3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Êzidî bi felsefeya Ocalan zindî bûn’

Rîham Hico, anî ziman ku jinên êzidî ji berê de ji bo bawerî, civak û neteweya xwe malevanî kirine û wiha got: “Lê mixabin bi demê re civakê di bin navê parastina jin û civakê de jinan kir nav malan û ji misyona wan dûr xistin.”

Êzidiyên ku bi çand û baweriya xwe ji neteweyên der dor xwe cuda bûn xwe di nav çiyayên asê de ji ferman û qirkirinan diparastin. Piştî ku di sala 1975’an de bi polîtîkayên şerê taybet êzidî ji çiyayan hatin dûrxistin û li deştê hatin bicîhkirin rê li ber hemû êrîşên li ser wan re hat vekirin. Li dijî vê polîtîkayê ku mirov dikare wek qirkirina spî jî bi nav bike di jiyan û çanda êzidiyan de guhertin pêk hatin. Ew çanda êzidiyan ya ku di bingeha xwe de jinparêz bû bi demê re guherî û jin ji civakê hatin dûrxistin.

Herî dawî di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi piştgiriya netewdewletan DAIŞ’ê êrîşî civaka êzidî kir. Şengaliyên ku xerîbê deştê bûn û hemû çekên wan ji aliyê hikûmeta Iraqê ve ji wan hatibûn standin  nikaribûn xwe ji êrîşan biparêzin. Di fermana 3’yê Tebaxê ango Fermana 74’emîn de bi hezaran êzidî hatin kuştin. Jinên êzidî li kolanan hatin firotin û aqûbeta bi hezaran êzidiyan hê jî nayê zanîn.

Em der barê paşeroj, ferman û têkoşîna civaka êzidiyan de bi berdevka TAJÊ Rîham Hico re axivîn.

Berdevka TAJÊ Rîham Hico di destpêka axaftina xwe de got ku heke kesek bixwaze rewşa civaka êzidî fêm bike divê li dîroka vê civakê vegere û ev tişt anî ziman: “Jinên êzidî ji berê de ji bo civaka xwe ji bo neteweya xwe ji bo baweriya xwe ji bo axa xwe malevanî kiriye, rêveberî kiriye û pêşengî kiriye. Bi dahan jin hene ku bi rola pêşengî rabûne. Bi demê re êrîşên li ser civaka êzidî her ku çûn zêdetir bûn. Ji ber ku jin parastvana civaka xwe bû pêşî êrîş li ser jinan pêk dihat. Civakê di bin navê parastina jin û civakê de hêdî hêdî jinan kir nav malan û jinan ji misyona wan dûr xistin.”

Jin nikaribûn ji malê derkevin

Rîham Hico, da zanîn ku beriya fermana herî dawî rola jinên êzidî ya di nav civakê de pir kêm bûbû û wiha got: “Jin tenê dikaribûn heta asteke biçin dibistanê, nikaribûn di nav rêveberiyê de cih bigirin. Jin wek xebatkara malê dihat dîtin. Tenê karibûn zarokan xwedî bikin. Ji ber vê yekê dema ferman pêk hat jinên êzidî mikaribûn parastina xwe bikin. Jin nikaribûn ji mala xwe derbikevin. Jinên ku ji destê DAIŞ’ê rizgar bûn digotin dûre em fêr bûn ku em pir nêzê Şengalê bûne. Di navbera wan û xeta çîmento de tenê 3 km hebû. Jinan digot derfeta revê bi destê me biketa jî em nikaribûn bi ku ve birevin. Ji ber vê paşdemayîna xwe jinên ku nikaribûn parastina xwe bikin xwe ji çiya û zinaran de avêtin.”

Felsefeya Rêber Apo

Hico di axaftina xwe de bal kişand ser hatina gerîla û wiha pêde çû: “Hatina HPG bi taybet jî ya YJA Starê moraleke mezin da jinên êzidî. Vê morale bû sebeb ku dîroka jinên êzidî ya ku di bin axê de mabû zindî bibe. Hatina gerîla ew êşa ku jinên êzidî bi salan e dikişandin veguheran wêrekî û têkoşînê. Piştî avakirina Rêveberiya Xweser ew mêrên ku jinan ji xwe re wek xulam didîtin nehiştin ku jin bikevin nav rêveberiyê. Nexwestin ku ew xulam were pê re biryaran bigire û xebat bimeşîne. Lê bi felsefeya Rêber Apo jinan li dijî hişmendiya mêr jî li ber xwe da. Di nav 9 salan de gelek guhertinan pêk anî. Mêr di serî de li dijî pergala hevserokatiyê derket. Jinan bi têkoşîna xwe vê xalê da qebûlkirin. Mêran vê xalê qebûl kir lê biryarên jinan qebûl nedikir û pêk nedianîn. Jinan li dijî vê jî têkoşîn da. Di roja me de rewşa jinên êzidî di rewşeke herî baş de ye. Em vê rewşê jî têrker nabînin lê êdî jin dikarin tev li hemû xebatan bibin û hebûna xwe bidin qebûlkirin.”

 ‘Jiyan hê jî di metirsiyê de ye’

Hico, destnîşan kir ku heta niha 12 dewletan fermana 3’yê Tebaxê qebûl kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek ferman bi serê civaka êzidî de hatine lê fermana 3’yê Tebaxê ji hemê fermanan zehmetir bû. Heta niha 12 dewletan vê komkujiyê nas kiriye lê mixabin tu dewlet jî ji bo civaka êzidî neketiye nav hemldanan. Ev qebûlkirin tene li ser kaxiz e. Heke wisa nebûna ewqas êrîş li ser Şengalê pêk nedihatin. Rojane dewleta tirk êrîşî Şengalê dike, PDK her roj gef li Şengalê dixwe, Iraq tu mafî nade Şengalê. Hê jî jiyana şengaliyan di metirsiyê de ye.

Ev tê wê wateyê ku qebûlkirina ew 12 dewletan tenê li ser kaxizê ye. Heke biryar girtibin divê pêk bînin. Em hêvî dikin ku ew dewletên ku komkujiyê qebûl kirin bikevin nav tevgerê û asîmanên Şengalê ji balafirên dewleta tirk re bigirin. Her wiha divê hesap ji kesên ku komkujî pêk anîn bê pirsin.”

‘Şengalî baweriya xwe bi xwe tînin’

Hico der barê parastina Şengalê ya roja me de jî ev tişt anî ziman: “Parastina Şengalê îro ji aliyê YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê ve tê kirin. Baweriya civaka êzidî êdî bi tu hêzan nayê. Ji ber ku dema pêwîstiya civaka êzidî bi wan hêzan hebû tu alîkarî nekirin. Di dema fermanê de 12 hezar leşkerên Iraq û peşmerge li Şengalê bûn lê parstina şengaliyan nekirin. Êdî şengalî tenê baweriya xwe bi hêzên xwe tîne.”

Îradeya êzidiyan tune dihesibîne

Hico ji bo Peymana 9’ê Cotmehê ya ku di nav hikûmeta Iraqê û PDK’ê ve hatiye îmzekirin de jî wiha axivî: “Ji bo civaka êzidî Peymana 9’ê Cotmehê fermana di bin banê qanûnan de bû. Berê bi çekan fermanan li ser me radikirin lê bi vê peymanê hewl dan di bin banê qanûnan de fermanê li ser me rakin. Bi vê peymanê dixwazin îradeya civaka êzidî ya siyasî, leşkerî, civakî û parastinê ji holê rakin. Dixwestin êzidî vegerin pêşiya 3’yê Tebaxê. Şengaliyan vê peymanê red kir.

Got di nav me de yên ku me bi rê ve bibin hene em qebûl nakin kesekî din ji derve de were me bi rê ve bibe. Em qebûl nakin kesên ku parastina me li dijî DAIŞ’ê nekirin werin bibêjin em parastina we dikin. Ne ku civaka êzidî li dijî guftogaya ye ji ber ku di Peyman 9 ‘ê Cotmehê de îradeya wan tunebû peymanê qebûl nekirin. Dewletên cuda hewl didin vê peymanê bi me bidin qebûlkirin lê em jî bi israr li îradeya xwe xwedî derdikevin û peymanê nakin meriyete.”

Hico di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Kesên ku ji fermanê reviyan gelek in. Niha bi hezaran êzidî li kampên PDK’ê dimînin. Ji bahara par ve nêzî hezar û  500 malbat li Şengalê vegeriyan. Ev hejmar ji ber ku Tirkiye êrîş dike û PDK antipropagandaya Şengalê û Rêveberiya Xweser dike kêm e. Lê bila şengalî baş zanibin Şengal ji bo hemû êzidiyan bi ewle ye û bila şengalî li axa xwe vegerin.”