21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Qetlîama li Konyayê encama polîtîkayên înkarê ye

Rêveberên Partiya Çepên Kesk û OHD’ê, ferdên malbata Dedeogûllari ku li Konyayê di encama êrişek nijadperest de hatin qetilkirin, di salvegera duyemîn de li ser gorên wan bi bîr anîn.

Rêveberên Partiya Çepên Kesk û OHD’ê, ferdên malbata Dedeogûllari ku li Konyayê di encama êrişek nijadperest de hatin qetilkirin, di salvegera duyemîn de li ser gorên wan bi bîr anîn. Parlamenter Alî Bozan destnîşan kir ku ev qetlîam encama polîtîkaya înkarkirina kurdan e.

Di 30’yê tîrmeha 2021’ê de li navçeya Meramê ya Konyayê li dijî ferdên malbata Dedeogûllair êrişek nîjadperest pêk hat. 2 sal di ser komkujiyê re derbas bûn. Rêveber û nûnerên Partiya Çepên Kesk û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) 7 ferdên vê malbata kurd li ser gorên wan bi bîr anîn. Ferdê malbatê ku bi tenê sax maye Çetîn Dedeogûllari, xizmên malbatê, parlamenterên Partiya Çep a Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan, rêveberiya partiyê, parêzerên endamên Komeleya Hiqûnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kes tev li bernameya bîranînê bûn. Piştî bîranîna li ser goran beşdarên bîranînê çûn ber xaniyê malbatê daxuyanî dan.

Kujer tên parastin

Di daxuyaniyê de parêzerê dozê Abdurahman Karabulut anî ziman ku tevî du sal bi ser qetlîamê re derbas bûne jî edalet pêk nehatiye û kesên qetlîam pêk anîne ji aliyê darazê ve hatine parastin. Abdurahman Karabulut diyar kir ku kujerên ku îfade dane jî xwe wek ulkucu pênase kirine û gotinên wan, “jixwe em ulkucu ne, em ê nehêlin kurd li vir bijîn” bi bîr xist.

 ‘Ew ji ber ku kurd bûn hatin qetilkirin’

Parlamenterê Partiya Çep a Kesk Alî Bozan jî destnîşan kir ku hebûna kurdan sedsal e tê înkarkirin û wiha axivî: “Wisa zehmet e ku meriv nikare li ser vê hovîtiyê biaxive jî. Du sal berê li vî xaniyî malbata Dedeogûllari hat qetilkirin. Niha em ji ser gora qurbaniyan tên, 7 gorên ku dilê meriv diêşîne li kêleka hev in. Ew ji ber ku kurd bûn hatin qetilkirin. Bi salan e kurd tên kuştin. Sedema qetilkirina kurdan ew e ku li ser vê axê sed sal in polîtîkaya înkarê li ser wan pêk tê.”