spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Farqînî: Ferheng arşîva zimanekî ye

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ferhenga herî mezin a kurdî-tirkî ku nivîskar Zana Farqînî amade kiriye çap kir. Ferhenga nû ji zêdetirî 224 hezar madeyên kurdî pêk tê. Zana Farqînî di sala 1995’an de dest bi amadekariya ferhengê kiriye. Ferhenga yekemîn di sala 2000’î de ya duyemîn di sala 2004’an de çap kiriye. Ferhenga kurdî-tirkî di 18 salên dawî de 4 caran dubare hatiye çapkirin.

Farqînî heta niha 3 ferhengên cuda weşandine. Yek jê ferhenga tirkî û kurdî ye. A din ferhenga kurdî-tirkî ye. A sêyemîn jî ya tirkî kurdî û kurdî tirkî ya navencî ye. Farqînî niha li ser ferhenga berîkê xebatê dike.
Farqînî li ser ferhenga xwe ya herî berfireh ya ku nû hetiye çapkirin de wiha got: “Min li gorî şert û mercên nû careke din kontrol kir. Di warê varyantên zaravayên kurdî û di warê rastnivîsê de min hemû di ber çavan re derbas kir. Di encama xebatên 30 salî de ev ferhenga kurdî û tirkî ya berfireh hat amadekirin. Ev ne tenê xebata min a kesane ye. Alîkariya hin heval û derdoran çêbûye. Lê wekî kes min bi xwe zend û bendên xwe badan û min dest avêt amadekarina vê ferhengê.”

Zana Farqînî li ser taybetmendiya ferhenga nû rawestiya û wiha got: “Ferqa vê ferhengê ya kurdî û tirkî ji ya berê ya kurdî û tirkî ev e; hatiye berfirehkirin. Ji aliyê rastnivîsînê ve ji aliyê varyantan ve xebat li ser hatine kirin. Xebatên varyantên li ser zaravayên kurdî hatine kirin û li ber çavan hatine girtin. Ez bi xwe jî di wan xebatan de amade bûm. Hem ji aliyê varyantan ve hem jî ji aliyê hilbijartina bêjeyan ve hemû pêşniyar li ber çavan hatin girtin. Yên ku min rast dîtin, min hemû di ferhengê de bi cih kirin. Di 18 salên dawî de peyv û bêjeyên ku di ferhengê de tune bûn, min ew jî li ferhengê zêde kirin. Ji ya din berfirehtir e. A din bi tevahî 166 hezar made bû. Ev tevî hev 224 hezar madeyî zêdetir e.”

Nêçîrvanê peyvan

Farqînî li ser mijara madeyan jî rawestiya û wiha axivî: “Di mijara ferhengsaziyê de meseleya madeyê û serê madeyê, mirov dikare bêje peyv û berdewamiya peyvê jî. Lê ji ber ku cureyên peyvan jî hene, di ferhengnasiyê de bi taybetî bêjeya made tê tercîhkirin. Di vê ferhengê de 224 hezer serê madeyê ne. Qesta me ji madeyê çi ye? Dema em bêjin “Çav” madeyek e. Lê dema em bêjin “Çavpêketin” ev berdewamiya madeyê ye. Biwêj jî û qalibê ziman jî wekî berdewamiya madeyê ye. Tevî wan ev ferhengên berfireh tên amadekirin. Ji ber vê yekê peyva made, serê madeyê û berdewamiya madeyê tê gotin. Ji vî 224 hezar madeyê ku em qal dikin bi temamî ne madeyên serbixwe ne jî. Hin ji wan varyant in. Ji ber ku zimanê me di warê nivîskî de hîn rûneniştiye. Tesîra devokan jî di zimanê me yê nivîskî de heye. Ji ber vê me cih da varyantên heman peyvê. Serê madeyê 175 hezar û dawiya madeyê jî ji 48 hezar zêdetir madeyan pêk tê. Tevî hev ji 224 hezar maddeyî zêdetir e.”
Farqînî destnîşan kir ku wî ji dema xwendekariya xwe ya zanîngehê dest bi komkirina peyvan dikiriye û wiha lê zêde kir: “Ji herêmên cuda min peyv kom dikir. Dema li zanîngehê ez pê hisiyam ku devoka her bajarî ne yek e. Heta ji min dihat min di warê ziman de xwe pêş ve dibir. Ji aliyê bêjeyên cuda, devokên cuda peyvên sînonîm jî min ber hev dikir. Tesîra weşangeriya kurdî li ser min hebû. Wekî Welat, Welatê me, Azadiya Welat jî tesîra wan li ser min hebû. Dîsa gotar ji min dihat xwestin me gotar ji wan re dişand. Dîsa me ji weşanên bi kurdî sûd werdigirt. Min ji materyalên bi kurdî, ferhengên ku bi kurdî hatibûn çapkirin min ji wan sûd digirt. Min ew di çavkaniyên ferhengê de nîşan daye. Her wiha hin hevalan jî ji herêmên xwe hin peyv dişandin. Min ji wan jî sûd wergirt. Min navê wan jî di pêşgotinan de diyar kiriye. Min berhemên nivîskarên me jî dixwendin. Min bala xwe dida berhemên nivîskarên herêmên cuda. Peyvên cuda dema ez dibînim, ez nişe ji nivîskar re dişînim û ez berfirehiya peyvê dixwazim. Belkî zêdeyî 10 hezar peyv hene ku min ji nivîsan berhev kirine. Lê ji ber min tam bi wateya wan baş nedizanî, min di ferhengê de bi cih nekirine. Ji ber ku ez hertim di şopa peyvan de bûm. Navê min bi nêçîrvanê peyvan derketibû. Bi rastî ez hêj jî nêçîra xwe ya peyvan dewam dikim.”

Hevok û devok

Farqînî li ser rêjeya zindîbûna kurdî jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Zimanê kurdî di asta cîhanî de, di kijan astê de ye, bi rastî zahmet e ez bersîv bidim. Rêjeya peyvan çend zindî ye çend ne zindî ye. Ev mijara xebateke din e. Em kurd hêj nû bi devokên hev dihesin. Her devokek hin taybetmeniyê wê hene. Hin wêje û peyvên aydî wan devokan hene. Dema ku mirov bi ser hev vedibe û dibîne, ferq dike ku bêjeyên cuda qalibên cuda yên vî zimanî hene. Di nava devokên xwe de dijîn. Dema dan û stendin çê dibe û dema bi van devokan tên nivîsîn em ji hev agahdar dibin.”

Peyvên ferhengî zindî ne

Peyvên ku me di ferhengê de bi cih kirine di rêjeyeke pir pir bilind de peyvên zindî ne. Hin bêje hene mirov dikare bêje belkî mirî ne yan jî nayên zanîn. Ew jî peyvên di çîrok, çîrçîrok û xeberojk û peyvên pêşiyan de aliyê qalibî de dimînin. Di jiyana rojane de mirov zêde rastî wan nayê. Dema wê çîrok û stranê de dibêjim em rastî wan hatine. Dema em bi şopa wan dikevin em wan qeyd dikin. Ferheng ji xwe arşîva zimanekî ye. Dema peyv hat tomarkirin û ket arşîvê êdî windabûna wan zahmet dibe. Lê ziman di sedsala 20’î û 21’ê de ji ber pêşketina medya, medyaya dijîtal û klasîk, meseleya perwerdehiyê, dezgehên dewletê, xizmetên dewletê yên fermî, dibe sedem ku zimanên ku ne xwedî statune û zimanê bi wan perwerde nayê kirin û çalak nayên axaftin, li hemberî zimanê serdest lawaz bikevin û ber bi mirinê ve biçin. Ji ber vê yekê divê mirov hişyar bin. Ziman ne tenê axaftin e. Di vê sedsalê de ziman tenê nikare bi axaftinê jiyana xwe berdewam bike. Divê bi vî zimanî her cureyên berhem bên hilberandin. Divê di her qadên jiyanê de ev ziman bê bikaranîn.
Nivşê me yên nû li gorî nifşên kal û pîran, kapasiteya wan a peyvan gelek gelek lawaz e. Ciwan çiqas dikarin bi zimanê xwe çîrokekê bibêjin, bifikirin û qerfekê bikin. Gencîneya wan a peyvan lawaz e. Giranî nadin zimanê xwe. Ji ber vê yekê hejmara peyvên pê dipeyivin pir kêm in. Kal û pîrên me dibe ku xwendin û perwerdehiya wan tune bû. Lê zimanê wan ê rojane, fikrînê û jiyanê her bi kurdî bû. Ji ber vê yekê kapasîteya kal û pîran a ziman ji ya ciwanan gelek gelek xurttir e. Lê mixabin ciwan ne di wê rewşê de ne. Kapasîteya ziman li gorî pratîkê pêş dikeve.