18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mîr, wezîr û cotkarî

Mîrê Bohtan rojekê ji wezîrê xwe re dibêjê em ê îro cil û bergên xwe biguherînin, xwe berdin nava gel û bigerin. Dema ku vê gotinê dibêje wezîr dibêje baş e mîrê min fermo. Li der û dorên çemê Cizîrê digerin. Diçin ber zeviya cotkar mîr silav û sibe xêriyê didin cotkar. Dibînin ku ev camêrê ku cot dike kal e, mîr difikire gelo zarok û kesî vî nîn in ev kes hatiye cot. Mîr ji cotkar dipirse, xalo tu çima dereng mayî, bûyî cotkar. Cotkar mirovekî zana û şareza bûye dizane ev camêr çi jê pirsî lê nizane ku mîr e. Cotkar bersiv dide û wiha dibêje, “Birayê hêja ez dereng nemame min tov û cot kir lê teyrok û baranê lê da hêşîn nebû”. Dema ku vê bersivê dide, wezîr tê nagîhêje ku mîr çi got, cotkar çi bersiv da. Wezîr ji mîr dipirse, “Mîrê min ji bo xweda ka ji min re bibêje hûn çi diaxivin”. Cotkar dibîne ku eva camêra tê nagihêje, mîr jî dizane. Mîr û wezîr bi cotkar re dimeşin. Mîr ji cotkar dipirse, “Xalo tu dûrb î yan nêz î?” Cotkar, “Birayê delal ez demek dûr bûm lê vê gavê nêz bûme. Wezîr careke din ji mîr pirsî, “Ji bo xweda ka ji min re bibêje ev çi ye hûn ji hev dipirsin”.

Mîr ji cotkar re dibêje, “Xalê min ez ji te re qazekê bişîninim tu dikarî purta wî birûçikînî tayek mû pê ve nemîne”. Cotkar dibêje, “Birayê hêja ez bi salane ku nêçîrvan bûm qaz, werdek û hemû teyran ser jê dikim û purt pêve namîne.

Mîr ji cotkar xatir dixwaze û dibêje, “ez ê ji te re qazekê bişînim”. Mîr dibêje, wezîrê xwe, “em herin me îro roja xwe derbas kir”, têne dîwanê. Wezîr ji mîr re dibêje, “ez dexîlê te me, ka ji min re bibêje we ji hev re çi got”.

Mîr dibêje, “Wezîr rewş û halê te xweş e hinek zêr bixe kîsê xwe here bal cotkar bila ji te re bibêje me çi got. Lê nebêje ku ez û mîr bûn, ez û camêrekî bûn, dixwazim ku tu ji min re bibêjî”. Wezîr kisîkê xwe zêr dadigire û berê xwe dide cotkar. Diçe ber cotê wî dibêje, “Xalê min ka hinek raweste ez ê tiştek ji te bipirsim. Em îro hatin ber cotê te havalekî min hin tişt ji te pirsîn ew çi bûn?”

Wezîr nabêje ku hevalê min mîr bû lê cotkar dizane ku hevalê wî ew şandiye ba lê. Cotkar, dipirse, “tu çima hatî bal min, sedem çi ye?. Wezîr dibêje, “dema ku hûn bi hev re diaxivîn min tiştek fam nekir. Ji bo xweda ji min re bêje. Pirsa ewil ji te pirsî çibû? ” Cotkar dibêje, “ka du zêran bide min ez ji te re bêjim”. Wezîr 2 zêran ji kisîk derdixe û dide cotkar. Cotkar dibêje, “ Pirsa ewil ji min re got zarokên te nîn in ku tu bi vî temenî cotkarî dikî. Min jê re got zarokên min hebûn lê hemû mirin. Pirsa duduyan cotkar dibêje, “ka 4 zêran bide min”, wezîr zêran didê, cotkar dibêje, “Hevalê te pirsî tu dur î, nêz î, min got çavê min dûr didît lê îro ez nêzîk dibînim”

Pirsa 3’yan wezîr 8 zêran didê. “Got, tu bi du lingan an bi sisêyan î? Min got ez berê bi her du lingan bûm lê îro bi gopal digerim yanî bi sê lingan.”

Pirsa 4’an cotkar dibêje, “ birayê delal ez bawer im ku mesela qazê bala te kişandiye ka tu 10 zêran bide min ez ji te re bibêjim. Pirsa Qazê ev e dema ku camêr ji min pirs dikir gelek bala te kişand. Lê qaz tu yî ji min re got, ez ê qazekê ji te re bişînin tu yê purta wî biruçikînî, min got ez hostayê vî karî me”.

Wezîr fikirî ji bo xweda bi salan e ez di rêvebiriya seraya mîr de kar dikim lê mirovên weke vî camerê cotkar ,bi aqil û zana çewa min nedîbû. Wezîr destê cotkar maç dike û xatir dixwaze tê dîwana mîr. Mîr wezîr dibîne û dipirse: “Wezîr te cotkar dît?” Wezîr, “belê mîrê min”. Mîr dibêje, “gelo te got ez wezir û hevalê min jî mîr bû?” “Nexêr mîrê min, min negot lê cotkarî hemû zêrê min ji min stand “ Mîr dibêje, “ pirsa herî bala te kişand çibû.” Wezîr dibêje, “ Mîrê min pirsa herî balkêş ya qazê bû ? Qaz jî ez bûm, we ez şandim cotkar ez ruçikandim. ” Mîr dibêje, “Wezîr ez dixwazim em wî camêrî cotkar bînin dîwanê”. Wezîr dibêje, “ Mîrê min ev gotina we di dilê min de derbas dibû”. Mîr Xortekî çeleng û serwext dişîne pey wî camêrî tenbîh dike û dibêje, cotkar li filan derê ye, jê re bibêje Mîr şandiye pey te bila heya dîwanê were”.

Ew diçe bal cotkar silava mîr jê re dibêje, camêr cot û gayê xwe tîne malê û diçe dîwana mîr. Mîr ji ber clotkar radibe û dibêje, kerem bike. Cotkar dizane mesela wan camêran e ku pirs jê pirsî bûn lê nizane ku mîr û wezîr in. Mîr dibêje, “xalê min ê hêja ez mîr im û ev camêr jî wezîrê min e ,em hatibûn ber cotê te”. Dema ku mîr vê gotinê dibêjeî cotkar weke ku dikeve şermê xwezî min zêr ji wezîr nestandiba. Mîr dizane ku cotkar xemgîn bûye dibêje, “Xalê min ê delal sed aferî ji zanebûna te re tu mirovek zana û şareza yî. Daxwzeke min ji te heye ku tu qebûl bikî were li dîwana min rûnê, bibe şêwirmendê min”. Bi vî awayî mîr heyeta xwe kom dike ji wan re jî dibêje û biryara cotkar didin û tînin dîwanê. Bi kêf û şahî hatina camêr cotkar pîroz dikin ku mirovekî wiha bûye rûspî û şêwirmendê wan.