22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Heta ku li Îmraliyê hiqûq pêk neyê em ê dest ji serlêdanê bernedin’

Parêzerê OHD’ê Abdulmecît Yildirim heta ku tecrîta li ser kurdan û Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan ranebe em ê dest vê têkoşînê bernedin. Yildirim wesifand û got: “Muxatabê vî karî Wezareta Dadê ye. Heya em encamekê bi dest nexin em ê têbikoşin.”

Ji 25’ê Adara 2021’ê ve tu agahî ji Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan nayên girtin. Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî esas nayên girtin. Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) li dijî tecrîdê serî li gelek baroyan daye û dixwaze hevdîtin bi Ocalan re bê kirin. Li Îzmîrê parêzerê OHD’î Abdulmecît Yildirim ku tevî 36 hevpîşeyên xwe serlêdan kiriye, têkildarî tecrîdê û daxwazên li dijî vê axivî.

Parêzer Yildirim diyar kir ku bi tecrîdê armanc qutkirina pêwendiya di navbera Ocalan û gel de ye ku bi milyonan kesên ku ji bo wî dibêjin “vîna min e” û got: “Hikûmeta gava dixwaze siyaseta xwe hişk bike, tecrîdê giran dike. Gava dixitime, rê li ber hevdîtinan vedike. Gava hevdîtin çêdibin û tecrîd kêm dibe, li welêt mirin kêm dibe, aramî zêde dibe.”

Yildirim bibîr xist ku Ocalan di warê hiqûqî de “hikumxwar” e û got ku di qanûnê de mafên hikumxwaran hatiye diyarkirin. Yildirim da zanîn ku hevdîtina bi parêzeran re jî yek ji van mafan e.

Çalereşa welat: Îmrali

Yildirim diyar kir ku Girtîgeha Îmraliyê wekî “çalereşa pergala hiqûqê ya Tirkiyeyê” diwesifînin û wiha got: “Li gelek welatan girtîgehên bêhiqûqîtî li wan tên pêkanîn hene. Lê mixabin ji ber ku ev bêhiqûqîtî li birêz Ocalan tên kirin, gelek derdorên welêt, rêxistinên hiqûqê, hiqûqnas û raya giştî vê yekê ji nedîtî ve tê. Girtîgeha Girava Îmraliyê jî di nava pergala hiqûqê ya vî welatî de ye. Hiqûqa li welatên din tê pêkanîn, divê li Girtîgeha Îmraliyê jî bê pêkanîn.”

Bêdengiya Baroyê

Yildirim anî da zanîn ku heya ku tecrîd berdewam bike xitimandina li welêt jî dê bidome û got: “Çûna Girtîgeha Îmraliyê dê vê pêvajoyê hêsan bike. Lewma me dixwest ku birêz Ocalan hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike. Madem nahêlin hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike, me 785 parêzeran jî ji bo hevdîtinê serî li Wezareta Dadê da ye. Lê serlêdana me nehat bersivandin. Berê qet nebe digotin ‘keştî xerabe ye’ û ‘rewşa hewayê nebaş e.’ Lê di demên dawî de ev jî nayê kirin. Baro jî di nav de me serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê jî da. Herî dawî me 37 kesan serî li Baroya Îzmîrê da. Mixabin baro hê jî tu bersivek nedaye me.”

Yildirim destnîşan kir ku du berpirsiyariyên baroyan hene; parastina mafên mirovan û kirina karê parêzeran û got ku li Tirkiyeyê ji sala 1999’an ve tecrîd tê bikaranîn û ev ji nedîtî ve tê dîtin.

Hewldan dê bidomin

Yildirim bilêv kir ku tecrîd bi tenê hiqûqnasan, siyaset û civakê jî eleqedar dike û wiha axivî: “Em hiqûqnas ji bo ku Komara Tirkiyeyê hiqûqa xwe pêk bîne em ê zorê bidinê. Çendî hê bersiv nehatibe dayîn jî, em ê zorê bidin Yekîtiya Baroyên Tirk û Wezareta Dadê. Muxatabê vî karî Wezareta Dadê ye. Em ê di vî warî de haya Meclîsê û saziyên navnetewyî jî pê bixin. Heya em encamekê bi dest nexin em ê têbikoşin.”