11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan li zarokan îşkence kir

Li navçeya Elkê ya Şirnexê polîsan zarokên ku cilên gelêrî li wan bûn, rawestandin û piştî kontrola nasnameyê îşkence li wan kir. Ev bûyer bi telefonê hat tomarkirkirin.

Li navçeya Elkê polîsên tîmên taybet ciwan û zarokên ku bi cilên neteweyî çûn dawetê, pêşiya wan girt, berê wan da dîwar û yek bi yek nasnameya wan kontrol kirin. Piştre îşkence li wan kir.

Li taxa Alîçavûş a navçeya Elkê ya Şirnexê duh êvarê komek zarok bi cilên neteweyî çûn dawetê. Dema ku zarokên bi navê B.C. (14), B.C. (12), B.C. (16), B.C. (17) û S.C. (17) ku hemû xizmên hev in bi cilên xwe neteweyî diçûn dawetê, polîsên tîmên taybet pêşiya wan girt. Polîsan berê zarokan da dîwar û yek bi yek li ser wan lêgerîn kir. Pişt re  nasnameyên wan kontrol kirin û di lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) de derbas kirin.

Welatiyekî ku li cihê bûyerê bi telefona xwe kêliya bûyerê tomar kir. Di dîmen de tê xuyakirin ku polîsan berê her pênc zarokan daye dîwar û destê wan rakiriye jorê û dane sekinandin. Polîsek tîmên taybet gef li zarokan dixwe û wisa dibêje; “Ji niha û pê ve dema hûn di nokteya kontrole de derbas bibin, bila nasnameyên we li cem we bin. Nexwe ez ê ceza li we bibirim.”

Şahidên bûyerê dan zanîn ku nasnameya 4 zarokan li gel wan bûye û nasnameya zarokê 12 salî B.C. ku mecbûriya nasnameyê li ser xwe bigerîne nîne, li gel wî nebûye. Hat gotin ku beriya ku polîs berê zarokan bidin dîwar, li wan dane.