azadiyê Ve” bû. Pêvajoya ku me ev kampanya da destpêkirin, pêvajoyeke dîrokî bû. Ji aliyekî ve em di 100 saliya Lozana belgeya damezirîner a Komara ku ji aliyekî ve Kurdistan parçe kiribû û pergaleke mêrsalar bû de ne. Ji aliyê din ve jî rejîma tecrîdê ya ku wek modeleke îşkenceya giran a dermirovî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê sepandin ji çaryekê sedsalekê derbas bûye. Lê em dibin şahidên vê yekê ku diruşma “Jin Jiyan Azadî” ya ku nasnameya jina Kurd, reng û awayê têkoşîna wê pênase dike jî mora xwe li heman sedsalê dixe. Di serdemeke bi vî rengî ya sedsala 21’emîn de, baweriya me ya bi bidestxistina azadî û rizgariya me ya civakî di destpêkirina kampanyaya me de bû sedema herî mezin.

Kampanyaya me ya ku me bi şiyara “Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber Bi Azdiyê Ve” xebatên wê domandin, me li ser bingeha berxwedana Jîna Emînî ya ku bi baqek porê xwe bû remza serhildana “Jin Jiyan Azadî”yê da destpêkirin. Nerazîbûnên ku di pey qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve rû dan, geş bûn û her ku çû bi pêşengiya jinan veguherîn şoreşeke civakî. Tevahiya jinên cîhanê xwe li diruşma “Jin Jiyaz Azadî”yê ya ku li Rojhilat li tevahiya cîhanê belav bû edilandin û ev diruşm ji bo wan bû sedema motîvasyonê. Ji ber vê yekê jî, di çarçoveya tesbîta dîrokî ya ku dê sedsala 21’emîn bibe sedsala jinan de, bêguman şiyara kampanyaya me feyza xwe ji karaktera jinê ya serdemê wergirtiye.

Çalakiyên hatine kirin:

Di pêvajoya kampanyaya me ya ku me di 15’ê Rezbera 2023’yan de, di serî de jin, ragihand tevahiya raya giştî de;

Di tevahiya Cotmeha 2023’yan de, li 24 navendên cuda yên Kurdistan û Tirkiyeyê, carinan di demên cuda de û carinan jî di heman demê de, bi serenavê “Têkoşîna Li Dijî Tecrîdê û Polîtîkayên Taybet ên Şer”, rojekê bi awayekî xweser bi jinan re, rojekê jî tevlihev, bi giştî me perwerdehiyeke înteraktîf a 48 rojî da. Di perwerdehiya xweser a ji bo jinan de me bîrdoziya rizgariya jinê, heza zayendî û hişmendiya zayendî nirxandin, di perwerdehiya ji bo jin û mêran de jî me zayendperestî û mêrsalarî nirxandin. Di van perwerdehiyan de em bi awayekî bi hûrgilî li ser bandora Rejîma Tecrîda Îmraliyê ya ku li ser Birêz Ocalan tê sepandin a li ser qadên civakî disekinîn û me dida zanîn ku armanca me ya herî mezin şikênandina rejîma tecrîdê û bidestxistina azadiya fizîkî ya Ocalan e û ev yek gavê herî mezin ê bidestxistina rizgariya civakî ye. Her wiha di van perwerdehiyan de em li ser polîtîkayên şerê taybet û têbazên têkoşînê yên li dijî polîtîkayên şerê taybet jî disekinîn.

Di tevahiya Sermaweza 2023’yan de, em kuçe bi kuçe geriyan, me li tevahiya deriyan xist û bi bi sedan jinan re me hevdîtinên perwerdehiyê yên jinan çêkirin. Li baxçeyan, zeviyan, cih û warên xavûcavê de, li kuçeyan em bi jinan re hatin gel hev û me kargehên perwerdehiyê yên bi serenavê “Tecrîd û Şerê Taybet”, perwerdehiyên gel û perewrdehiyên taxan li dar xistin.

Di 22’yê Cotmeha 2023’yan de, li Êlihê, di roja duyemîn a “Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan” a ku bi şiyara “Jina Azad, Hunera Azad” hat lidarxistin de, di çarçoveya kampanyaya me de bi mijara “Tecrîd û Bişaftin”ê panelek hat lidarxistin. Di panelê de, têkiliya polîtîkayên tecrîdê ya bi zimankujî û qirkirina çandî re careke din hat destnîşankirin. Di dawiya panelê de hat kirpandin ku qedexeyên li ser ziman domahîlka rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê ne û soz hat dayîn ku di serî de Kurdî, ji bo ku tevahiya zimanan bibin zimanên perwerdehiyê dê asta têkoşînê bê bilindkirin.

Xebatên “25’ê Sermawezê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinê ya Navneteweyî” yên sala 2023’yan di çarçoveya kampanyayê de hatin birêxistinkirin. Xebatên destpêkê yên 25’ê Sermawezê di 17’ê Sermawezê de li Qoser û Îzmîrê bi awayekî hemdemî hatin destpêkirin. Di tevahiya hefteyê de di çarçoveya şiyara “Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber Bi 25’ê Sermawezê Ve” li gelek cihên Kurdistan û Tirkiyeyê meş, panel, semîner, hevdîtinên jinan, civînên jinan hatin lidarxistin. Di çalakiyên 25’ê Sermawezê de; operasyonên li dijî Rojava û tecrîka ku li ser girtiyên siyasî yên di girtîgehan de dihat sepandin bûn xalên rojevê yên sereke. Her wiha jinên ku ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin û jinên ku bi reşkujiyan hatin qetilkirin hatin bibîranîn, xwedî li têkoşîna wan hat derketin.

Di 18’ê Sermaweza 2023’yan de, Meşa Gemlîkê ya ku TJA’yê jî pêşengiya wê dikir, çêbû. Di vê meşa ku wek meşa azadiyê ya 100 salan a Kurdan û di heman demê de meşa bilindkirina asta têkoşînê ya li dijî tecrîda 25 salan hat pênasekirin de, di serî de jin, bi tevahiya gelê ku ji gelek herêmên Kurdistan û Tirkiyeyê beşdarî vê meşê bû, piştgirî dayê û xwedî lê derket re peyamên şikênandina tecrîdê û bidestxistina azadiyê hatin dayîn.

Di serî de danişînên çalakvanên TJA’yê yên di 7, 8 û 9’ê Sermaweza 2023’yan de yên li dadgehên Enqereyê û danişînên jinên ku di çarçoveya Doza Dek û Dolaban a Kobanê de tên darizandin de; di tevahiya pêvajoya kampanyayê de, bi şiyara “Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber Bi Azadiyê Ve” em bi awayekî girseyî beşdarî danişînên jinên Kurd bûn û me banga hevgiriyê li tevahiya jinên Tirkiyeyî kir. Li dijî polîtîkayên krîmînalîzekirina Tevgera Jinên Kurd, me soz da ku em ê bi awayekî xurtir xwedî li nasnameya xwe derkevin.

Di 30’ê Rêbendana 2024’an de, bi daxwaza ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê sepandin bê rakirin û azadiya wî ya fizîkî bê bidestxistin, bi pêşengiya TJA û dayikên di Nobeta Edaletê de beşdariya civîna Meclîsa Jinan a Partiya DEM’ê hat pêkanîn û di serî de Wezareta Dadê û CPT, bang li tevahiya sazî û dezgehên berpirsiyar hat kirin ku gavên pêwist bên avêtin. Di vê çarçoveyê de, der barê grevên birçîbûnê, girtiyên nexweş, nobetên edaletê û tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê de li baxçeyê Meclîsa Mezin a Gel a Tirkiyeyê (TBMM) daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û raporên der barê mijarê de wek dosya ji bo Wezareta Dadê hatin pêşkêşkirin.

Di 14 û 15’ê Rêbendana 2024’an de, bi beşdariya jinên ji Filîpînan, Filîstîn, Kolombiya, Spanya, Katalûnya, Îran û Başûrê Kurdistanê, bi serenavê “Zincîra Bêdengiyê: Hilweşandina Dîwarên Li Dora Girtiyên Siyasî Yên Jin” li Amedê konferanseke du rojî hat lidarxistin. Di roja pêşîn a konferansê de pêşkêşî hatin kirin û di roja duyemîn de jî kargehên hevdem hatin lidarxistin. Girtiyên siyasî yên ku ji girtîgehan derketibûn, akademîsyen, hiqûqnas, rojnameger, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan, nûnerên saziyên civakî, komên çand û huner di van konferansê de hatin gel hev. Ezmûn, têkoşîn û berxwedanên girtiyên siyasî yên jin di asta neteweyî û navneteweyî de hatin parvekirin. Di beşa forûmê ya konferansê de jî, nîqaşên ji bo bipêşxistina stratejiyên hevkariyê yên ji bo girtiyên siyasî yên jin hatin kirin.

Di 14’ê Rêbendana 2024’an de, di çarçoveya sempozyûma “Ezmûnên Têkoşîna Femînîst a Navneteweyî” ya ku ji aliyê Mor Dayanişmayê (Hevgiriya Mor) ve hatibûn lidarixistin de, pêşkêşeyeke bi serenavê “Duh û Îroya Tevgera Jinên Kurd” hat çêkirin. Zemînên hatina gel hev, parvekirina ezmûnan û gengeşekirina wan a bi jinên Tirkiyeyî re bûn xwediyê bandoreke ku em hev mezin bikin, xurt bikin û bi vî awayî veguherînin û teşe bidin hev û asta têkoşînê bilindtir bikin.

Di 27’ê Rêbendana 2024’an de, li Îzmîr û Mêrsînê bi serenavê “Rejîma Tecrîdê ya Îmraliyê û Pergala Hiqûqê ya Demokratîk” Panelên Azadiyê hatin lidarxistin. Di van panelan de hat diyarkirin ku hêza herî mezin a ku tecrîdê bişikêna hêza jinan a rêxistinbûyî ye û wek rêbazeke bilindkirina asta têkoşînê ya li dijî tecrîdê, mezinkirina xeta azadiya jinê, hat gengeşekirin.

Di navbera 1 û 15’ê Reşemiya 2024’an de, wek jinên TJA’yî, me hem pêşengiya Meşa Azadiyê ya Mezin a ku di çarçoveya “Azadiya Ocalan û Çareseriya Demokratîk a Kêşeya Kurdan” de hat lidarxistin kir û em jî bi awayekî girseyî em beşdar bûn. Di tevahiya rêwîtiya ku ji Wanê û Qersê wek du milan hatibû destpêkirin de, em bi jinan, bi gel, bi kedkaran, bi esnafan re hatin gel hev. Di van hevdîtinan de derket holê ku bi xwedîderketineke bi qasî berxwedana Birêz Ocalan a li Girava Îmraliyê xurt tecrîd dikare bê şikênandin û ev yek awayê herî mezin ê berxwedanê ye.

Di 15’ê Reşemiya 2024’an de, di Salvegera 25’emîn a Bêbextiya Navneteweyî de, me careke din daxuyand ku em wek parçeyê herî bingehîn ê berxwedana xwe ya ku em li ser bingeha Jin Jiyan Azadiyê didomînin, bidestxistina azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dibînin. Di çarçoveya balkişandina ser bêbextiya navneteweyî û bidestxistina azadiya Birêz Ocalan de, me hevdîtinên bi jinan re, panel, kargeh û xebatên stickeran çêkirin. Bi jinan re, li ser nirxandinên ku di parêznameyên Ocalan de derbas dibin, nîqaşên hevpar hatin kirin. Bi armanca şikênandina tecrîdê, name, wêne û diyariyên cuda yên ku ji aliyê jin û zarokan ve hatibûn amadekirin ji bo Girtîgeha Girava Îmraliyê hatin şandin.

Di 17’ê Reşemiya 2024’an de, bi pêşengiya jinên Kurd, bi beşdariya pêkhateya civakî ya herî berfireh û rêxistinbûyî ya Tevgera Siyasî ya Kurdan, der barê “Hilbijartinên Rêveberiyên Xwecihî yên 31’ê Adarê” de “Belgeya Helwesta TJA’yê” bi şahiyeke mezin bi raya giştî re hat parvekirin. Di pêvajoya hilbijartinên rêveberiyên xwecihî yên azadîparêz û demokratîk de hat diyarkirin ku felsefeya “Jin Jiyan Azadiyê” rizgariya tevahiya civakê ye, hat kirpandin ku pergala em ava dikin pergaleke jinan û hevserokatiyê ye. Li dijî polîtîkayên qeyûman, hat diyarkirin ku wek jinan û wek gelan pêdiviya me ya herî bingehîn ew e ku em vîna xwe xurtir vesaz bikin.

Di çarçoveya 21’ê Reşemiyê Roja Zimanê Dayikê de, di serî de Kurdî, ji bo ku tevahiya zimanên ku tên bikaranîn bikevin binê ewlehiya destûra bingehîn, meş, şahî, konser û şahiyên bi erbane hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de, di 21’ê Reşemiya 2024’an de, bi serenavê “Jin û Ziman” panelek hat lidarxistin.

Di 25’ê Reşemiya 2024’an de, bi serenavê “Di Pêvajoya Aştiyê De Heqîqeta Jinê û Pirsgirêka Tecrîdê” li Amedê panelek hat lidarxistin. Jinên Tirkiyeyî jî beşdarî panelê bûn û rola jinê ya di pêvajoyên aştiyê de û bandorên tecrîdê yên li ser jinan hatin gengeşekirin.

Di pêvajoya kampanyayê de, di serî de rejîma tecrîdê ya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan tê sepandin û qirkirina jinan, bi armanca ku em balê bikişinîn ser qeyranên civakî yên ku di serî de jin, tevahiya gelan jê bandor dibin, me di asta navneteweyî de, li ser medyaya dîjîtal xebatên hastagê çêkirin.

Xebatên “8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê” yên sala 2024’an di çarçoveya kampanyayê de hatin birêxistinkirin. Xebatên 8’ê Adarê di 24’ê Reşemiyê de li Êlih û Îzmîrê bi awayekî hevdem dest pê kirin û tevahiya hefteyê di çarçoveya şiyara “Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber Bi 8’ê Adarê Ve” de li bi dehan bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, li hemberî faşîzm û mêrsalariyê mîtîng, meşên bi pêtal, panel, civînên jinan, konser û dîwanên dengbêjan hatin lidarxistin. Li malan, li palûkeyan, li kuçe û kolanan bi jinan re hevdîtin hatin çêkirin. Hat diyarkirin ku hemû jinên ku hatine qetilkirin ji bo me sedemên berxwedanê ne û me bilindkirina asta têkoşînê ya li hemberî qirkirina jinan ji xwe re kir armanc. Bi Platformên Jinan, Torên Hevgiriya Jinan û Torên Têkoşîna Li Hemberî Tundiyê re xebatên hevpar hatin kirin û me têkoşîna bi jinên Tirkiyeyî re ji xwe re kir armanc. Di tevahiya hefteya 8’ê Adarê de xebatên broşuran hatin kirin, di çarçoveya hevgiriya bi girtiyên siyasî yên jin re, me kart şandin girtîgehan û me serdana çalakiyên xizmên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de kir.

Wek jinên TJA’yî, bi baweriya ku xebatên 8’ê Adarê derxistine holê; bi şiyara “Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber Bi Newrozê Ve” pêşwaziya Newroza 2024’an a ku daxwazanên gelê Kurd ên azadî û demokrasiyê mora xwe lê xist, hat kirin. Jinan di sala 2024’an de careke din Newroz bi tenê ne wek cejnekê; bi ruhê azadiyê yê ku berxwedanê derxistî holê pêşwazî kirin û tilîliyên xwe wek qîrîneke serhildanê ya li hemberî faşîzmê kirin. Felsefeya “Jin Jiyaz Azadî”yê mohra xwe li daxuyaniya Newrozê ya ku di 10’ê Adarê de li Amedê û di 11’ê Adarê de jî li Stenbolê hat dayîn, xist. Di vê çarçoveyê de li gelek navendên Kurdistan û Tirkiyeyê amadekariyên Newrozê hatin kirin, mirov li dora agirê Newrozê hatin gel hev, ji bo bilindkirina asta berxwedanê çalakiyên bi pêtal, hevdîtinên gel, hevdîtinên jinan, şahî, govend, meş, civînên taxan û malan, kargeh, xebatên broşuran hatin kirin. Bi biryardariya ku me ji van xebatan wergirtibû, wek jin me beşdariya herî zêde û xurt a Newrozê pêk anî. Di serî de Amed û Stenbol, mîtîngên Newrozê yên ku li gelek navendên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin lidarxistin bûn serkeftin û remza têkoşîna azadî û demokrasiyê ya di serî de gelê Kurd û gelên Newrozê ya li hemberî faşîzmê.

Di çarçoveya xebatên “Hilbijartinên Xwecihî yên 31’ê Adarê” yên ku jinan pêşengiya wan dikir û Tevgera Siyasî ya Kurdan bi bawerî û biryardarî dimeşandin de, li gelek cihên Kurdistan û Tirkiyeyê kargeh û konferansên xwecihî, herêmî û navendî hatin çêkrin, kargehên taxan, serdanên mal û malbatan, civînên jinan, civînên gel, xebatên belavkirina broşuran, xebatên vekirina buroyan, meş, şahî, mîtîng hatin lidarxistin û bi vî awayî careke din hat destnîşankirin ku yek ji amûrên herî girîng ên civakîkirina têkoşînê jî pêvajoyên hilbijartinan in. Di serî de bajarên Wan, Êlih û Amedê yên ku di 31’ê Adarê de vîna xwe teyisandin sindoqan, bi baweriya bi modela pergala jinan û demokrasiyeke xurt a hevserokatiyê ya ku li gelek cihên Kurdistan û Tirkiyeyê bi ser ket; bersiva herî mezin li hemberî faşîzm, zayendperestî, olperestî, dijminatiya jinan û Kurdan hat dayîn. Ji aliyê jinên Kurd û gelan ve, li hemberî polîtîkayên şerê taybet, rejîma qeyûman, talan, xesp û darbeya darazê serkeftina angaşta “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadiyê em ê xwe jî bajarê xwe jî bi rê ve bibin” hat daxuyandin.

Di çarçoveya kampanyaya me ya ku 25’ê Semawezê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinê ya Navneteweyî, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, Newroz û pêvajoya Hilbijartinên Rêveberiyên Xwecihî jî dihundirand de, bi bawerî û motîvasyona ku tevahiya xebatên ku hatin kirin da, 4’ê Avrêlê, 75’emîn Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku em tê de zayîna xwe û azadiya xwe dibînin û remza vejîna gelê Kurd e, bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Di 4’ê Avrêla 2024’an de, em çûn Xelfetiyê, şahiyeke mezin û meşek hat lidarxistin, li tevahiya erdnîgariya me şax hatin danîn û daxwazên azadiyê careke din hatin vegotin.

Encam

Têkoşîna jinê, têkoşîneke ku şert û merc çiqasî giran jî bibin, bi tu awayî em ê dev jê bernedin û bi her awayî em ê bidomînin e. Û bêguman têkoşîneke demdirêj e. Di vê rêya dirêj û coşdar de, her ezmûneke me ya têkoşînê ya di rêya azadiya jinê de, xelekek ji xelekên zincîreke ku li pey hev tên, hev temam dikin û hev hêzdar dikin e. Her ezmûneke têkoşînê parçeyekî cuda yê hevpariyeke giştî ye û jêneger e. Bi vê baweriyê jî, wek Tevgera Jinên Kurd, em careke din dibêjin ku, di serî de kampanyaya me ya bi serenavê “Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber Bi Azadiyê Ve”, bi tevahiya kampanyayên ku em li dar dixin, armanca me ya sereke ew e ku em asta têkoşîna azadiya jinê bilintir bikin.

Kampanyaya me bernameyeke demborî ya ku balê dikişîne ser armancên demkî nîn e, berovajiyê wê, di rêya ku ber bi avakirina civakeke demokratîk û jiyaneke azad ve diçe de, bûye gavekî mayînde. Encamên ku bi verêxistinbûn, hevgirî û têkoşîna hevpar a kampanyaya me derketine holê, dê cihê xwe yê bandorker û diyarker ê di dîroka têkoşîna me de her û her bigirin. Wek TJA, em li ser bingeha paradîgmayeke demokratîk, xwezaparêz û azadîparêziya jinê; di serî de qadên siyasî, civakî, çandî û aboriyê, em di gelek qadên cuda de xebatên xwe didomînin. Em bi vê boneyê dibêjin ku em kampanyayan wek bernameyên têkoşînê yên ku dest pê dikin lê dawî li wan nayê dinirxînin. Di vê çarçoveyê de jî, em careke din destnîşan dikin ku tevahiya encamên ku di pêvajoya kampanyaya me de derketine holê dê asta têkoşîna me bilindtir bikin û têkoşîna me geştir bikin.

Tevgera Jinên Azad (TJA)