22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Farqînê qeza: 5 mirî 22 birîndar

Vê sibehê li ser riya Amed û Farqînê otobûsa rêwiyan ji qontrolê derket û qelibî. Di vê qezayê de 5 rêwiyan jiyana xwe ji dest dan û 22 rêwi jî birîndar bûn.

Otubusa firmaya Yenî Diyarbakir ku ji Amedê diçû Îdirê dora saet di 03.00’an de li ser rêya Amed û Farqînê ji kontrolê derket û wergeriya. Di encama qezaya çêbû de yek jê pitik 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn.
22 kesên di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên li Amedê û tên dermankirin.
Têkildarî bûyerê ajokarê otobusê, ajokarê yedek û mûawîn hatin binçavkirin û lêpirsîna der barê qezayê de hatiye destpêkirin didome.